1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ezîzê Cewo
  4. LI SER R’ÊYA AVAKIRINA YEKÎTÎYA NET’EWÎ
LI SER R’ÊYA AVAKIRINA YEKÎTÎYA NET’EWÎ,li,ser,r,êya,avakirina,yekîtîya,net,ewî

LI SER R’ÊYA AVAKIRINA YEKÎTÎYA NET’EWÎ

A+ A-

Ezîz ê Cewo

Hemû net’ewên cîhanê jî pêwîstîya wan bi yekîtîya civakî ya navxweyî heye, ji ber ku ew yekîtî ye, ku her net’ewekê li ser p’êyan dihêle û wek net’ew diparêze. Ez dibêjim, ev pirsek e, ya ku ji hêla t’u kesî yan k’omên kesan va naê govtûgokirin – ji k’ê jî bipirsî, bers’va wan wê erênî be. Lê xwesteka li ser bingeha hestî tiştek e, têgihîştina pirsê û r’êyên ç’areserîya wê – tiştekî din. 


Dibe ku îro di cîhanê da net’ewên wisa kêm hebin, yên ku li ser r’êya avakirina yekîtîya net’ewî ewqas pirsgirêk û astengîyên wan hebin, çiqas yên k’urdan in: k’urdên misulman, yên êzdî, xaçparêz, yehûdî; û di nav misulman da jî – yên sunnî, şiî, elewî, neqşbendî…; û ewqas zarav û devok: kurmancî, soranî, zazakî (dimlî), goranî, lorî, hewramî…; ewqas partî û r’êxistinên siyasî bi dîtinên xwe yên cuda va; û ji bilî vê – K’urdistana çarparç’ekirî, leystok û delk’ û dolabên derdorên me û yên navnet’ewî… A, dema em, wek net’ew, di derbarê avakirina yekîtîya net’ewî da didin heşê xwe, dive van hemûyan li ber ç’avên xwe bigirin. Îro pêwîst nake, ku em xwe bi xewner’ojkan t’êr bikin. Divê em r’êyên praktîk ji bo derbazkirina van hemûyan biger’in û bibînin. 


 Min ev hemû r’êzkirin, ne ji bo wê, ku em xwe bitirsînin. Na xêr! Ji bo ku em pirsgirêkên xwe nasbikin, û li r’êyên ç’areserîya wan biger’in. 


Hema di sêrî da bibêjim, her çiqas ewçend pirsgirêk hene jî, dema ew hemû di “yekîtya” xwe va dertên pêşîya mirov, bi carekê va bi tirs û t’ehlûke tên xuyan, lê dema mirov pêşk’etinên welêt tîne ber ç’avan, dema em hêdî-hêdî fêr dibin, li cîyekî bicivin – bi hemû ol û olza, p’arç’e û xetên xwe yên siyasî va û amade ne, li ser r’êyên avakirina Mala xwe ya net’ewî, ya ku nave wê Yekîtî ye, biaxêvin, ev tê wê wat’eyê, ku em, wek net’ew, ji bo Yekîtîyekê amadene. 


Pêşîyên me bi dutîretîya di nav xwe da welatê xwe ji destê dagerkeran va berdan. Û sedên salan hatin û bihurîn, û gelê me her carê berên wê dutîretîyê tamdikirin û îro jî tam dike. Me êş û azarên wê dutîretîyê dîtin: welatekî çarp’arç’ekirî, bindestîya bêr’ûmet, r’eşkujîyên Gelîyê Zîlan, Ç’îyayê Agirî, K’oç’girî, Mehabadê, Helebcê, Qamuşloyê, Amûdê, Amedê, Siwasê û…, ez k’îjanê bîbêjim, k’îjanê nebêjim – ya seranserê K’urdistanê. Divê ewqas bihata serê me (yan me bi xwe anî serê xw?), heya ku em têbigihîştina, ku Yekîtîya Net’ewî me divêt. 


Û ji bo ku vê r’ewşa gelê me, wek ku heye, wisa jî bihêlin, li dijî me li ser astên herêmî û navnet’ewî yekîtîyên cuda hatin sazkirin: yekîtîyên dijî k’urd! 


Lê di r’ewşeke weha da, wek prênsîp, dema di cîhanê da li dijî me-k’urdan yekîtîyên cuda tên sazkirin, di nav stratêgêya net’ewî da ji bo me ji bilî YEKÎTÎYA NET’EWÎ tiştekî din nikare hebe! Hebûna gelê k’urd bi giştî, hebûna her p’arç’eyekî K’urdistanê, heya hebûna her k’urdekî t’enê jî, her dikare bi yekîtîya net’ewî misoger bibe! 


Emê t’enê bi yekgirtî bikaribin li hember van êrîşên navnet’ewî berxwebidin, xwe li ser p’êyan r’agirin û di vê cîhanê da bigihîjin mafên xwe yên mirovî û net’ewî û bikaribin, wek ku şanê net’ewên şaristanî yên xwedî r’ûmet dik’eve, bik’evin nava r’êzên net’ewên xwedî maf û dewlet. 

Ev – bi gelemperî li ser pirsa Yekîtîya Netewî! 

Me li jorê anî zimên, k’a çiqas pirsgirêk û astengî li ser r’êya avakirina Yekîtîya net’ewî hene. Her pirsgirêkek û her astengîyek r’êyên ç’areserîya xwe hene. Lê di nav wan da pirsgirêkek heye, ya ku ji bo yekîtîya net’ewê ji hemûyan girîngtirîn e. Mirov dikare bibêje, ew pirsgirêka serê hemû pirsgirêkan e. 


Gotina min di derbarê pirsgirêka zimên da ye. 

Ji bo ku mirov berev bibin yekîtîya xwe ava bikin, dive bikaribin bi hev r’a danûstandina daynin, di nav van p’êwendîyan da hêmana sereke (egr ne ya t’enê!) ziman e. Binihêr’in, ji bilî wê, ku k’urd bi çend zaravan û devokan diaxivin, her weha bi du alfabêyan dinivîsin – latînî û erebî (berê alfabêya bi tîpên kîrîlî jî hebû). Bi dehan r’ojname û kovarên me bi tîpên erebî û latînî têne weşandin, û ji vana p’ir’tir jî sayt (syte) û bilog bi van herdû alfabêyan hene. Û, k’a em binihêr’in, gelo çendek ji xwendevanên van nivîsan bi herdû alfabêyan jî dixwînin? P’ir’ kêm, heya li ser asta t’unebûnê! 


Dibe ku îro têgihîştineke siyasî û gîyanek a net’ewî me tînin bal hev, û em bi hesreta hezarê salan, hinek tiştan nabînin. Lê dema em li cîyekî berev bûn, me xwast bi hev r’a p’êwendîyên siayasî, çandî, k’armendî, zanistî, hunerî û yên din daynin, wê demê pêwîstîya p’êwendîyan dertê hole, ango, pêwîstîya bi zimanekî axavtinê! 


 Em dive ji nûva duçerxê (p’sîkêlêt) “ji ber xwe dernexin”, cêr’ibandinên cîhanê hene. Ji wana yek jî ya Yekîtîya Sovêtê ya berê bû. Panzdeh k’omar, ango, panzdeh gelên cuda, di nava Yekîtîyekê da bibûn dewletek a yekgirtî. Her k’omarekê di nav xwe da bi zimanê xwe jîyan dikir: p’erwerde, zaniest, huner û çand, r’êvebirî û serwêrî… Lê zimanê dewletê yê giştî r’ûsî bû: p’êwendîyên bi Navendê r’a û di nav k’omaran da bi r’ûsî pêk dihatin. Di her k’omarekê da zimanê r’ûsî yê duyem bû. 

Lê ya me çawan e? 

Wek ku tê zanîn, çend zaravên zimanê k’urdî hene. Û ev ne tiştekî nebînayî ye. Di cîhanê da gelek netewên xwedî dîroka kevnar, di zimanên wan da çend zarav hene. Û zarav jî ç’avkanîya dewlemendkirina zimanê wêjeyî yê fermî ne. Eger em bi heşmendî nêzîkî pirsê bibin, li vir pisgirkên ku ç’areser nebin, ninin. 


 Lê îro li ser r’êya ç’areserîya pirsgirêkên zimanê k’urdî dû helwest hene. Yek ew e, ku dibêje, dive em ji xwe r’a zimanekî net’ewî saz bikin, ya din nat’sîonalîzma teng a zarav û devokan derdixe pêş. Bi dîtina me herdu jî weke hev ne r’ast in. Eger em hemû zaravan daynin hêlekê û zimanekî ne bi xwezayî sazbikin û bi zorê li stuyê wan bialînin, wê demê çi ferqa me û dagerkeran, yên ku zimanê me qedexe dikin? Divê ev yek bi r’êya hilbijartina gel a xwezayî pêk bê, di nava pêvajoyek a demdirêj da. Û ev pêvajo jî, jixwe, bêyî destêwerdanekê an bir’yargirtinekê bi r’êyek a xwezayî pêk hatye: zaravên kurmancî û soranî gihîştine asta wêjeyî. Û ev ast e, ku dihêle, ku ziman, an zarav bibin zimanên fermî yên dewletê. Lê zaravên din, ew dewlemendîya zimanê k’urdî ne. Divê di herêman da ji bo wan hemû merc û derfet bên afirandin, ji bo ku ew dewlemend bibin û pêşbik’evin. Û dewlemendbûn û pêşk’etin jî dive li ser bingehek a k’urdî be. Eger ew p’eyvên bîyanî, yên k’etine nava hinek zaravên k’urdî bi yên k’urdî va bên guhar’tin (ev jî dive gav bi gav, berekêva pêk bê), ji xwe nav û termên (têrmîn) fermî yên dewletê, wêjeyê, çand û hunerê, p’erwerdeyê û zanistê wê hevbeş bin, û di vê pêvajoyê da gelek p’eyvên ji zaravan jî derbazî nav hev bibin. Û demê bê, wê p’eyv û bêjeyên hevbeş di nav zaravan da p’ir’tir bibin û bi xwezayî piştî demekê ew cûdayî wê di navbera zaravan da bigihîjin asta here nimiz û piştî nivşekê- duduyan ew k’urd, ên ku bi zaravên cuda diaxivin, wê axavtina hev bi hêsane têbigihîjin û bi hev r’a bik’evin nava p’êwendîyan. Ev jî wê bi demê r’a bibe berbi şêwegirtina zimanekî net’ewî yê yekgirtî. Ji bo vê demek a dirêj pêwîst dike. Û li vir sazîyên dewletê, yên zanistî-p’erwerdeyî dive vê pêvajoyê r’a alîkar bin, ne ku bir’yarên derî pêşketinên xwezayî ên zimên bigirin… 


 Lê, heya em bigihîjin vê astê, dive her yekî me bi têgihîştinî û bi r’êzgirtin nêzîkî van herdu zaravên me bibin (yên kurmancî û soranî), yên ku bi dîrokî bûne zimanê wêjeyê û r’êvebirîyê. Eger me karibûye zimanê bîyanîyan û dagerkeran fêrbibin, emê zaravên zimanê xwe fêrbibin…Dîsa dibêjim, em dive wek net’ew vê r’êyê bi xwezayî derbaz bibin, ne ku bi zorê… 


Ji bo ku ev pêvajoya bêyî pirsgirêkên mezin bimeşe, û k’urd bikaribin hêsantir bi hev r’a bik’evin nava p’êwendîyan, dive bikaribin weşanên bi hemû zaravan jî bixwînin, û ev jî wê ji hêla xwe va pêvajoya avabûna yekîtîya net’ewî hêsantir û zûtir bike. 


 Ev ji hêla xwe va ji me – k’urdan r’a dibêje, ku êdî dem pêr’a gihîştye, em hemû bi alfabêyekê binivîsin û bixwînin – wek net’ew. 


 Eger hemû k’urd heya r’adeyekê dikarin bi tîpên latînî bixwînin, ji ber ku wan hemûyan jî, her yekî ji hêla xwe va, di dibistanan da zimanekî ewropî xwendine, lê pirsgirêka tîpên erebî girantir e. Berê pêşin, ew bersîva sazîya dengan a hemû zaravên k’urdî nade. Û, ya din jî, me berê jî di gotarên xwe da nivîsîbû, ku „… alfabêya erebî  piştî êk’spansîya ereban li gelê me hatye ferzkirin. Ew hêmanek a erebkirina gelan bûye. Ev alfabê bûye ç’ekekê ji bo bişavtina çandî …“ (http://www.amidakurd.net/qunciknivis/d%C3%AEsa_li_ser_pirsa_alfab%C3%AA


Helbet, ev nayê wê wat’eyê, ku em dive dijî her tiştî bin, ên ku bi vê alfabêyê hatine afrandin. Ew çi ku bi vê hatye nivîsanndin, hebûna gekê k’urd e, ew dikarin bi tîpên latînî bên guhar’tin û bibin hebûna hemû k’urdan. Peyr’a k’urdên ku bi zaimanê erebî bixwînin, wê di nav gelê me da hebin, ewê êdî pisporên warekî dine bin. 


Lê k’urd jî, wek net’ew, xwedî maf in, ku hemû tiştên ku li ser r’êya yekîtîya net’ewî dibin asteng, derbaz bikin û tiştên ku bikaribin ji yekîtîya me r’a bibin p’ergala hevgirtinê, ji bo armanca net’ewî ya Mezin bik’arbînin. 


Ev dema îro her tenê vê ji me dixwaze!