1. Tekst

  2. Çîrok

  3. Rêzan Tovjîn
  4. Li Amedê Yek Milyon Kurd
Li Amedê Yek Milyon Kurd,li,amedê,yek,milyon,kurd

Li Amedê Yek Milyon Kurd

A+ A-

Yavuz lawikekî batmanî bû. Hevalên wî qet ji navê wî hez nedikir. Jixwe jê re nedigotin Yavuz, digotin Yawûz. Navê wî bi tirkî bû. Lê bavê wî nekarîbû ku navê wî bi zimanê xwe lê bike. Ew kurdekî Bakura Kurdistanê bû û nêzî 80 salî qediyabû ku zimanê wan qedexe bû. Ji ber vê, navên kurdî jî qedexe bûn. Kurdistana Bakur di peymana Lozanê de wekî axa dewleta Tirkiyeyê hatibû qebûlkirin û ewroj-evroj zimanê wan kurdî qedexe bû. Navê bajarê wî Batmanê bixwe jî di rastiya xwe ya kurdî de Êlih bû, lê yekî bigota "Yawûzê Êlihî" dê tu kesî fam nekira ku Êlih kîjan bajar e. Navên bajaran ên kurdî hatibû jibîrkirin.

Yawûz wekî endamê PKK'ê hatibû girtin. PKK li Tirkiyeyê wekî rêxistineke terorîst dihate dîtin. Ya rast li Bakura Kurdistanê ne wisa bû, ew di çavên kurdan de rêxistinek qehremanî û rizgarker bû. Lê dîsa jî 60 hezar kurdên bi meaş hebûn ku li dijî PKK'ê rahiştibûn çekan û derdiketin operasyonan. Ji ber ku kurdan di dîroka xwe de pir hindikî xwe bi xwe rêveberiya xwe kirine, di karaktera wan de jî milîbûn, netewbûn û gelbûn tunebû. Ji ber ku PKK'ê di sala 1984'an de li dijî Tirkiyeyê dest bi şer kir û slogana "Kurdistaneke Serbixwe, Azad û Aram" berz kir, hêdî hêdî kurdên ku gund bi gund hatibûn parçekirin û heta hundirê mala xwe de jî wekî jin û mêran hatibûn parçekirin, ber bi yekîtiyekê ve dimeşiyan. Bi sed hezaran kurd di dîroka xwe de cara yekem bi hev re sloganek berz dikir.

Di çavên dewleta tirk de Yawûz terorîstekî mezin bû, ji ber vê yekê. Lê dema hatibû girtin, hîn temenê wî nebûbû hîşdeh.
Xeyala herî mezin a Yawûz axaftinek bû li bajarê Amedê, ku yek milyon kurd beşdar bibin. Hîn ku li girtîgeha bajarê Trabzon a li ber perê Behra Reş bi heftê heb girtiyên PKK'yî re dima, bi armanca ku vê xeyala xwe binivîse, beşdarî pêşbaziya kurtçeçîrokan bû.

Girtiyan bi xwendin û nivîsandina kurdî nizanibûn. Wan di hemû jiyana xwe de qet alfabeya kurdî jî di yek rêzekê de bi hev re nedîtibû û nizanibûn ji çend tîpan jî pêk tê. Lê di hime gima şerê çekdarî de tewleta tirk êdî destûr dida ku rojnameyek bi navê Welat bi kurdî derkeve. Girtî bi saya Welat hînî kurdî dibûn. Niha jî bi armanca pêşxistina ziman û edebiyatê, di nav xwe de pêşbaziya kurteçîrokan li dar dixistin. Ev pêşbazî salê gelek caran dubare dibû.

Yawûzê Êlihî, her roj piştî ku ji perwerdeyê derdiket, diçû ser ranza xwe û xeyala xwe dikir çîrokek, bi zimanê xwe yî qedexe. Perwerdeya wan ku ne karekî dewletê bû, bi awayekî nîv-veşartî di hundirê menzelê de dihate dayin. Pirtûkên ku dewletê destûr dabe firotina wan, bi deng dixwendin. Yekî dixwend û yên din guhdar dikir. Piştre jî, kê çi fam kiribe ji hev re digotin. Ev perwerde di dema pêşbaziyan de jî ranediwestiya. Ji serê sibehê saet heştan heta ku roj biçûya ava, didomiya. Bi şev jî Yawûz li ser ranza xwe, bi awayekî rûniştî, ku sola xwe jî dernedixist û pê li erdê dikir, çîroka xwe dinivîsî.

"Li Amedê erd diheje, milyonek kurd diherikin qada ku dê Serokê PKK'ê Abdullah Ocalan biaxive"

Ev xeyala wî ya herî mezin bû. Û dema ku dinivîsî, tiliyên wî diricifîn, tîpên kurdî yên latînî ji ber ricfa destê wî dişubiyan tîpên erebî û her yek bi yeka din ve dizeliqî, dûvikê wan li hev digeriyan. Heyecaneke wisa digirt ser wî, ku nedihişt çîrok bimîne dema pêşbaziyê û hîn ji niha ve her paragrafeke nû ji hevalên xwe re bi heyecan dixwend.

Li aliyê din jî çîroka xwe di hundir menzelê de bi kesên ku baştir kurdî dizanin, dida xwendin ji bo redaksiyoneke baş û têkûz.

Lê roja 15'ê sibata 1999'an bi ser Yawûz de wekî zinarekî hilweşiya bû.
Serokê PKK'ê Abdullah Ocalan di televizyonên tirk de, bi rengekî çavên wî girtî û terorîstekî navnetewî dianîn Tirkiyeyê. Yawûz di hundirê menzela teng de ji wî dîwarî diçû dîwarê din. Ew difikirî ku Tirkiye dê wekî serhildana 1925'an a Şêx Seîdê Paloyî bike û dîsa serokê serhildanê bi dar veke. Bi milyonan kurd derketibûn kolanan, lê wisa dihat dîtin ku dê Ocalan li dadgehekê bi lez û bez bi cezayê îdamê were darizandin.

- / -

Li menzelê girtiyan her şev nobet digirt. Ji ber ku gelek caran gardiyanan bi şev êrîş biribûn ser wan. Gelek caran di van êrîşan de bi lêxistin hatibûn kuştin. Ji ber vê bi şev her girtiyekî saetekê nobet digirt û piştre hevalekî xwe hişyar dikir.

Piştî ku yekî Yawûz hişyar kir, êdî kes hişyar nebû.
Heta ku dûxaneke fetisok hundirê menzelê dagirt.
Tevî ku di nav êgir de Yawûz hebû û bedena wî deşewitî jî, ji bo kes wî venemirîne, dengê xwe nedikir, di nav agirê bêwijdan de.
Kengî ku girtiyek şiyar bû û hevalên xwe jî hişyar kir, hîn nû deng ji Yawûz hat: "Bijî Serok APO."
Girtiyê yekemîn ku bi dûxana fetisok re hişyar bûbû, di cih de fam kiribû ku yekî agir berdaye bedena xwe. Bi dengê yekem gazî hevalên xwe kiribû û bi lez berê xwe dabû serşokê, ji bo avê bibe cihê agir. Ji ber ku Ocalan di xetereyê de bû, ev cureyê çalakiyê li derve jî wekî cureyekî çavtirsandina dewletê hebû. Tevî hemû gaziyên Ocalan jî bêrawestan didomiya. Yawûz jî xwestibû ji dewleta tirk re bêje "heke tiştek bi Ocalan bê, em ên ku dikarin agir berdin bedena xwe, em ê te bikin xwelî."

Yawûz xwe li qata jêrîn a xwarinxaneyê şewitandibû. Lê berî ku dakeve jêr, li qata jorîn deriyê serşokê girtibû û pêgira derî derxistibû, bi xwe re biribû. Ji ber kes derî veneke û avê nebe jêr. Li jêr jî di deriyê qedemgehê li ser xwe girtibû û pêgira derî derxistibû. Ji ber vê, heta ku girtiyan derî neşikand jî, nikaribûn xwe bigihînin avê. Hîn jî wî slogana xwe berz dikir.

Bi hatina gardiyanan re jî, gewdeyê Yawûz ê şewitandî bi lez hate bilindkirin. Ew birin û êdî nehat.

Li hember vê çalakiyê girtiyên hevalên wî bixwe bibûn qurimoşk, wekî gulokek ta bi ser hev de temisîbûn. Li hember vê bawerî û îradeya hevalê xwe serê xwe ditewandin.

Doktorê tirk ku bixwe jî Yawûz wekî terorîst didît, bawer nedikir ku mirovekî bixwe agir berdabe bedena xwe. Tevî ku li derve gelek caran di televizyonan de didît ku kurd li qadan agir berdidin bedena xwe jî, wî wisa bawer dikir ku Yawûz li girtîgehê bi destê hevalên xwe, wekî çalakiyek girtiyan hatiye şewitandin.

Lê bi dermankirina Yawûz re pirsgirêkek biçûk derketibû holê. Kulma destê çepê venedibû û doktor nikaribû derman bike. Ji hemşîreyê alîkarî xwest û destê wî vekir. Bi vekirina destê Yawûz re rûyê doktor zer bû. Lewre di destê Yawûz de parçeyekî rojnameyê hebû, ku nexwestibû were şewitandin. Bi îhtimalek mezin wî xwestibû peyamekê bide. Doktor bi lez parçeyê rojnameyê vekir. Ji nişka ve xwîn di rûyê wî de nema. Di destê wî de wêneyekî Ocalan ê ji rûpelek rojnameyê hatiye jêkirin hebû.

Yawûz, peyama xwe wisa dabû: "Ez nahêlim ku tiştek bi wêneyê wî bê, îcar hûn ê din qet nefikirin."
Doktor zîvirî ser herdu hevalên wî ên refaqet dikirin û bi dengekî wekî ku qirika wî şewitîbe got: "Hûn terorîst bin jî, hurmeta min ji îradeya we re heye."

(Ez jî yek ji hevalên Yawûz ê girtîgeha Trabzonê)


Gotinên miftehî :