1. Tekst

  2. Nirxandin

  3. Henîfe Hisên
  4. Li Sûriyeyê gaveke din a dîrokî
Li Sûriyeyê gaveke din a dîrokî,li,sûriyeyê,gaveke,din,a,dîrokî

Li Sûriyeyê gaveke din a dîrokî

A+ A-

Di 2’yê Mijdarê de li eniya Hol û Şedadê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hemleyeke şoreşgerî û mezin dan destpêkirin. Di vê pêngavê de heya niha  li gorî daxuyaniya fermandariya giştî ya HSD’ê 11 şervanên HSD’ê ku yek ji wan şervanê YPG’ê yê kanadayî  Bager Rojava ye şehîd bûne. Bi hejmareke mezin çeteyên DAÎŞ’ê hatine kuştin, bi dehan gund û mezra hatine rizgarkirin û xwe nêzî bajaroka Holê kirine. Ev meşa dîrokî ya ber bi Holê ve heya niha bi israrek mezin, moral û motîvasyoneke mezin pêş diçe.
Çima ev pêngav dîrokî ye? Ji hêla erdnîgariyê ve Hol bêşek ji Bakurê Sûriyeyê ye û li ser sînorê Iraqê ye. Ji bo çeteyan weke biryargehê bû, ji bo wê sînorê Iraqê ji xwe re bi kar dianîn û ji wir êrîşî kantona Cizîrê dikirin. Di vê wateyê de rizgarkirina Holê ji hêlekê ve ew ê nefesê bide kantona Cizîrê, ji hêla din ve jî berê xwe bidin bajarên din ên Sûriyeyê yên mîna Reqa û Dêrazorê. Ev gaveke dîrokî ye ber bi Sûriyebûna nû ve. Ji hêlekê ve jî ji bo Şengalê dibe weke boriyeke nefesê, bi vî rengî têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê dibe têkoşîneke gîştî ku ji wir tevahî bakurê Sûriyeyê bê rizgarkirin. Di heman demê de deriyê rizgarkirina tevahiya Sûriyeyê vedibe. Vê pêngavê hêz û moreleke mezin daye gelên li Sûriyeyê ,hêzên HSD’ê jî bûne hêviya tevahiya gelan. Vê hêzê ji niha ve bala cîhanê kişandiye ser xwe û di qada navneteweyî de muxatab tê girtin. Hêzên koalîsyona navneteweyî pê re ketiye nava pêwendiyan û di nava hevkariyekê de têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê didomînin. Ev tê wateya pejirandina vê hêzê, hêzeke ku li ser erdê xwe îspat kiriye û niha jî vê hemleya dîrokî dide meşandin. Bala hemû gelên li Sûriyeyê û cîhanê li ser encamên ku ji vê pêngavê derkeve ye.
Hîn ji niha ve gelê me yê Ereb ku ji neçarî di bin serweriya DAÎŞ’ê de ev çend salin dijî, dema çav li şervanên HSD’ê dikevin ji kêfa firmêsk ji çavên wan tên xwarê. Zarok, jin, pîr û kal bi kêfxweşiyeke mezin diçin pêşiya şervanên HSD’ê û kêfxweşiya xwe tînin ziman. Di meşa wan, kenê li ser rûyê wan û dilsoziya wan de, gel cudabûna vê hêzê dibînê. HSD’a ku ji hemû pêkhateyên Sûriyeyê pêk tê dema zarok ew dibînin xwe davêjin hemêza wan, dayik bi tilîliyan ber bi wan ve diçin û wan hembêz dikin. Di aliyê civakî û psîkolojiyê de jî civak di şexsê wan de xwe dibîne û ew hembêz dikin. Ev ruhê ku YPG çand niha weke HSD di asta Sûriyeyê de dide jiyîn.
HSD’a ku ev pêngava mezin a dîrokî da destpêkirin weke projeya hêvî û heyecanek mezin, xwînek nû daye opozîsyona Sûriyeyê. Bêguman ev hêzeke leşkerî ye. Ji bo muxatabbûna vê hêzê di hêla siyasî de jî hewceyî bi sîwaneke siyasî heye. Hemû kesayet, grûb û rêxistinên niştimanperwer dilê wan li ser Sûriyeyê dişewitê, bila sîwanek siyasî bi hev re ava bikin. Di vê rewşa Sûriyeyê ya nû de ku hêzên cîhanê însiyatîf girtine destê xwe de ew ê rola vê sîwanê ya dîrokî derkeve pêş. Hem li gavên HSD yên leşkerî xwedî derkeve û berdevkiya wan a politîk bike, hem jî ji bo pêşeroja Sûriyeya demokratîk dikare bibe xwedî projeyeke nû ji bo çareseriyê. Heya niha tecrûbeya hatî jiyîn, çareseriya herî guncav ew e ku hemû gelên li Sûriyeyê bi awayekî azad li ser sîstemeke federaliya demokratîk bi hev re bijîn. Ev pêngava Holê dikarê bibe gava yekem ya rizgarikina Sûriyeyê û avakirina pergaleke demokratîk.