1. Tekst

  2. Nivîsên Wêjeyî

  3. Rêzan Tovjîn
  4. Li Ser Tehtê Germ Ponijîn
Li Ser Tehtê Germ Ponijîn,li,ser,tehtê,germ,ponijîn

Li Ser Tehtê Germ Ponijîn

A+ A-

Dema mirov xwest navekî li vê yekê bikin, divê mirov ji van mînakan kîjanê hilbijêre:

A) Zarokek berşîr bê aqil e.
B) Zarokek berşîr bê hiş e.
C) Zarokek berşîr bê fêhm e.
D) Ne yek ji van.

Aqil: Li gor min aqil karê mentiqê ye. Aqil têkiliya navbera daneyan datîne û encamekê jê derdixe, rast an jî çewt. Ev fikra min e. Ji vê fikra min re mirov dikare çi bêje:

A) Mentiqa nivîskar
B) Fêhma nivîskar
C) Hişê nivîskar
D) Ne yek ji van.

Hiş: Li gor min hiş û bîr yek in. Mînak "nayê hişê min" û "nayê bîra min" wekî hev in. Zarok berşîr ne bêhiş e, lê ji ber ku hîn nizane daneyan binirxîne zû bi zû di hişê xwe de jî nagire. Ji ber vê dema ku hinekî temenê zarok mezin dibe, hîn nû daneyan di hişê xwe de digire.

Li gor hin pisporan zarok di dema berşîr de jî tiştan hîn dibe. Lê em hemû bîranînên dema berşîrî bi bîr naynin. Nayê bîra me. Wekî mirov pirtûkek ku mirov jê fam nake bixwîne. Heta mirov fam neke, di hişê mirov de jî namîne.

Lê! Carinan mirov tiştekî fam nake û ew famnekirin bixwe ji mirov re dibe derd û ew tişt ji ber wê di hişê mirov de dimîne. Zarok di dema berşîrî de dikare kîjan tiştê ku fam nake ji xwe re bike derd? Ji xwe tu tiştekî fam nake.

Dîwar... Derî... Por... Deng... Pace... Reng... Sedema van yekî nizane. Nav, wate û pêdiviya wan nizane...

Lê roj bi roj tiştekî hêsan fam dike. Çavên dayikê... Porê dayikê... Bêhna dayikê... Sînga dayikê... Tehma şîr... Ev agahî her ku dikevin ser hev, di hiş de cih vedibe û kapasîte fireh dibe. Her diçe dikare agahiyên girantir jî tomar bike.

Lê zarokek, berî ku van jî hîn bibe, dema dê pêsîrê dixwe dev, devê xwe vedike û dimêje. Vekirina dev li aliyekî, mêtin li aliyekî. Yanî bi zarokan re hinek tişt jixwe hene.

Çêlikên çûkan, ên mirîşkan, ên kewan (çêlkew)... Mînak, dema çêlkew mirov dibînin, wekî çêlikên mirîşkê narevin cem kurkê. Çêlkew, her yek direvin derekê. Jixwe gotinek wiha heye "wekî çêlkewan belav bûn".

Xuya ye ku zindî berî ku tiştekî hîn bibin, hinek tiştan bi wan re heye. Mirov dema newêre bêje "hinek tiştan dizanin", mirov dibêje "hinek tişt bi wan re heye."



Gotinên miftehî :