1. Tekst

  2. Gotar

  3. Jîr Jan Amedî
  4. Li ser rêdîtineke çareseriya pirsgirêka Kurdistan
Li ser rêdîtineke çareseriya pirsgirêka Kurdistan,li,ser,rêdîtineke,çareseriya,pirsgirêka,kurdistan

Li ser rêdîtineke çareseriya pirsgirêka Kurdistan

A+ A-

Armanca vê nîvîsarê:

Armanca vê nivîsarê, nêrînên me yên li ser çareserkirina pirsgirêka dagirkirina Kurdîstanêye. Wek tê zanîn di heyva Rezberê de di bin çend xalan de Konferansa Îslamê Ya Kurdîstanî çêbû. (8 -9 Rezber 2012 – Amed). Ji van xalan ezê ramanên xwe yên li ser çareserkirinê bi we re parve bikim. Armanca nivisandina dîrokê, dîtin û ramanên me yên li ser nirxandina nêrînên ometî jî bixwe re tîne ziman. Bi vê rewşê armanca nivisandina kurtedîrokê jî tê ziman.

Xwendina gotarê: Berî şekle xwendinê dixwazim bibêjim di gelek cîhan de ev nivîsar bi destê min hate birrin. Min çiqas kin dikir bi awayekî bixwe dirêj dibû. Li gor rûpelên kovarê, weşandina bi carekî ne mumkin bû. Weşandina ji hev qetandî jî, ji bo miqata mijarê ewê ne baş bûna. Xwendina vê gotarê bi sisê awaya dibe. Yek ji vana xwendevanên ku bixwazin dikarin bi temamî bixwînin. Yek jî xwendina dîtinên me yên çareserkirinê ne. Şeklekî din jî, ev dîroka me aniye ziman bikolînin û mijarê dewlemend bikin. Kurd kîne?

Dîroka Kurda ya tê zanîn, digîhêje 3 hezar sal berî zayînê. Gelekî ji gelên rojhelata navîn in. Li Kurdîstan dijîn. Kurd li quntara çiyayên Zagrosê bi navên Gûtî, Lolo, Kasî, Mîtanî, Sobar, Nayrî, Manayî, Kurdok û Xaldî u hwd… jiyane. Ji derveyî Kurdîstan li Ermenîstan, Afxanîstan, Azerbeycan, Qazakîstan, Îsraîl, Lubnan, Rûsya, Turkemîstan û di rojhelata navîn de di gelek dewletên din de jî Kurd hene. Li ewrûpa û gelek deverên din jî bi hejmarên pir Kurd dijîn. Hejmara Kurdan 40-50 mîlyone. Bi Kurdî (Kurmancî, Zazakî, Soranî û goranî) dipeyîvin. Kurdî zimanekî Hînt-Avrûpî ye. Di rewşa îroyîn de, di nava Kurdan de gelek dîn û bawerî hene. Wek Misilman, Ezîdî, Zerdeştî, File û Cihû… Bi giranî Misilmanin û ehl-î sunet in. Hejmarek pir elewî jî hene. Kurd jî wek gelek neteweyan di jiyana xwe de xwediyê taybetiyên cuda ne. Neteweya Kurd xwediyê desthilatî, wêje, zanyarî û çandê bûye herwiha digel politikayên dûrî însanî û îmhakirin jî bi çanda xwe ya xurt û bi taybet li ser piya maye.

Kurdîstan:

Navê welatê Kurdan e. Di salên 700 heta 550'yê berî zayînê de dewleteke bi hêz a bi navê "Med" damezirandine. Ji Imparatoriya Medya vir de, di pêşveçûna şaristanî û bazirganiyê de herwisa di dîroka mirovatî de gelek alîkarî kirine. Di rojhelata navîn de tixûbê Kurdîstan gelek caran bi armancên cuda ji hev hatine qetandin. Navê Kurdîstan li gor zanînên me, cara yekem ji aliye Selçûqiyan hatiya bikar anîn. Li gor hinek dîrokzanan ev ne rast be jî, li bi hindikayî ev navekî fermiye. Selçuqiyan di sedsala 11’an de Hemedanê wek Kurdîstan bi nav kirine. Kurda gelek dewletan ava kirine. Bes navê Kurdîstan bi tevayî li werlatê Kurda nehatiye danîn. Ji hinek hereman re hatiye gotin. Li gor dîrokzanan ev bixwe jiyana Kurda ya bextreş nîşan dide. Kurdîstan li ser rêya koçberî û bazirganiyê cîhekî pir girîng digire. Bi vê rewşa xwe bi êrîşên Helen, Rom, Bîzans, Ereb, Fars û Osmaniyan re rû bi rû maye. Van êrîşan tim Kurdîstan talan kirine û di jiyana gelên Kurdîstanî de pir zor û zehmetî û astengî derxistine. Bi pejirandina dînê îslamê bextê Kurdîstaniyan jî diguhere. Ji aliyekî êrîşên Ereban zêde dibin, ji aliyê din de Ereb Kurda dikin mertalê êrîşên ewrûpayiyan, ên ku bi seferên xaçiyan tên bibîranîn. Ji bo ku Kurd di rojhelata navîn de bi serê xwe mabûn û bûbûn misilman, ji Bîzansiyan re bûbûn neyarê herî peşîn. Bîzansiyan gelek caran êrîşê Kurdîstan dikirin. Kurd tim di bin gefan de bûn. Têkîliya Kurdîstanî û û Tirka bi awayî hevkarî di demeka ewha de destpê dike. Di 1071 de dema Alpaslan de li dijî Bîzansiyan Kurd alîkarî didin Selçuqiyan û bi hevre şer dikin. Kurd li Selçuqiyan derî vedikin. Bes ji azadiya xaka xwe dûr nakevin. Bes ev nayê wateya ku tekiliya Kurdîstanî û Tirka bi vê bûyerê destpê dike. Beriya vê dîrokê jî, li Xûzîstan û Farsê şerên dijwar din ava Kurd û Tirkên Oxûz de derketine. Di van şeran de jî gelek eşîretên Kurda qirbûne. Ji bo ku em ê kurt binivisînin, em behsa komkujî, talankirin û qirkirina Moxol, Ereb û ên din nakin. Armanca kurtedîrokê, dîtina hinek rastiya ye. Em kin bibirin û vegerin ser dîroka xwe. Em bi kinayî xwe bigihînin dema Osmanî û Safewiyan. Dewleta Safewî û Osmaniyan her tim nîr û zilma xwe li ser xaka Kurdîstan berdewam kirine. Safewiyan bi taybetî li ser Kurdên sunî, Osmaniyan jî li ser Kurdê şîî û elewî tim zilm û sitemkariya xwe domandine. Politikayên wan tim li ser “ji hev biqetîne û bike bin bandora xwe” bûye. Encama şerê Çaldiranê bû sedema perçekirina Kurdîstanê (23 Tebax 1514). Di sala 1555 de Îranî û Osmanî li ser parvekirina Kurdîstan lihev hatin. Ji peymana qesr-î şîrîn vir de (ku di sala 1639 de di navbera Osmanî û Safewiya de çê bûbû) tixûbê Kurdîstan bi awayek fermî û li ser nexçe jihev hat qetandinê. Ev tîxûb hê jî ne hatiye guhertin Perçebûna Kurdîstan bu sedema tiştek din jî. Kurdîstan di navbera êrîşên herdû welatan de bû wek heremek tampon. Kîjan ji wan êrîş bikirina kîjanî, pêşî Kurdên di pêşiya êrîşên wan de dikuştin û welatê Kurda talan dikirin. Bûbûn dîwarekî bi giyan. Li gor Mele Mahmûd Beyazidî ev dîwar; “bi xwîn û xwêdana Kurda hatiye avakirin”. Siltanê Osmaniyan Suleyman ji diya xwe re ewha dibêje : “ Me ji Gorcîstan heta Bexdayê kurda xistiye rêzê. Dijmin nikare ji wan derbas bibe û were ser dewlata me ya îslamê”. (Mela Mahmûd Bayazidî, Kîtab-a tavarîh-e cedîd-e Kurdîstan). Kurdîstan bi sedsalan di navbera wan dewleta de bûbû warê şer. Kî bi serketa kî wenda bikira, ji Kurda re tu firq tunebû. Tim ên ku zirar bidîtina û ên kuştî ew bûn. Di van şeran de gelek eşiret wenda bûn. Wek eşîreta Dumbulî û Çîxînî ya gelek eşîret hatin koçber kirin û bi cezayên mezin hatin dadkirin. (Şerefxan Bîdlîsî, şerefname). Piştî stendina keleha Dimdimê, li ser eşîreta Mukriyan jî komkujiyek mezin hate bidarxistin. Ev siyaset li aliye Safewiyan jî ewha bû. Şah Ebasê Yekem, di sala 1612 de, 15 hezar kurd li hember xorasaniyan, di tixûb de hatibûn bicîh kirin. Herweha ev polîtîkayên Safewîyan jî bi sedsalan ewha didome. Di 1727 de ji Xorasan heta Meşhedê jî dîsa Kurd hatibûn bicîh kirin. Ev jî Kurdên Çemîşkezek û Karaçorên bûn. Kurd jibo hurmeta navê ometê gelek caran xwe durî osmaniyan nexistine û xwestine têkiliyên xwe xurt bikin. Gelek deman Peyman bi vê dewletê re çêkirine û li ser peymanên xwe mane. Şemayên rêvebertî û îdareyên navendî gelek caran hatibin guhertin jî, Kurd jibo navê îslamê di bin siya Osmaniyan de mane. Osmaniyan jî dem bi dem li dijî Tirkmen û şîiya bi Kurda re têkiliyên xwe li gor siyaseta rojane pêk anîne carina xurt kirine. Siltan Selîm, di 1515de bi Kurda re peymana xwesarî îmze dike, bes ev li ser kaxiz bi gotineke vala dimîne. Ji vê demê vir de 200 sal tu car Osmaniya xwesari nedaye Kurda û her tim li rêyê xapandinê geriyane. Kurda bi şer û serhildana xwe azad girtine. Bi awayekî din bi xwîna xwe liser piya mane. Piştî herba Çaldiran, Yavûz Selîm, bi alîkariya Eşref-î Bîdlîsî gelek aşîretên Kurda dike bin bandora xwe û bi wan re Peyman îmze dike. Dixwazim xalên vê peymanê jî wek nîşe bi we re parve bikim. Li gor vê peymanê

1- Mîrên Kurda ewê xwesariya xwe di bandora Osmaniyan ve bidomînin. 2- Mîrîtî ewê ji bav bikeve destê lawan. Zagonên niha ewê bidomin û ferman di destê padîşah de be. 3- Ewê Kurd di hemû herba de alikariya Osmaniyan bikin. 4- Ewê Osmanî jî, Kurda ji êrîşên biyaniyan biparêzên. 5- Ewê Kurd hemû bacan bidin dewletê. • Ev Peyman di navbera Sultan Selîm û Mîrên Kurda de hatiye damezrandin. Mahmûdê duyemîn di sala 1808 de bi navê “Sened-î îttîfak” bi yek alî peymanek damezirand. Li gor gelek kesan ev makezagona Osmaniyan, ya yekeme. Ev sened, peymana Osmaniyan, ya ku bi Kurda re çêkiribûn bêtal dikir. Bi xuyaniyeke balkêş ji vê dîrokê vir de jiyana Kurda bûye jiyana serhildan û tekoşîna azadiyê. Ev ne dîroka serhildana yekeme. Lê belê Dewleta Osmanî ji vê dîrokê vir de li ber çav îtîbara xwe wenda kiribû. Kurda ji bo xatirê navê dînê îslamê, xelîfet û ometê dîsa jî bi yekîtî li dijî Osmaniyan şer nekir. Heta damezrandina komara nûh jî, Kurda li ser navê îslamiyetê ji biratiya dîn re hurmet nişan da. Di dema damezrandina Komara nûh de cîh bi cîh Kurda li dijî nîjadperestiyên komara Tirkiyê serhildan kiribin jî, ev serhildan bi awayên xedar hatin pelçiqandin. Osmaniyan gelek caran li ser Kurdîstan planên cuda cuda çêkirine. Wîlayeta ji hev qetandine, tixûba guherandine. Kurdîstan li gor dilê xwe li ser axa xwe de îdare kirine. Makezagona 1921 ji bo Komara Tirkiyê bu sedema bîhn firehkirinê, ji bo Kurda jî bûbû sedemê aram û xapandinê. Piştî makezagona 1924 nîjadperestiya Tirkîtî bi awayekî zagonî aşkere bû û Kurd hê ji nûh ve dest bi Kurdîtiya xwe kirin. Bes piştî rakirina xelîfetiyê ku ew jî di sala 1924 an de rabû, Şêx Seîd dest bi rêxistinên civakî dike. Tekoşîn û serhildana Kurdîstaniyan bênavber hê jî didome. Bi vê rewşê parvekirina Kurdîstan û tixûbên ku welatên dagirker li hev parve kirine bi peymanan hatine çêkirin. Em vana bînin rêzê. Kurdîstan di nava çar welatan de hatiye parve kirin. Vana Tirkiye, Iraq, Îran û Suriye ne. Van dîrokan, di gelek peymanan de cîh diguherin. Li ser hinek bajaran dem bi dem peymanên nuh tên çêkirin.

Peymanên ku tixûbê Kurdîstan jihev diqetînin ev in.

1- Peymana Qesr-î Şîrîn 1639 (Bi awayek fermî li ser nexçe tê îşaretkirin): Îran – Tirkiye. (Di sala 1865 a de, xebatên komîsyonê diqedin). Tixûb li ser protokola Stanbolê (1913) bi komîsyonek nûh bi rewşa îroyîn encam dide. 2- Peymana Enqerê 1921 : Suriye –Tirkiye ( Bi Fransizan re), 3- Peymana Yekîtiya Neteweyên hevgirtî 1924; (1926 Xêza Brûksel): Iraq – Tirkiye.

Serhildan û tekoşînên Kurda

Di dîroka Kurda de mirov dikare bi hêsanî bibêje, serhildan karekî rojane bûye. Ji dagirkeriya Moxolan heta dagirkeriya welatên ewrûpî û Tirkiye, Îran, Iraq û Surî gelên Kurdîstanî tim li dijî dagurkerî û sitemkariyê di serhildana de mane. Serhildanê Kurd û gelên Kurdîstanî yên ku ketine bin wesîqên dîrokê emê li jêrê bi awayek kronolojik binivisînin. Ji van serhildana hinek ji wan biçûk û herêmî, hinek ji wan jî mezin û li gelek herema bi hevre destpê kirine. Bi taybetî, bi pêlên nasîna netewebûnê bandora hestên neteweyî ku ji ewrûpa hatin, serhildan û tekoşîna Kurdîstaniyan jî zêde dibin. Emê vana bi demên wan bê şîrove binivisînin. Tiştê herî balkêş ev e ku, hemû serhildan û raperîn bi qir û tevkujiyên hovane û bê usûl qediyane. Dîrokzan bi hevdevkî behsa afata Moxoliyan dikin, lê belê ji bo ku wesîqe ûpelikên nivîskî di arşîvên dewletên dagirkeran de ne pir behsa wehşeta dawîkirina serhildanê Kurda nakin. Emê di dawiya nivîsara xwe de, serhildanê Kurdîstaniyan bi awayek kronolojîk binivisînin. Li ser dîrok û hişmendiya rojevê. “Xwedê kî bixwaze hîkmet dide wî. (Xweda) hîkmet da be kî, bê şik, ji bo wî pir qenciye. Lê belê ew jî bi tenê xwediyê aqil pê dizanin. (Bakara;269) “Dîrok, hê tu dem tu tiştekî hînê tu kesî nekiriye.” (Hegel) Li ser vê gotina Hegel Lazarev ewha dibêje ;” Ev gotin rast e. Bes ders û feydeyên ku dîrok dide mirovahiyê jî li rastê ye u ev jî wek vê gotinê rast e. Bi rastî tiştê pêwist ku bê kirin hêsane. Ji van dersan hînbûna derxistina encamane”. Li gor min, dîrok hinekî bi gotina Eînsteîn ve girêdayiye. Dibê ; “Ku mirov tişta wek hev bike û li benda encamên cuda bimîne, dînîtiye”. Di dîroka mirovahî de gelek netewe di şert û mercên zor de xwe gihandine roja me. Tu neteweyek ku şer nedîtibe tune ye. Bes, bawerim li ser rûyê erde li tu warî wek xaka Kurdîstanê ewê xwîn nerijiyabe.

Pirsgirêk

Pirsgirêk, astengiyên li hemberî gihîştina armancanin. Ew tiştên ku mirov bixwaze bikin û zordariyên ku li ser van xwestina an kirina wan tiştan derdikevin, navê hemûyan pirsgirêkin. Dema mirov behsa pirsgirêkekî bike, bê gengeşî mirov dikare bi hindikayî behsa du aliya an hemberan bike. Lewma ji bo çareserkirinê jî, bi hindikayî du alî peymana bihevre bikar tînin. Lewma alî çêdibin. Ev hemberî li gor pirsgrêka tê guhertin. Carina di navbera mirov û xwezayê de, carina di navbera mirovan, carina jî di nava gelan de dertên holê. Ji bo ku mirov an gel bigehêjin armancên xwe pêwiste ku astengiyên li dijî gihîştina armancê bên rakirin. Di vê wateyê de em dikarin bibêjin ku pirsgirêk diriyên devê rê ne. Ger xwestin gihîştina armancê be û astengî ji dirî bê, dibê bi awayekî dirî li ser rê bên rakirin û rê vebe. Di vir de hemberekî xwediyê armancê ye, mirovê aliyê din xwezaye. Dema ku neteweyekî bixwaze li ser axa xwe azad bijîn û astengî li ser jiyana wan hebin, hemû tiştên ku astengî derdixin pirsgirêkin. Dema ku du hember hebin, miheqeq bi hindikayî du nêrîn jî hene. Her yek nêrîn pirsgirêkê li gor xwe binav dike. Dema nav xelet be, nêrîn û şîrove û bi van re pêşniyariyên çareserkirinê jî xelet tên dîtin. Hêvî dikim ku ev binetera (metna) ku puxteya puxteyêye (kinayiya kinayiye), bê serêşî çend heb pirs di mêjiyan de bide pirsin û bibe sedema nêrînekî rast. Ji bo mirov dikaribe pirsgrêkên gelêrî bi awayekî zanyarî şîrove bike, hewceye ku dîroka pirsgirêkê bê berhev û xebatên kûr û dirêj bên kirin. Pirsgrêka Kurdîstanê jî yek ji van pirsgrêkane. Li ser mijara pirsgrêka Kurdîstanê de gelek lêkolîn û nivîsar hatine kirin, gotin hatine gotin. Gelek partî, komele û saziyên ji hev cudatir bi pir caran lêkolîn û nêrînên xweyên çareserkirinê bi gel re parve kirine û gelek ji hev cudatirin. Madem mijara me çareserkirina pirsgirêkêye. Dibê yekemin, bi rast - navkirina pirsgirêkê mirov destpê bike. Gelo pirsgrirêk (gelş, kêşe, problem) çi ye? Me gotibû dema mirov behsa pirsgirêkekî bike, dibê mirov bi hindikayî behsa du aliya an hembera bike. Pirsgirêka Kurdîstanî jî ewha ye. Di pirsgrêka Kurdîstanî de bi tevlîhevbûnên dîrokî de hember jî zêde bûne û şîrovekirin jî li gor van hemberan zêde bûne. Emê bi kinayî li ser mijarê şîroveyên xwe bînin ziman.

Navê pirsgirêkê çiye?

Kurt Sorûnû (Pirsgirêka Kurdayetî)

Li ser maseya dagirker û sitemkaran navê pirsgirêkê “Kurt Sorûnû” ye. Mixabin, li hemû hembera jî ewha tê gotin. Dema mirov pirsgirêkê bi navê aliyekî binirxîne, nêrîn jî bi wî alî de diçe. Îca gelo Kurt Sorûnû çiye? Ên ku vê pirsgirêke wek “Kurt Sorûnû” bi nav dikin, dixwazin bêjin “ev çi tofane; em dikin nakin Kurd li ser rûyê erde naqedin û hema tim li dijî armancên me pirsgirêkin”. Ji bo wî gere em bi awayakî wan biqedînin. Bi kuştin be, qirkirin be, asimiliasyon be, bi çi dibe bila bibe gere biqedin an bêdeng bimînin. Dema ku neqedin û ji me re astengî derxin, ew ji me re pirsgirêke. Navê wî jî ew e. Di gelek cîha de Îttîhat Terakî Ji bo Kurd bûne astengiya gihîştina Tirka ku xwe bigihînin welatên Asyayî, Kurd û Kurdîstan pirsgirêk dîtine. Wê demê ji bo ku Kurd bûbûn sedema negihîştina armaca xwe, bi vî navî lê nihêrtine.Ji bo ku vavê “Kurd” qedexe kiribûn, gelek caran bi navê wek “Şark Îslahat Planî” , Dogu meseleleri” û hwd.. binav kirine. Bes meseleya herî mezin tunekirina ruhê Kurdîstanî û Kurdiye. Pirsgirêka dagirkerina Kurdîstanê an sitemkariya dagirkerî. Belê bawerim di dil û mêjiyê me gelek de navê vê pirsgirikê ev e, an nêzî vî navî ye. Bi rastî jî dema em navê pirsgirêke bi hest û ramanên xwe daneynîn, em nikarin bi hest û ramanên xwe li rêyên çareseriyê jî bigerin û binêrin. Pirsgirêk dagirkeriya Kurdîstanî bê binav kirin, çareserî jî lo gor derxistina dagirkeran ewê bê lêkolînkirin. Navekî ku em bibêjin, “çareserkirina sitemkeriya dagirkeran”; ev bi xwe re pejirandina dagirkerî jî tîne. Bes, li ser rakirina zilm û sitemkariyê li rêyên çareserî digere. Bi her awayî ne raste ku Kurd, bi navê ku dagirker û sitemkaran daniye, li vê pirsgirêkê binêrin.

Li ser çareseriyê Nêrînên Ometvanî Pirsgirêka xerabûna ometê:

Omet di Qur-ana pîroz de bi çend cîha derbas dibe. Gengeşî li ser navê ferhengî çêdibin, lê belê li gor nêrînên îslamî pirsgirêk bi awayekî xerabûna ometeyê. Ên duduyan, ew ummeta ku tê wateya safbûn, paqîj û xalisbûna ku xwezayî ye û wek dayîk bi şifqet û merhemete tucar çênebûye. Omet, tim bi xeletî hatiye jiyandan û bûye navê zilma îktîdaran. Dema ku behsa ometê bê kirin, bê guman behsa ji însan an heywanan grûbên homojen tê kirin. Îro saziyek ewha nîne. Osmaniyan ji bo bigihîjin armancên xwe gelek deman nêrînên dînî dane alî. Mînakekî ji vana ev e ku; Siltanê Osmaniyan Suleymanê Yekem ku li hemberî Mîrê Soran seneda îdareya heremê dabû serokê Ezidiyê Dasnî. Di navbera her dû serokeşîrên Kurda de şerek dijwar derxist û gelek Kurda di vî şerî de da kuştin. Di vî şerî de Serokê eşîreta Soraniyan serkeftî derketin û Siltanê Osmaniya Suleyman, serokê ku şer wenda kir bi mirinê da cezakirin û wî da kuştin. Yek jî Omet bi îmametî ve girêdayîye. Cîhê îmam tunebe, behsa ometê nayê kirin. Dema ku em behsa îmamekî serdewlet bikin, pere em behsa îkdîtarê jî dikin. Cîhê ku îktîdar lê hebe, tucar omet çênabe. Di vir de jî du nêrîn li ber çav in. Yek ji vana nêrînên Kurdewarî, yên din jî nêrînên hemneteweyên dagirkerane.

Nêrînên Ometvaniya ji aliyê Kurda ve

Nêrînên Kurdewarî heta ku dewleta Tirk, ya nûh ava nebûbû bi piranî li ser sedeqeta xilafetê û xwestina jiyana bi hevre disekînîn. Ne dixwestin ko di çavê ometê de weka xayîna bên binav kirin. Ew jî di nava xwe de bi gelek taybetiyan ji hev diqetin bes, bi giranî li ser ometê û xilafetê disekinîn. Piştî ku dewleta Tirk ya nûh ava bû û zilm û zordariya li ser Kurda hate berçav, nêrînên gelek ji wanan hatin guhertin. Nêrînên ometî ji aliye hemneteweyên dagirkeran ve Ji avakirina dewleta sitemkâr, heta destpêka şerê nûjen, ku ji aliye PKKê ve hat despêkirin bi kesayetî hinek mirov û grûbên biçûk behsa ometê kiribin jî, tu çalakiyekî ku alikariya gelê/n bindest kiribin xuya nake. Sebebên wî jî hene. Rejîma kemalîst û sitemkar bi awayekî hovane çû ser hemû dîndaran û bawermendan. Bes, alim û bawermendên Kurda weka her gav, ji wan re du car dijmin bûn. Bawermendên hemneteweyên dagirkeran xwe jî Kurdên bawermend jî bi vê rewşê dixapînin. Fermo, îro îktîdara Tirkiyê di destê bawermenda de ye. Li Iraqê bi navê ayetên Qur-anê qetlîam ava bû. Li Surî hêzen îslamî Kurda wek însan jî hîsab nakin. Alim û civat û civakên dînî ên neteweyên Tirk, pirsgirêka wan di samimiyet û baweriya wan de ye. Ji bo gele Filîstîn î, Çeçen û Bosna û Tirkên Bulxarîstanî bêdeng neman. Lê belê ji bo birayên xwe, yên Kurd û Misilman tiştekî ku were dîtin nekirin. Îro çiqas bêjin em li dijî PKK ne ku nêrînên wî ne îslamî ne jî, ev tu baweriyek nade mirov. Berî PKK jî Kurd bindest bûn. Zilm û zordarî û asimilasyona li ser wan, bi her awayî her tim bê rawestgeh hatiye domandin. Ên ku vana binçav bikin, mafên Kurda jî binpê dikin, an alîkariya dagirkeran dikin. Tîştek din jî baş hat xuya kirin. Ev metafora ku dixwazin PKK tehl Kurdên asîmîlekirî şêrîn bikin bi kirinên îktîdara îroyîn baş aşkere bû. Nêrînên çêpa Tirka û ometvanên Tirk pir nêzî hev in. Yek li ser navê biratiya gelan û bêwateya al û sînoran dixwaze Kurda di bin bandora xwe de, bê ziman û dîl bigre; Ometvan jî li gor ometê dixwazin koletiya Kurda herweha bidome... Du gotinê me ji herdû nêrînan jî hene. Başe, xweska li ser rûyê erde tu al, tixûb û dewlet tunebûna. Herkes bi biratî bijiyana. Bes, rewş îro ne ewhaye. Îro dewletên neteweyên serdest bi sitemkarî û zordariya xwe hene. Al û tixûbên wan hene. Fermo, hûn alên xwe bînin xwarê, tixûbên welatê xwe rakin. Her yek insanperwer, ometvan, misliman, komunîst, şoreşvan ji alikariya mezlûm û mustazefa re mecbûre. Îca li Kurdîstanê nîjadperestiya hemwelatiyên dagirkeran wateya ometvaniyê jî. Şoreşgeriyê li gor nîjadperestiya xwe şîrove dikin. Mixabin me Kurda bi wan re pir dem buhirand. Bi kin û kurt û kurmancî, hewciya me bi nêrîn û şîroveya me heye. Di vî babetî de, pêwiste li Kurdîstanê jî hemû nêrîn û raman saziyên xwe yê hevkarî bisaz bikin. Fikr û ramanên hemû bawermend, ramanbîr, siyasetmedaran hwd.. bên berhev û bên nirxandin. Di dema îroyîn de, hêz bidin hev û din. Hêze ku ji piyaye bê xurtkirin. Êdî Kurd nebêjin bila hinek birayê mezin, em ên biçûk bin. Ev bêmafiyek pir mezine. Kurd çareseriya xwe bibînin. Rastên bawermend û şoreşgerên neteweyên din werin cem Kurda û alikarî bikin. Ji bo xatirê van kesên ku hemneteweyên dagirker, zalim û zordestan, pêşeroja gele Kurd gere asteng nebe. Ên bawermend ger di baweriyên xwe de rast bin, ewê cîhê xwe li cem Kurda bibinin. Di dema îroyîn de rêxistina Kurdîstanî ya ku li Kurdîstana Tirkiyê herî xurte, li ser çend xalan li rêya çareseriyê dinêre. Wek ez dizanim van nêrînan ewha ne. Bi kinayî bi navê “xwesariya demoqratîk” binav dikin. Bi çend xalan binav dikin. Ên ku dixwazin binerin dikarin lê binêrin. Ev jî nêrîneke. Li xweşiya mirov here neçe. Bila her sazî nêrînên xwe aşkere bike û li gor pêşnumeya xwe binirxîne. Bes, ev nabe, ev kêm e, ev zedeye… Bi van gotinan çareserî nabe. Bêdengiya gele Kurd ji pir kesan re ne bi xêr e. Rojek berî rojek çaresi şerte. Nêrînen min ê li ser çareseriyê ev in

1- Kurd jî wek her neteweyî mafê jiyana xweya neteweyî ne. 2- Kurdîstan navê welatê Kurda ye. Axa Kurdîstan axa Kurdaye. 3- Tekoşîna Kurda bê dawî domandiye û hê jî didome. Tu carî û tu deme bi neteweyî dagirkerî û sitemkariyê nepejirandine. 4- Dibê Şeklê jiyana gelê Kurdîstanî bi biryara wan bê dayîn. Ji bo wî, referandum bê çêkirin. Ji bo referandûmê; a- Komîsyon bê avakirin b- Zagonên li dijî xebatên kurda rabin c- Her alî azad rêxistin, xebat û propagandayên xwe bikin d- Ji bo şeklên îdareya baş bên famkirin, propaganda û nasîna daxwaziyan bi siyasetek rast û ahlakî bê meşandin e- Bi çend daxwaz û hilbijartin referandûm mimkin e. Wek, serxwebûn, federasyon, xwesarî, xwesariya demokratik an mafên însanî û neteweyî… Nav çi dibe bila bibe. Mirov dikare vana bi hinek navên din ji bide berhev. An ji bo hêsankirinê xalan kêm jî bike. Gere bê zanîn ku, polîtîkayên ne paqij çareserî neaniye û nayne. Dibê rojê xelas bike, lê belê her tim barê ser pişta dagirkeran giran dike. Ma qey ewê qira neteweyekî bînin. De dîrokê de gelek caran ev hatin ceribandin. 5- Encama referandûmê çi derkeve bila derkeve her alî rêz nişan bide. 6- Dewletên dagirker xisarên ku dane Kurdîstan û gelê Kurdîstanî tanzim bikin û lêborînên xwe bixwazin. 7- Peymana ku ewê rêz nîşanî biryara gele Kurd bikin îmze bikin. Maf ev e. Bi rastî tu îktîdar naxwaze bikeve bine barekî ewha giran. Sedema dirêjbûna şer jî ev e. Bi zilmû zordarî hemû serhildan û xwestinê vî gelî hatine pelçiqandin. Lê vî gelî tu car dev ji jiyana xwe ya azad û bi rûmet bernedaye. Îro hereketek biqede yeek din ewê ava bibe. Pirsgirêk in ku bi awayên polîtîk derdixin pêşiya Kurda, di bin siya dîn de pêşkêşî ber çavan dikin. Ji aliyekî din ve dibêjin herin gelê Tirk îqna bikin. Çima emê îqna bikin? Kî ji wan re vira kiriye, bila ew herin wan îqna bikin. Em mafdar in. Rewşa Kurdîstana Iraqê û Surî jî gere bi pêşve here û çi alîlkarî bikeve ser kîjan kom, komele, sazî û partiya hevkariya hev bikin. Evên ku li ser heq û hiqûqên însan û neteweyan bazara bikin, mirov nikare behsa rastiya wan bike. Ji bo wî, samîmîyeta hemû kes û baweriyan di alîkariya gelê bindest de ye. Berî ku ez nivîsara xwe biqedînim, dixwazim bangek li hinek şexsiyeta re bikim.

Ên ku ji aliyê çapemeniya qirêj û îqtîdarên polîtîkvanan ve ji wan re dibêjin “îyî Kurt” êdî dev ji kurmên xwe berdin. An kurmên mêjiyê xwe bikujin. Di vê mijarê de jî ayetên Xwedê, hedîsen Pêxember û gotinên sehabiyan û hemû şoreşgeren navneteweyî hene. Ger miroven qirêj ji we re bêjin “baş” bawer bikin, mirovên we qirêjî ne. Hûn jî wateya vê gotinê dizanin. Bila gelê we ji bo we gotinên baş bêjin. Li benda “eferîm” ê kesî nemînin. Ji bo dîrok we şermezar neke, ji kudera xetereyan vegerin karekî başe. Dem dema hevkarî û yekhêzbûnê ye. Îro nebe kîngê? Êdî gotina di devê xwe de nemizmizînin.

Nîşe:

1- Ewê vê nivîsarê bidome.