1. Tekst

  2. Daxuyanî

  3. Nîjad Arda
  4. Li ser nivîsa Sîdar Nûxak daxuyaniyek girîng
Li ser nivîsa Sîdar Nûxak daxuyaniyek girîng,li,ser,nivîsa,sîdar,nûxak,daxuyaniyek,girîng

Li ser nivîsa Sîdar Nûxak daxuyaniyek girîng

A+ A-

Pêşveçûn û kamilbûna civakan weke mînakên xwe yên li hemû welatan bi rêxistin û saziyên demokratîk, pê re jî bi îradeyek siyasî ve girêdayî ye. Desthelata siyasî ji bo ku civaka xwe biparêze û bi pêş ve bibe, di encamê de jî bigihîne radeya bajarvaniyê sazî û dezgehên xwe ava dike bi rê ve dibe û piştgiriya wan dike. Di hemû civakên demokratîk de tevî sazî û dezgehên fermî, yên serbixwe û sivîl jî, ji heman armancî re xizmetê dikin. Jiyandina dîtin û ramanên cihê û parastina birêxistiniya wan weke peywireke esasî ya desthelatê hatiye pejirandin li welatên demokratîk. Di rastiya xwe de ev çandeke nûjen a demokratîk e û bingeha pêşveçûnê ye jî. Girîngiya sazî û dezgehên sivîl di dîroka hemû welatên demokratîk û pêşveçûyî de aşkere ye.

Avakar û piştgirên Amîdakurd û Perkurdê jî li ser vê bingehê dest bi kar û xebatên xwe kirin. Armanc, parastin û pêşvebirina çand, ziman û wêjeya Kurdî bû. Di demeke kin de bi riya malperê xwe gihandin gelek nivîskar, şair û rewşenbîran. Belê pîvanên malperê hebûn, ev jî di nivîsa destpêkê de hatibûn diyarkirin. Aktualîte û siyaset ne karên vê malperê bûn. Armancên tespîtkirî karên malperê yên sereke bûn. Tevî vî awayî jî dildariya wan a bi têkoşîna neteweyî re, ne tiştekî veşarî bû. Jixwe ev yek xwe di hemû nivîs û beyanên malperê de jî aşkere dikir. Perkurd jî li ser heman esasan hate avakirin û xebatên xwe meşand. Di demeke kin de jî gelek projeyên girîng afirand û bi rê ve bir. Xebata Perwerdehiya li ser İnternetê jî yek ji van projeyan bû. Ji bo meşandina vê projeyê bi gelek saziyên Kurd û bi ABF a Swêdê re peyman hatin danîn. Xebat her berdewam bûn.

Di vê pêvajoyê de sê hevalên me ku ji destpêkê ve di nav van kar û baran de bûn ji ber sedemek ne diyar xwe ji van xebatan vekişandin. Em dibêjin sedemek ne diyar, ji ber ku ev her sê heval bi tu awayî sedemek nîşan nekirin. Ev jî bû sedemê ku ji her seriyek gotinek belav bibe û mixabin mijar bibe mijarek gotegotê.
Ji serî ve me bang li van hevalan kir ku sedemên veqetîna xwe bi raya giştî re parve bikin. Lê bêdengiya hevalan domand.

Me hezir kir ku wê hinek kes li ser navê me hin agahiyên nerast belav bikin. Li ser vê yekê me daxuyaniyek di malpera amîdakurd.com de belav kir. Bi vê beyanê me diyar kir ku em agahiyek taybet nadin tu kesî û ji xeynî vê beyanê çi agahî belav bibin ne rast in û bi me ve girêdayî nîn in. Ev tewra berpirsiyariya rewşenbîriyê bû.

Mixabin tevî vê hewla me jî, me nikaribû rê li ber van gotegotan bigirin û li gelek cihan gelek axaftinên ne rast hatin kirin û di dawiyê de jî nivîseke Sîdar Nûxak di Hemdemê de weşiya. Sîdar Nûxak li gorî xwe meseleyê dinirxîne û sedemên hilweşîna saziyên Kurd bi têkiliyên tarî ve girê dide û di mêjiyan de fikrên nerast diafirîne. Weke ku me diyar kir sedema veqetîna hevalên me ji alî me ve ne diyar e. Li aliyê din neheqiyeke mezin e ku ev hevalên me bi tiştekî wiha bêne tewanbarkirin. Belê li gorî dîtina me tewreke ne baş derketibe holê jî em ne van hevalên xwe ne jî keda wan a mezin nikarin binpê bikin û destûr nadin tu kes jî tiştekî wiha biceribîne. Li aliyê din ne Amîdakurd û ne jî Perkurd hilweşiyane. Rêveberiya van herdu saziyan niha îstîfa kirine, lê wê kongreyeke awarte pêk bê û bi dû re çi biryar bêne girtin wê bi raya giştî re bêne parvekirin. Ji xwe encama civîna ku rêveberiya van herdu saziyan lê  îstîfa kiribûn, ji sazî, dezgeh û hin rewşenbîrên ku hevkarî bi wan re hatibû kirin re di 6ê tebaxa 2007an de hate şandin.

Li aliyê din ji bo birêz Abdullah Demirbaş û dostê hêja Rêzan Tovjîn jî riya nîqaşek bêbingeh hatiye vekirin. Ne rêzdar Abdullah Demirbaş û ne jî Rêzan Tovjîn heta niha bi komployek wiha nehatibûn tewanbarkirin. Herdu jî rûsipiyê civaka xwe ne. Şerm e. Herdu jî têra xwe hatine êşandin. Rewşa wan diyar e. Divê êdî kurd pişta xwe nespêrin komplo û gotegotan. Bes e!..

Daxwaza me ew e ku, herkesekî li gorî xebat û xizmetên wan binirxînin. Mijarên gotegotê tu kes û civakî bi pêş nexistiye û naxe jî. Berevajiyê wê ev yek kes û civakan dejenere dike û têk dibe.
Silav û rêz.

Nîjad Arda

Têbinî: Can Şeker, Bîrgul Ozbariş û Mahabad Arda jî, ji ber ku niha êdî ne di rêveberiya Perkurdê de ne, lê li ser navê xwe tevlî nivîsara ku li jor hatiye nivîsîn dibin.
- Min ev nivîs bi taybet ji hemdem.com re nivîsî û ji wan re şand, lê ji ber grîngiya mijarê me di amîdakurd.com de jî weşand.