Li ser wateyên şabaşê,li,ser,wateyên,şabaşê

Li ser wateyên şabaşê

A+ A-

Min di Amîda Kurd de nivîsek bi navê "Spas û şabaş ma ne yek inş" weşand. Ev nivîsara min di gelek malperên din de jî hat weşandin û heta hin ji wan malperan ew wek nûçe jî dan. Ligel vê yekê, bi qasî ku ez pê dizanim, du nivîskarên me yên hêja jî, birêz Perwîz Cîhanî bi navê "Sipas! û şabaşe" û birêz Jan Dost jî bi navê "Sipas û şabaş" li serê nivîsîn. Birêz Cîhanî di amîdakurd.comê de û birêz Jan Dost jî di diyarname.comê de, gotarên xwe pexş kirin û weşandin. 

Her du camêran jî rexne li angaşta min a ku ez dibêjim şabaş û spas yek in, girtine û diyar kirine ku eleqeya spas û şabaşê bi hev tune ye. Her wiha dibêjin ku mehneyên şabaşê jî tenê "bexş, bexşîş" û "diyarî" ne. Li ser kok û rayeka peyva şabaşê jî disekinin, ku şabaş ji "şad+baş"a farisî tê û bi vî awayî wateya jî "şad be" ye. Jan Dost der barê etîmolojiya peyvê de van agahiyan dide: "Koka şabaş di farisî de şad baş e, şad yanî kêfxweş û xweşhal û dilgeş, baş jî jêdera wê başîden e yanî bûn, peyv bi tevayî wisa ye: kêfxweş bibe, şa be." Beriya ku ez hin mînakan bidim da bi wan biselmînim ku wateya spasê ya şabaşê jî di zimanê me yê devkî de heye, min divê ez der barê wateyên şabaşê de careke din vegerim ser nivîsara xwe ya ku bûye dabaşa nîqaşê. Ji ber ku min di nivîsara xwe ya navborî de çend wateyên peyva şabaşê jî diyar kiribûn, ku min ew ji ferhenga xwe ya Kurdî -Tirkî wergirtibûn.

Lê min bergindên wan bi tirkî dabûn. Ez hez dikim careke din serî li wê bidim, lê ez ê îcar bergindên wan bi kurdî bidim da ku kesên bi tirkî nizanin jî jê tam serwext bibin:şabaş: m 1. teşekur, şukran 2. bexş 3. mec diyarî, hediye 4. bexşîş (bexşîşa ku sazbend ji kesên ku beşdarî dawetê bûne berhev dike) 5. ew merasîma ku pere û tiştên ku di dawetê de ji bo zava hatine berhevkirin ku navê dayoxan tê gotin 6. b aferim, bravo ~ ji Xwedê re şikur ji Xwedê re ~ kirin 1) teşekur kirin 2) diyarî kirin, hediye kirin.Bala we kişandibe, min cih daye şeş wateyên şabaşê ku min ew tespît kirine. Lê belê ez nabêjim ku her mehneyên wê ev in. Wisan dixuye ku ew ê bi xebat û lêkolînan hin wateyên wê yên din jî derkevin rastê.

Piştî van daxuyaniyan îcar min divê ez bêm ser mijara hîmî û bingehîn ku dabaşa vê nivîsa me ye. Her du nivîskarên me yên hêja yên navborî li dij angaşta min radibin û napejirînin ku wateya "spas" û "malavahî" ya şabaşê jî heye. Min careke din hin lêpirsîn û lêkolîn der barê vê bêjeya hanê de kirin. Ez dikarim bi hêsanî bibêjim ku, min ji bîst kesî zêdetir wateyên şabaşê pirsîn ku ew gişt ji dever û herêmên cihê yên kurmancîaxêv bûn. Ji ber ku derdê min peytandin û tespîtkirina wateya spas a şabaşê bû, min bêhtir dêhna xwe da wî aliyê wê. Ez ê bi kurtî encamên van lêgerîn û lêpirsînên xwe aşkera bikim:şabaş ji Xwedê re: Ev hevok li Farqîn, Hezro, Melazgir, Dîgor û Qoserê (Kızıltepe) tê gotin.

Mehneya bêjeya "şabaş"ê li vir tam spas, teşekur bi xwe ye. Nizanim, hevok hingî zelal û aşkera ye, gelo hewce dike ku meriv zêde li ser raweste û rave bikeş!Tiştekî girîng, ew jî ev e ku ev peyva hanê bi piranî di bûy û dawetan de tê bikaranîn. Wek mînak li Norşîn û Hîzana Bedlîsê, li Sancaqdara (Qereyaziya) Erziromê û li Melezgira Mûşê gava dawetvanî diyariyên bûkê didin, yek ji nav civatê wekî wezîfedar bi deng wiha dibêje: şabaş û malava, filan kes ew qas da yan jî ev da (pere be mîqtarê pere, eger zêr û tiştekî din be, îcar wî tiştî bi nav dike û dibêje), aqûbet li serê filan kes be. Her wiha li Tetwana Bedlîsê jî gava ku riyê zavê traş dikin, xelk pere diavêje ser tepsiyê (yan jî tiştekî din), îcar yek bi dengî wiha dibêje: şabaş, şabaş; mal menzelê filan kes ava be ew qas avêt. Bi raya min, ji van mînakan em rasterast leqayî wateya spas a "şabaş"ê tên. Ne mehneyeke din.

Ez nimûneyekê jî ji dema dawetan bidim. Di dawetan de, sazbend, mitrib (mirtiv) gava bexşîş distînin an jî gava dixwazin wiha dibêjin: şabaş ji filan kes re, şabaş ji gula xortan re û hwd. Ev awa hema bibêje li gelek deverên welêt heye. Ji lew re ez naxwazim zêde dirêj bikim. Li vir jî, ji ber awayê gotina "şabaş ji filan kes re" em tê derdixin ku bi wateya spasê tê bikaranîn. Eger sazbend an jî mitrib bexşîş bi xwesta wiha nedigot. Wek li Farqînê hema rasterê digotin "Ka şabaşa min." Lê gava bibêje "şabaş ji te re" meriv nikare wateya "bexşîş" an jî "diyariyê" jê derxe. Li aliyê din em nikarin wateya "bijî, aferîn/aferim" jî jê derxin. Ji ber ku, wek zimanê nezaketê  mirov bi piranî van gotinan ji yê xwe biçûktir re dibêje. Ne ji yê ji xwe mezintir e. Ez mînaka xwe ya dawî jî, ji Dihêya (Erûha) Sêrtê bidim.

Gava zarokek çêdibe û tê dinyayê, lêzim û xizmên wî bi diyariya diçine seredana malbata wî. Di wê demê de, bi civatkî rêûresmek tê lidarxistin. Gava serdanî diyariyên xwe pêşkêşî zarok dikin, yek bi dengê bilind dest pê dike wiha dibêje: şabaş mala wî ava filan kes zêrek aniye, Xwedê kurê wî bihêle. Di vê nimûneyê de jî, bi ya min, em  bi aşkerahî dibînin ku şabaş di mehneya spasê de hatiye bikaranîn.Jixwe, eger em bala xwe bidine van mînakan û em di wan bifikirin em ê bibînin ku carinan şabaş û "malî ava" yan jî "malava" bi hev re tên bikaranîn, ku ev her du peyv jî hemwateyên hev in.

Bi dayîna van mînakan, bi ya min, têra xwe ron û aşkera ye ku wateyeke şabaşê jî spas bi xwe ye. Ji ber ku, ez wisan dihizirim ku mînak hingî zelal û ne hewceyê şîrovekirinê ne, ez êdî pêwîstî bi ravekirina zêde nabînim.Di pey dayîna van nimûne û gotinên der barê wateya spasê ya peyva "şabaş"ê de ez dixwazim careke din vegerim ser angaştên her du nivîskarên me yên hêja ku dibêjin "şabaş" ji "şad+baş"a farisî hatiye. Li aliyê din min bi xwe, bi maîlê ji birêz Perwîz Cîhanî pirsî bê ka di zimanê farisî de çend wateyên şabaşê hene. Wî jî bi riya emaîlê ev bersiv da min. Ev e bersiva wî: "şabaş li ferhengên farsî da weha hatîye şirove kirinê: aferîn, dîyarî, ew zêr yan pereyên ku dawetî li ser serê bûk û zava, yan jî dîlankeran ra didin."  Ez çima li ser vê disekinim, ji ber ku gava mirov peyvekê ji aliyê etîmolojiyê ve hildide dest û bixwaze wê nas bike, bivê nevê wateyên wê jî bandor li ser nêrîn û ramanên mirov, li ser angaşt û îdiayê mirov, li ser azîna dahûrîna (analîza) mirov dikin. Ji lew re divê ku haya meriv ji vê yekê hebe.

Ez bi xwe bi şik û guman nêzîkatî li wê dahûrîna peyva şabaşê dikim, ku dibêje ji "şad+baş"ê hatiye û bi farisî ye. Li dawiyê ew jî tezek e, angaştek e. Lê angaşta min ew e ku şabaş û spas heman peyv in ku forma wê ya kurmancî "şabaş" e, lê belê bi qonaxa demê re guherîn di wateyên wê de çêbûne û ez wisan diramim ku wateyên mecazî serî ji wateya wê ya rastîn stendiye.Jixwe, li gorî encamên lêkolîn û lêpirsînan û pêzanînên li ber dest, di nav kurmancîaxêvan de peyva spasê tune ye. Helbet mebesta me ji ji zimanê devkî, ji zimanê nav xelkê ye.

Lê di nav zimanê me yê nivîskî de dîsan, qet nebe ev sed sal e ku heye, ku ji bo  selmandina vê yekê me di nivîsa xwe ya navborî de hin belge û dane peşkêş kiribûn. Li aliyê dinê, ji ber ku ez îdia dikim ku ev her du peyv (şabaş û spas) heman peyv in, dîsan jî bi aşkerahî dibêjim ku hewcedarî bi lêkolîn û lêgerînên berfireh heye ku li ser van her du forman bê kirin, bê ka kîjan ji aliyê morfolojiyê ve guheriye, yan jî guherînên çawan di wan de çêbûne. Ji bo van xebatan jî nemaze divê ku di serî de haya meriv ji zimanên îranî çi yên zindî çi yên mirî hebe, ku ew ji bo me kan û çavkaniyên girîng û jêneger in. Her wiha ji bo ku mirov der barê etîmolojî û morfolojiyeke peyvekê de bigihîje encameke zanistî û rast, divê ku mirov van zimanan jî bide ber hev û ji vê hevberiyê encameke beraqil derxe. Li encamê ez dikarim van bibêjim: Ji bilî wateyên dîtir ku me li jorê daxuyandin, mehneyeke din a şabaşê heye ku ew jî spas bi xwe ye û bi ya min ew wateya wê ya rast e û wateyên din jî jê çûne ku ew mecazî ne.

Li hêla din, ji ber ku ziman organîzmeke candar û zindî ye tim diguhere, ango peyv guherbar in û ev guherîn hem di wateya peyvê de çêdibe hem jî di şêwe û teşeya wê de. Car heye ku, peyv bi qonax û domana demê re bi temamî wateya xwe ya rast winda dike û wateyên din lê bar dibin. Ji lew re gava ku mirov bixwaze peyvekê ji aliyê etîmolojî û morfolojîk ve hilde dest, divê ku haya meriv ji vê rewşê hebe û heta ji mirov tê divê karibe xwe bigihîne forma wê ya kevn û wateyên wê jî li ber çav bigire.

Heke na, bi analîzkirina şêweya li ber dest û wateya wê ya berteng, dibe ku mirov xwe bigihîne encameke ne rast.    Nîşe: Birêz Jan Dost di cihekî nivîsa xwe de, ku me jê behs kir, wiha dibêje: "Ez ecêb dimînim ku çawa Perwîzê Cîhanî ev rastiya ku dê niha li ber destên xwendevanan raxînim nedabû destê Zana Farqînî!! Perwîz nivîskarekî têgihiştiye û bêguman ji min bêhtir haya wî ji wêjeya farisî heye!"Wekî ku min li dawiya nivîsa xwe ya "Spas û şabaş ma ne yek inş",  bi nîşeyekê xuya kiribû, min tenê ji bo teyîdkirinê peyva spasê ya di Farisî de serî li birêz Perwîz Cîhanî dabû. Min ji bo şabaşê tiştek jê nepirsîbû. Ji lew re, divê ku ez vê yekê aşkera bikim. Zana Farqînî


Gotinên miftehî :