1. Tekst

  2. Gotar

  3. Rizoyê Xerzî
  4. Li Binxetê Çanda Tawanbarî û Xayinkirinê
Li Binxetê Çanda Tawanbarî û Xayinkirinê,li,binxetê,çanda,tawanbarî,û,xayinkirinê

Li Binxetê Çanda Tawanbarî û Xayinkirinê

A+ A-

Çanda tewambariya hev bi xiyanetê li Rojavayê welat û Sûriyeyê nexweşiyeke bê derman e ji demeke dirêj ve hatiye belavkirin.

Ez nizanim ji kengî û ji ku hatiye lê texmîna herî mezin ew bi destê dezgehên istixbaratê hatiye çêkirin û belavkirin.

Ew dezgehên ku destê wan tu caran ji nava tevgera siyasî ya kurd derneketiye û her ku partiyek hinekî mezin dibû, bi tevliheviyekê ew partî ji hev dixist û ew partî dibû 2 partî û wiha heta ku hejmara partiyên me li wî parçeyê welat bû 14 partî.

Em vegerin ser mijara xwe ya tawanbarkirina hev bi xiyanet û girêdayîna bi dezgehên istixbaratê ve. Heta berî demekê di destpêka xwepêmşandanên gelê Sûriyeyê de, te devê kê vedikir digot ew kesên li derve siyasetê dike heke bi rastî siyasetmedar be bila were keremke dakeve kolanê û bide pêşiya gel. Kesê ku ev bang bersivand an jî bi biryareke ji rêveberiya partiya xwe tevî hevalên xwe hatin û ketin nava xwepêşandanên Sûriyeyê û li kolanên welat pêşingiya xwepêşandanên mezin kirin serokê partiya PYD M.Salih Muslim û hevalên wî bûn.

Piştî ku rêveberiya PYD hat welat û pêşengiya gelê xwe kir bi dehhezaran gelê xwe bi xwepêşandanên bi heybet daxistin kolanan êdî hin kes û partiyên ku bingeha wan din ava gel de tuneye û nikarin 10 kesan bînin ba hev dest bi şerê vê partiyê kirin û bi derew û bêbextiyan dixwazin rastiyan berevajî bikin. Lê van hewildanên pûç PYD’ê û rêveberên wê ji bîrdozî û îsrara wan dûrnexist û bi hewildanekê balkêş PYD dikaribû bi derdora 8-9 partiyên din re bê ba hev û bi hevre deklerasyoneke ji 10 xalan ku tê de çareseriyek demokratîk ji rewşa Sûriyeyê re tîne ziman biweşînin.

Ev hevgirtin û yekitiya tevgera siyasî ya gelê kurd li Rojavayê welat hişt ku hikûmet jî bi rengekî din nêzî wan bibe û li riyên çareseriyê bigere. Ez tiştekî ji wan nexweşan re nabêjim û hêviya pakbûna wan jî ji wê nexweşiyê nakim ji ber êdî temenê wan jî derbas bûye û tu hêviya k udi pêşerojê de tiştekî pask bikin jî nemaye.

Lê tenê ez dixwazim hinekî ji wan re hin rastiyan bînim ziman. Tu kesek ji wan bi qasî PYD xwedî girseyeke gel a mezin tuneye. Kesek ji wan nikare wekî PYD di rojekê de bi hezarên hevalên xwe daxîne kolanên hemû bajarê rojava û hin bajarên Sûriyeyê jî wek Reqa, Heleb û Şamê. Ez bawerim ku hejmara girtiyên PYD ji hejmara endamên partiya wî kesê ku zimandirêjiya li PYD dike zêdetire ji ber derdora 600 girtiyên siyasî ê vê partiyê hene. Ji bilî gelek endamên partiyê 7 rayedarên payebilind ê vê partiyê ji alî hêzên tarî ê dewleta Sûriyeyê hatine tesfiyekirin. Girtiyên siyasî ên vê partiyê derdora 10 sal zindan li wan tên birîn bi tewana ku dixwazin parçeyek ji vî welatî bi ser welateke din vekin û ev tyek ji bo tu girtiyên din ên partiyên din ne wiha ye.

Êdî divê hinekî mirov destê xwe deyne ser wijdanê xwe û hinekî berfireh bifikire û bercewendiyên neteweyî yên gelê kurd bide pêşiya hemû bercewendiyên din ên teng û şexsî û wiha tevbigere.

Firsendên dîrokî carekê tên pêşiya mirov heke mirov jê sûdê negire dibe ku êdî qet firsendeke din wiha bi destê mirov nekeve.