1. Tekst

  2. Nirxandin

  3. Henîfe Hisên
  4. Li Sûriyê hêzek nû
Li Sûriyê hêzek nû,li,sûriyê,hêzek,nû

Li Sûriyê hêzek nû

A+ A-

Ev hêz kî ne û armanca wan çi ye? Di serî de YPG û YPJ di van çar salên şoreşê de li beramberî hemû kom û hêzên çekdar ên xwe weke komên artêşa azad bi nav dikirin û komên tundraw ên wekî eniya El Nusra û DAÎŞ serkeftinên mezin bi dest xistin. Taybet jî bi berxwedana Kobanê destan nivîsandin. Bûn hêviya hemû şoreşger, demokrat, niştimanperwer û hemû jinên cîhanê. Bi sekna xwe ya rêxistinkirî, xwedî felsefeya azadiyê û rihê fedayetî coş, heyecan û bawerî da her kesî. Burkan el Firat jî bi sekna xwe ya nîştimanperwer û baweriya wan ya bi biratiya gelan, di berxwedana Kobanê de cih girtin û xwedî şehîd in. Artêşa Şoreşgeran jî ku di nav de Şems el Şîmal û Cebhet el Ekrad û gelek grûbên din hene digire nava xwe. Ev jî hêzên niştimanperwer û baweriya wan bi biratiya gelan û projeya neteweya demokratîk tê. 
Van hêzan li Sûriyê xwe îspat kirine û niha jî rolekî dîrokî girtine ser milê xwe. Di demên pêş de rola vê hêzê ew ê hîn bêtir derkeve pêş û mohra xwe li serkeftinên mezin bide.
Civakekê tu carî nikare parastina xwe bi destê dewletan û hêzên biyanî ve berde. Jixwe heta niha ti dewletan, hêzên milîtarîst tu carî civak neparastine. Berovajî wê her tim kesên desthilatdar û rêveberî parastine. Di oxira wan de şerên giran dane û di van şeran de her tim jin û gelan ziyan dîtine û bûne qurban û xenîmetên şer. Ji ber vê sedemê pêwîstiyên civakan bi hêzên xwe yên parastina cewherî heye. 
Di dîroka nêz de cara yekem e civakek bi hêza xwe ya cewherî, bi derfetên xwe yên kêm dikare li ser piyan bimîne û bibe bersiva hemû êrîşên, bi ser wê de tên. Dema civakek xwe gihand asta zanebûna xwe parastinê, mirov dikare bêje ew civakek polîtîk û exlaqî ye. Dema civakek nikaribe xwe biparêze, mafên wan ên xwe îfadekirinê jî ji destê wan tê derxistin û nikarin der barê xwe de biryarên siyasî jî bigirin. Ev Hêzên Sûriya demokratîk weke hêza parastina hemû gelên li Sûriyê rola wan a dîrokî derdikeve pêş.
Di roja îro de du hêzên mezin dixwazin li Sûriyê projeyên xwe, pêk bînin. Ev her du hêz jî bêyî ku serî li vê hêzê bidin wê nikaribin projeyên xwe li Sûriyê pêk bînin. Çima? Ji ber ku armanca vê hêzê ne tenê desthilatdarî ye, armanca wan bi temamî parastina hemû pêkhateyên civaka Sûriyê ye. Heta niha tu ferq û cudahî nexistiye navbera pêkhateyên civaka Sûriyê û ew parastine. Her wiha ev hêz xwedî projeyek siyasî ye jî. Armanca vê hêzê ne tenê tunekirina DAÎŞ e, hedefa yekemîn tunekirina DAÎŞ’ê ye, lê li deverên tê rizgarkirin pergalek demokratîk, pir reng, ne navendî û tê de azadiya jinê li pêş e tê avakirin. Ji ber êdî mîna berê rêjîm nikare tevahî Sûriyê ji Şamê bi rêve bibe. Her çiqas Rûsya bixwaze Sûriyê weke nexweşekî li ber mirinê li ser piyan bigire û bide jiyîn jî, ev ne gengaz e. Ji bo pergalek demokratîk li tevahiya Sûriyê pêk were û hemû pêkhate bigihîjin mafên xwe yên rewa, ev hêz wê tekoşîna xwe berdewam bike. Hêzên derve jî eger tenê ji bo tinekirina DAÎŞ’ê bixwaze bi van hêzan re hevkarî biki, xwestekên wan ên siyasî pişt çav bikin, ew ê nikaribe ji vê hêzê sûdê werbigire. 
Niha daxuyanî tên dan. Koalîsyon dibêje projeya wan ya bi perwerde û bi çek bike têk çûye, ew ê bi hêzên Kurd re kar bikin. Rûsya jî dibêje bi artêşa Sûriyê re bibin yek. Lê ev herdû jî tenê tiştên demî dibêjin. Piştre ew ê çi bibe wê nabêjin. Temam, em bi hevdû re kar bikin, lê beramberî çi ew ê ev yek çêbibe? Ev nayê gotin. Hemû pêkhate û di serî de jî Kurd vê pirsê dipirsin, gelo piştî DAÎŞ hate tinekirin ew ê, di Sûriyeyek çawa de bi hev re bijîn? An jî wê bê gotin ku di nava Sûriyebûnê de xwe bihelînin. Gelan ji vê têr xwariye, êdî bi vê nayên xapandin. Hemû têkoşîn ji bo jiyanek azad, demokratîk û pirrengî ye. Li ser vê baweriyê hêza Sûriyeya demokratîk wê wateya xwe ya rastî bibîne. Ji niha ve coş û heyacana vê yekê dide me hemûyan.


Gotinên miftehî :