1. Tekst

  2. Gotar

  3. Necîbe Qeredaxî
  4. Li Kurdistanê destkeftiyên mayînde
Li Kurdistanê destkeftiyên mayînde,li,kurdistanê,destkeftiyên,mayînde

Li Kurdistanê destkeftiyên mayînde

A+ A-

Li beşên Kurdistanê hemûyan, ev zêdetirî 40 salan e ku têkoşîneke bênavber ji bo nasname, statû, maf û azadîyan tê kirin. Ev têkoşîn bi rêbazên cûda gihîştiye qonaxeke giring. Êdî Kurd li herêmê ne piyon û lîstika hêzên din in lê ew leyistikvanê sereke ne û di asta navnetewî de aktorên bingehîn in. Ti hêz nikare bêyî liberçavgirtina Kurdan siyasetê li herêmê bike. Ya herî giring ew e ku tevgera azadîya gelê Kurd bi modêla xwe ya çareseriyê gel li navenda têkoşînê bi cih kiriye û ew kiriye xwediyê vê modelê; gel bi xwe wê bi pêş dixe û mayînde dike. Berevajî sosyalîzma sovyêta berê  partiyên siyasî êdî ne armanc in lê navgîn in. Ev model serweriyeke mezin ji bo tevgera azadîya gelê Kurd e. Ne bi tenê di asta Kurdistanê de lê di asta cîhanî de jî.

Li Kurdistanê jî ew partiyên siyasî yên van guhertinên dawî rast bixwînin, dikarin model û siyaseta xwe bi pêş bixin, naxwe wê gel wan li dûv xwe bihêle. Lê şaşîtiyek di xwendina destkeftîyên gelê Kurd de heye ku hêjayî şîrovekirinê ye. Dema qala destkeftên gelê Kurd tê kirin bi tenê tiştên girêdayî ax û kontrola ser axê weke pîvana destkeftinan tê dîtin.
Tê gotin li Başurê Kurdistanê "azadî" heye û êdî Kurd xwe bi xwe birêve dibin û xwedî ax, petrol, hukûmet û Parlemana xwe ne, lê nayê gotin bi kîjan modelê xwe birêve dibin û cihê gel, jin, edalet, wekhevî, şefafbûn û demokrasiyê li ku dera vê modelê cihê xwe digirin.
Dema sîstem demokratîkbûna hundirîn pêk bîne, wê bibe destkefteke mayînde. Dema kuştina jinan li vê Beşa Kurdistan bigihêje asta komkujîyekê, hingê şik û guman ji wan destkeftiiyan tên kirin. Li gorî statîstîkan di nava 23 salan de hejmara jinên li Herêma Kurdistanê hatine kuştin, sê caran ji hejmara qurbaniyên komkujîya Helepceyê zêdetir e.
Tê gotin, va ye li Rojavayê Kurdistanê gel xwe bi xwe bi rêve dibe û li ser axa xwe êdî xwedî her tişt e,  lê nayê gotin ka li derveyî Rojava gelê Kurd çawa van destkeftinan biparêze. Li hemberî destkeftiyên neteweyî xetên sor çi ne? Kî van xetan binpê dike? Gelo çi helwest li hemberî hin helwestên bi tehlûke tên nîşandan? Mînak, xendeq û ambargo...
Îro jî li bakurê welêt hejmara şaredariyên di destê Kurdan da bû 101.  Bajarê Agirî yê sembola serhildanên dîrokî vegeriya hembêza gelê xwe û 36 Perlemanterên Kurd û hêzên demokratîk nîşana destkeftineke dîrokî ne. Ev destkeftin ne bi tenê ax, nîşana avabûna modela gel û mirovê azad e.
Yên van destkeftinan nabînin û destkeftinê bi tenê bi kontrola axê ve girê didin û dipirsin  "lingên we li ser erdê ne? " Divê bi şiîra Şaîrê Kûrd A. Peşêw bersiva wan were dayîn. " Ku dibêje;

Serbazê Bênav
dema heyetek diçe derekê
li ser gora serbazên bênav
çelengeke datîne
lê sibe
dema heyet bê welatê min
ji min bipirse
li ku derê ye gora serbazê/a bênav
dibêjim
ezbenî
li paravê her coka avê
li ber ferşê her mizgeftêkê
her dêrêk
her şikeftêk
li bin her lata çiyayekî
li bin dara her baxçeyî
li vî welatî
li her bosteke vê erdê
li bin her ewra li asmanî
netirse
hinekî xwe bitewîne
çelenga xwe deyne

Belê ev sermaye û têkoşîn di riya wan dedestkefteke mezin e ji bo pêşeroja me. Jixwe destkefta herî mezin li Rojhilata Kurdistanê bibîranîna têkoşerên bêtirs li zindanên Îranê ne ku bi cesaret û berxwedana xwe riyên nû ji bo têkoşîna demdirêj vekirine. Mînakên wan jî F. Kemanger û Şîrîn Elemhulî û hevalên wan in. Ew dewama xelekên têkoşînên dîrokî yên vî beşê Kurdistanê ne.