1. Tekst

  2. Ziman û Perwerde

  3. Bahoz Baran
  4. Li Ser Pirtûka Rêziman û Rastnivîsa Zaravayê Kurmancî Nirxandînek -II-
Li Ser Pirtûka Rêziman û Rastnivîsa Zaravayê Kurmancî Nirxandînek -II-,li,ser,pirtûka,rêziman,û,rastnivîsa,zaravayê,kurmancî,nirxandînek,ii

Li Ser Pirtûka Rêziman û Rastnivîsa Zaravayê Kurmancî Nirxandînek -II-

A+ A-

Di nivîsa yekemîn de, ez li ser hin kêmasî û çewtiyên berbiçav ên pirtûka birêz Samî Tan sekinîbûm. Ew nivîs berdewamiya rexne û nirxandinên par bû. Di vê nivîsê de, ez ê li ser hin kêmasî û çewtiyên dî bisekinim:  Mijara cînavkên xwedîtiyê, cînavka girêkî, hevalnavê û  hokerê.
 

1.      CÎNAVKÊN XWEDÎTIYÊ
Ez pêşî raveya pirtûka brz. Samî Tan ragihînim:
“Di kurdî de bi serê xwe cînavkên xweditiyê nîn in. Lê belê veqetandek û hin cînavkên bireser digihîjin hev, ji wan, cînavkên xweditiyê pêk tên:
Mînak:    a min, a te, a wî,/wê, a we, a wan                     
                
a vî, a vê, a van
                     
                
ê min, ê te , ê wî/wê, ê me, ê we, ê wan….”
                      

Brz. Samî Tan, cînavkên pêwendiyê(a, ê, ên
), bi koma cînavkên diyarkirî-xweditiyê re bi kar aniye û ji wan re gotiye ‘cînavkên xweditiyê’. Halbûkî xwedîtî, tenê bi koma cînavkên diyarkirî bi dest dikeve.
                     

Jixwe cînavkên diyarkirî(min,te,wî/wê,me,we,wan), cînavkên xweditiyê ne. Celadet Elî Bedirxan jî vêya, wisa vegotiye. Ne hewce ye ku bi cînavkên pêwendiyê re bên bikaranîn:

Mînak:     Mala min                                           
                
Çiyayê me

Di van her du mînakan de, xwedîtî heye û  xwedîtî ji ber cînavkan pêk hatiye. Cînavkên pêwendiyê jî nehatine bikaranîn. 

Cînavkên Pêwendiyê                     

Ev di eslê xwe de veqetandek in, lê ji ber ku raveber ji holê radibe, ev qertaf dewsa wê digirin û hevbendiyê didomînin, pêwendiyê çêdikin, dikevin şûna peyvê.

Mînak:       a dibistanê                                           
                  
ê pirtûkê
                                           
                  
ên Leylayê
                     

Di van her sê mînakan de jî diyar e ku, qertafên “a, ê, ên”ê peywendî çêkirine. Loma jî divê cînavkên xweditiyê û yên pêwendiyê neyên tevlihevkirin. Şaşiya pirtûkê ew e ku, mijara ‘cînavkên xweditiyê’ bi ‘cînavkên pêwendiyê’ ve girê da ye. Cînavkên pêwendiyê dema ku bi cînavkên xwedîtiyê re bên bikaranîn, ciyê ew tiştê ku mirov xwediyê wî ye digirin. Pê re pêwendiyê çêdikin.

Mînak:
      Hevala min     a min                                           
                  
Hevalê min     ê min
                                           

                  Hevalên min   ên min                     

Ji van mînakan jî diyar e ku, ev qertaf pêwendiyê çêdikin, dewsa raveberê digirin, hevbendiyê didomînin.

2.      CÎNAVKA GIRÊKÎ-(KU)?                       

Ravekirina brz. Samî Tan ya pirtûkê ev e: “Cînavka girêkî, du hevokan bi hev ve girê dide. Bo nimûne: “Min mirovek dît, ew mirov birayê hevalê min bû.” Mirov dikare  van her du hevokan bi alikariya cînavka girêkî /ku/ bi hev ve girê bide.
                     

Wate: “Mirovê ku min dît, birayê hevalê min bû.” Hevokeke dî: “Tiştê ku ji min re got rast derket.”
                     

Tiştê balkêş, raveya ku brz. Samî Tan kiriye ne ya cînavkê ye, ya gihanekê ye! Mijar jî cînavk in. Gotiye wan ‘digihîne’ hev. Ê ku wan bigihîne hev dibe gihanek, nabe cînavk. Cînavk jixwe ji navê xwe diyar e, ciyê navan digire.          Dema ku em bala xwe didin mînakên ku hatine dayîn jî, em dibînin ku mînak li hev nakin. Di mînaka jor de du hevokên serbixwe hene, di mînaka jêr de, hevokek ji wan dibe gotineke qalibî. Ka hevokan digihand hev?
    

               
Min mirovek dît, birayê hevlaê min bû.”
                     
               
Mirovê ku min dît, birayê hevlaê min bû.”
Gihaneka “Ku”yê                     

Ku “Ku” wekî cînavk bê dayîn, ev dê bibe şaşiyeke mezin. “Ku” ne cînavk e, gihanek e. Hevokan û qalibên peyvan digihîne hev. Tenê dema ku bibe navê ciyekê, dibe cînavk. Wekî dî, her tim gihanek e. Di raweyan de jî  şertê çêdike.

Mînak:   Hevalê ku hat.                 (Gihanek-lêkernava rengdêrî-qalib e)       
               
Dema ku diçû.                (Gihanek-lêkernava hokerî-qalib e)
       
               
Ez hatim ku te bibînim.     (Gihanek- du hevokan gihandine hev)
   
               
Ku tu werî, ez ê jî bêm.    (Raweya şertî)

“Ku” tenê dema ku di şûna “ciyek”î de bê bikaranîn dibe cînavk, wê çaxê jî dibe cînavka pirsiyariyê:

Mînak:    Tu çûyî ku? 
                 E
z çûm malê.
 

3.      HEVALNAV                     

Di mijara hevalnavan de jî şaşiya ku tê kirin ev e: brz. Samî Tan hinek peyv ji binyada xwe ve wekî hevalnav nîşan dane. Lê peyv, li gorî peywira ku hildigirin ser xwe, dibin hevalnav, ne ku ji binyada xwe ve hevalnav in. Di ravekirina pirtûkê de hatiye gotin: ” Her wekî ji navê wê diyar e, hevalnav tê ber navdêran û reng, dirûv û teşeya wan vedibêje. Hin caran hejmar û maweya wan vedibêje.” Ji vê raveya pirtûkê jî tê fêmkirin ku hevalnav tena serê xwe çênabin. Rave û mînakên ku hatine dayîn li hev nakin.
 

Mînakên rast hene di pirtûkê de; lê mînakên ku şaş hatine dayîn jî ev in:  

Ev dar hişk e, hevalên min jêhatî ne, birayên min delal in, xaniyê me fireh e, birayê min serhişk e, dara gûz bilind e, ev dar ji hemûyan bilintir , hesin ji pembû girantir e…
   

Di van mînakan de ravek çênebûye ku hevalnav çêbe. Ji xwe me di nivîsa xwe ya dî de jî dabû diyarkirin ku gelek mînakên ku wekî ravekên rengdêran hatibûn dayîn jî, ravekên navdêran bûn.

Peyv li gorî Pewyirê      

Peyva “xweş”ê dibe ku bibe hevalnav, dibe ku bibe hoker, dibe ku wekî navdêr jî bê bi karanîn. Ev peywir in.

Mînak:  Xwarina xweş    (Bû hevalnav, ji ber ku navê nimand, ravek jî çêbû.)  
              
Xweş dixwe.     (Bû hoker, ji ber ku lêkerê bi lêkerê re têkil bû.)
 
              
Ev dar, xweş e  (Bû navdêr, bi tena serê xwe hat bikaranîn.)
 

Neyîniya Hevalnavan

Bi vê babetê ve girêdayî, neyîniya hevalnavan jî di pirtûkê de dîsa şaş hatiye dayîn:

Mînak:  Ev xwarin ne xweş e,       Ev gotin ne hêja ye, 

Di van her du mînakan de jî neyîniyên navdêran hatine dayîn; ne yên hevalnavan.

Ji bo yên hevalnavan, mirov dikare wiha mînak bide:

              
Hevalê xweş       Hevalê nexweş

Hevalnavên Pirsiyariyê 

Divê mijarê de jî pirsên ku hatine dayîn, hevalnavê nadin, pirs şaş in. Pirs dema ku tê kirin, divê di forma hevalnavê de be û bersiv jî dîsa divê hevalnav be. Lê em di mînakan de vêya nabînin.

Çend mînakên ku hatine dayîn ev in:

Mînaka yekemîn:

Li bajêr bihayê nên giran e.
Bihayê nên çawa ye?
Giran e.

Mînaka diwemîn:
Dara gûzê bilind e.
Dara gûzê çawa ye?
Bilind e.

Ev her du mînak jî şaş in; lewre pirs jî ne hevalnav e, bersiv jî. Mirov dikare bersivên cuda jî bide van pirsan. Lê di heman mijarê de mînakeke rast jî hatiye dayîn:

Elî hevalekî qenc e.
Elî hevalekî çawa ye?
Qenc e(Divê bersiv jî bibûya ‘hevalekî qenc’ bûya.) 

4.      HOKER 

Em dema ku bala xwe didin mijara hokeran jî, kêmasî û şaşî derdikevin pêşberî me. Bi taybetî mînakên ku hatine dayîn li mijarê nakin.

Hokerên Demê

Mînakên ku di vê mijarê de hatine dayîn û şaş in ev in:

Roj bi roj doz geştir dibe.
Sal bi sal karê me ber bi başiyê ve diçe.

Her du mînak jî têkildarê hokerên çawaniyê ne. Peyvên demê, di wateya çawaniyê de hatine bikar -anîn.

Hokerên Cî  û Bergehê 

Di vê mijarê de jî, tevliheviyek heye. Ji bo ku peyv bibin hokerên cî  û bergehê divê ji binyada xwe ve cî û bergehê nîşan bidin. Lê brz. Samî TAN her navên ku ciyek nimandine, kirine hokera cî û bergehê.

Mînakên ku hatine dayîn:
Ew diçe gundê me.
Mamosta ji dibistanê tê.

“Gundê me”  û “Ji dibistanê” mirov dikare bibêje dibin têrkera  cî. Ji bona ku bibe hokera cî û bergehê, divê peyv ji binyada xwe ve cî û bergehê nîşan bidin:

Ew diçe jor.
Ew ji wir ve hatin.
Ji ser rabe.

“Jor”, ”ji wir ve” , “ji ser” ji binyada xwe ve cî û bergehê nîşan didin, mirov dikare bibêje ku hokerên cî û bergehê ne. 

Hokerên Çendanî û Hevrûkirinê 

Di vê mijarê de jî, hin mînak şaş hatine dayîn.  Ew mînak dikevin mijara hokerên demê û çawaniyê:

Du mînakên ku hatine dayîn:
Deh bi deh gûzan dixin tûran.
Car caran bi min re xwarinê dixwe

Mînaka yekemîn bersivê dide pirsa “çawa”yê û dibe hokera çawaniyê.
Mînaka diwemîn jî bersivê dide pirsa “kengî” yê û dibe hokera demê.

Bahoz Baran
[email protected]