1. Tekst

  2. Gotar

  3. Henîfe Hisên
  4. Li Efrînê çi diqewime?
Li Efrînê çi diqewime?,li,efrînê,çi,diqewime

Li Efrînê çi diqewime?

A+ A-

Kantona Efrînê ji 3 aliyê xwe ve di sînorê Bakurê Jurdistanê de ye, aliyekî xwe ve jî sînorê İdlib milê din ve jî bi Ezazê ve girêdayî ye. 
Ji destpêka şoreşa Rojava û Sûrî de ji her çar aliyê xwe ve di nava dorpêçek giran de ye. Ev dorpêç aliyên wê ên siyasî, leşkerî û aborî hene, di hêla siyasî de bi konsepteke gîştî ya di navbera hêzên hegemonîk de hatî amedekirin ve tê meşandin, ev bi armanca qutkirina vê Herêma Kurdistanê a bedew û dewlemend ji kantonên dine. Çima dixwazin? Dema hersê kanton negînin hevdu, wê demê weke erdnîgarî û civak nabe yek, dema nebe yek sitatuyek siyasî ya gelê me nayê misoger kirin. Ji bo vê hîn ji destpêka şoreşê ve politîkayên sîstematîk rê li ber valakirina herêmê ji gel vekirin. Bi vê armancê di hêla leşkerî de dewleta Tirkî li hawîrdora sînorê kantonê bi hezaran leşkerên xwe, tank û topên xwe bi cî krine û di her firsetê de hemwelatiyên kantonê didin ber gulan û dukujin. Heya naha bi sedan hemwelatiyên kantonê jiyana xwe ji dest dane. Ji hêla din ve jî dewleta Tirkiyê bi piştgirya xwe ya bi çetên El Nusra û DAİŞ bi wekalet şerik li herêmê daye meşandin û di vê dema dawî de jî di bin navê Tirkmanan de Taburên bi navê Sultan Murad li Tirkiyê  amede kirine û ji bo herêmê  şandine. Li ser vê herêmê ji Efrîn heya Cereblusê ku weke başûrê Firatê tê naskirin, bi awayekî veşartî bi hêzên Koalîsyonê re jî li hev kirine. Ev rewşa dorpêçkirinê di aliyê aborî de jî bandora xwe bi awayekî neyînî li ser herêmê kiriye. Dibe sedema ku gelê me nikaribe debara jiyan xwe bike û serî li rê yên koçberî bide.
Bê goman ev hewldan û konseptên ku ji hêla dewleta Tirkiyê û hêzên cîhanî ve hatiye amedekirin, bi armanca kûrkirina nakokiya etnîkî û şerê navxweyî ve tê meşandin. Ji hêla din ve jî ew xeta navbera Ezaz – Cereblus weke 90 k.m yekane deriyê fermî bi Tirkiyê re yê ji bo El Nusra vekiriye û desteka bi DAİŞ re di wê xetê re tê. Hêzên ku îro di Sûriyê de li dijî terorê di şer de ne, vê yekê pir baş dizanin. Ger ew xet ji kontrola Tirkiyê û terorîstan derkeve, wê DAİŞ lewaz bibe û girtina Reqa û Dêrizorê jî hêsanî bên girtin. Lê ew hêz jî wê herêmê mîn qoz li hember hevdu didin bi karanîn û pê hevsengiyan diparêzin. Dema ev pilanên bi qirêj û hesabên van hêzan ne bin, Efrîn dibe xwedî rolekî mezin, mîna Kobanê û Cizîrê, navbera Efrîn û Kobanê jî ve dibe, Rojava xweser û Sûriya demokratîk re dibe modêl. Sûriyê demokratîk nebe, ji terorê rizgar nebe, Efrîn û Rojava jî bi awakî xweser nikarin jiyan bikin. Ji ber êdî her tişt di jiyanê de ji yekane û gerdûnî pêk tê, bê hevdu nabin, çareseriyên herêmî û gerdûnî bi hevdu ve girêdayîne. Naha hemû hewildan û keda me ji Efrîn heya Cizîrê, heya tevahî bakurê Sûrî azad bibe û çareseriyek demokratîk, ser hîmê jiyana hevbeş bê avakirin. Em di vê de bi biryarin û wê tekoşîna me berdewam bike.


Gotinên miftehî :