1. Tekst

  2. Gotar

  3. Birgul Ozbaris Arda
  4. Lingekî Komploya Navnetewî: Kurd 1
Lingekî Komploya Navnetewî: Kurd 1,Lingekî,Komploya,Navnetewî:,Kurd,1

Lingekî Komploya Navnetewî: Kurd 1

A+ A-

Piştî ku Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di encama komployeke navneteweyî de revandin Tirkiyeyê, DYA û YE bi taybet ji sala 1999'an ve ji bo li gor berjewendî û daxwazên xwe li dijî PKK'ê alternatîfekê çêbikin, di nav hewldanan de ne. Partî, sazî û dezgeyên “kurd” vedikin, an li gor xwe yên heyî fînanse dikin. Dîsa li gor vê siyasetê, sazî û dezgeyên kurd ên nêzî PKK'ê dixwazin ekarte bikin û partî û saziyên bi her awayî bi xwe ve girê dane, xurt û çalak bikin. Ji bo vê jî bi taybet YNK, Telebanî, Nêçîrvan Barzanî û beşa Hukûmeta Başûr a bi wan ve girêdayî, ji bo van xebatan mîna taşeron bi kar tînin û saziyên ku dixwazin derxine pêş bi destê wan ango bi riya wan fînanse dikin. Di vî warî de divê mirov aşkere bîne ziman ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî hatiye tecrîdkirin.

Sedema herî mezin ku DYA van hêz û kesên başûrî ji bo vî karî bi kar tîne, hestên netewî yên kurdên bakur in û ev hêz û kesên başûrî pêgirtiyên DYA'yê, “zarokên jîr” in.

Polîtîkayên ku dane pêşiya xwe, bê kêmasî dimeşînin û dixwazin bi peran bersiva hestên netewî yên kurdan bidin. DYA ku di vê çarçoveyê de Bakurê Kurdistanê ji xwe re hedef girtiye, ji bo gel ji PKKê bi dûr bixe, ji Tirkiyeyê bêhtir polîtîkayên kûr dimeşîne. DYA û YE ku bi hêz, sazî, dezgeh û kesên li dijî PKK'ê re dixebitin, heta niha bi taşeroniya van hêz û kesên başûrî, çend sazî, dezgeh, partî, kovar, televizyon û malper fînanse kirine, dikin û hin ji wan jî bi xwe dane avakirin.

Bêguman ku ev hewildan hemû bi avê re çûn û feyde nekirin. Li ser vê yekê jî, vê carê rabûn Roj TV ku bi keda gel û berdêlên mezin hatiye avakirin, ji nû ve kirin hedef ji xwe re. Ji bo vê jî DYA, YE û Tirkiyeyê pêkutiyeke mezin a dîplomatîk li ser Danîmarkayê kirin ku lîsansa Roj TV'yê betal bike, lê Danîmarkayê bi serê xwe newêrî girseya mezin a gelê kurd bide hemberî xwe û lîsansa Roj TV'yê betal nekir. Piştî ku dîtin Danîmarka newêre bi tena serê xwe kurdan bide hemberî xwe, Almanya ket dewrê û hemû kîna xwe bi ser sazî û dezgehên kurdan ve vereşiya, li ser wan terorê meşand û Roj TV bi awayekî dûrî demokrasî û mafên mirovan qedexe kir. Niha li bendê ne û bi hev re temaşe dikin. Reaksiyona gelê kurd kontrol dikin, sehîtiya wan dikin.

Li Şûna Roj TV'ê Kurd 1

Eger nikaribin nerazîbûnan ragirin, Almanya bi paş ve gav navêje jî, dê welatekî din ê Ewropayê newêribe êrîşeke bi vî rengî pêk bîne ku niha wisa xuya ye, lewra kurdan nerazîbûna xwe baş nîşan da û hîn jî divê nîşan bidin. Lê eger binihêrin dê bikaribin li hember nerazîbûnên kurdan sîng vegirin, wê demê dê yek-du welatên mezin ê Ewropayê yê din jî Roj TVyê qedexe bikin û Danîmarkayê ji tenêtiyê rizgar bikin û Danîmarka jî di rewşeke weha de dê bêtir biwê re lîsansa Roj TVyê betal bike.

Hema bi vê re jî, dê pîlana xwe pêk bînin û Kurd 1 ku ji xwe ji aliyê wan ve tê fînanse kirin, bikin dewrê û vê pîlanê aktîftir bikin. Ev çend salên dawîn in ku bahsa televizyonekê tê kirin, lê bi taybet ev du salên dawîn in xebatên avakirina Televizyona Kurd 1 bi taybet li bakur û Ewropayê bi lezgînî tên meşandin. “Serok” û “berpirs”ên Kurd1 ê jî, dest pê kirine niha vê mîsyona xwe li beramberî pareyekî mezin pêk tînin. Serokatiya Kurd 1ê (ku xwe wisa dide nasîn û ez nizanim serokatiya TVyekî çewa dibe?!) Kendal Nezan dike. Kendal Nezan, di salên 1970yî de dema fakulteya tibê dixwîne car din dikeve azmûnên zanîngehê û dibe yekemê Tirkiyeyê. Piştre ji bo xwendina xwe ya beşa endezyariya Atomê, tê li Fransayê bi cî dibe û burs ji Fransayê digire. Kendal Nezan Piştre li Ewropayê yekem Enstîtuya Kurdî ava kir û ji bo çand, ziman û hunera kurdî kar û xebat kirin. Di sala 1984an de jî, ji aliyê dewleta tirk ve mîna 'vatan hayînî' ango' 'xayinê welat' hat binav kirin, ji ber van xebatên xwe.

Bê guman ku zêdebûna TV, radyo, rojname, malper û hemû sazî û dezgehên sivîl ên civakî yên kurd, çi bi partî û rêxistinên siyasî ve girêdayî û çi jî serbixwe, ji bo berjewendiyên gelê kurd in. Lê di mijara Kurd 1ê de rewş cuda ye. Lewra Kurd1 lingê medyayê yê komploya navnetewî ye ku di sala 1999an de kirin dewrê û ji aliyê DYA, YE, Tirkiye û welatên girêdayê NATOyê ve tê birêvebirin. Bi Kurd1ê re jî dixwazin zemîna qedexekirina Roj TVyê amade bikin û mîna “alternatîfeke baştir” pêşkêşî raya giştî ya kurd û cîhanê bikin, antîdemokratiya xwe jî bi vî rengî veşêrin. Kesên ku bi durustî û bê alî serê xwe li ser vê yekê biêşînin, dê vê rastiyê jî bibînin.

Di malpera Kurd1ê de Kendal Nezan axaftineke ji bo danasîna televizyonê dike û îdîa dike ku Kurd1 ne girêdayê tu hêzê ye, serbixwe ye, di xizmeta gelê kurd de ye. Lê rastî, dijberî vê axaftinê ye û pirsgirêk jî ji xwe di vir de ye. Mîna ku dixwazin nîşan bidin wisa di encamên hewldanên masûm û niyetpak de ev televizyon ava nebûye, divê ev bê dîtin. Lewra bi alîkariya Hukûmeta Herêmî ya Başûrê Kurdistanê û projeyên ji bo alîkariya xebatên çandî yên Yekîtiya Ewropayê, ev televizyon bi tenê dikare belkî çend meh li piyan bimîne. Televizyoneke bi vî rengî herî kêm milyonek dolar mesrefa wê ya mehane ye ku her kesên di çapemeniyê de kar kirine vê yekê kêm zêde dizanin. Dibêjin ku bi fonên ji bo xebatên çandê yên Yekîtiya Ewropayê tê fînanse kirin. Em bêjin ku ev rast e jî; lê gelo lêçûnên ew qasî mezin ji bo saziyeke weha mezin bê hesab û hema ji xêra bavê xwe re didine destê çend mirovan? Yanî ji aliyekê ve hewl didin televizyoneke kurdî bê qanûn û derveyê demokrasî û mafê mirovan bigirin, ji aliyê din ve jî dê ji bo çavê reş û belek ê kurdan her meh bi milyonan dolar televizyoneka din a kurdan fînanse bikin? Ev nêzî aqil e gelo? Na. Lewra lêçûn çiqas mezin bin, hesab jî du carî ew qasî mezin in û ev hesab jî PKK bi xwe ye. Dixwazin ji PKKê re û hemû sazî û dezgehên ku wisa difikirin pê ve girêdayîne re alternatîfan biafirînin, bandora PKKê bi taybet li ser kurdên bakur bişkênin û çareseriyekê ji derveyê PKKê û di bin kontrola xwe de û li gor sînorên ku dê ew bi xwe diyar bikin, ji kurdan re bi pêş bixin.

Li dijî PKK'ê “PKK'yî"

Ekîba Kurd 1ê, bi taybet xwe nêzî kesên ku bi taybet di sazî û dezgehên nêzî PKK'ê de xebitî ne, xwe mîna PKK'yiyên kevin bi nav dikin û ji girtîgehan derketine, an jî bi salan di sazî û dezgehên çapemenî û çandî yên nêzî PKK'ê de xebitî ne û bûne xwedî tecrûbe, dikin. Derfetên baş ên aborî ji wan re pêşkêş dikin. Hin ji van kesan bi van derfetan dixapin, hin ji wan jî tenê ji dûr ve li rewşê temaşe dikin. Pêşkêşkirina derfetên madî jî, di dawî de encama van polîtîkayan e.

Ekîba Kurd 1ê ku xwe serbixwe nîşan didin lê di rastiyê de yek ji helqeyên vê komploya navneteweyî ne, çi bi zanebûn û çi bi nezanî, di heman demê de ji girseya kurd re dibêjin “Binêrin em serbixwe kar dikin û girêdayê kesekî nînin. Ji ber wê jî, em bi kesên li dijî PKKê ne re jî kar dikin lê kesên ku kadroyê PKKê bûne re jî kar dikin.” Bi vî rengî deriyên xwe navber dihêlin û kesên ku diçin nav wan jî, bi zanebûn an jî bi nezanî xizmeta vê polîtîkayê dikin.

Yek ji sedema ku dest davêjine hin kadroyên ku di çapemeniyê an kar û xebatên çandî de kar kirine ev e: Kesên bi krîterên PKKê kar kirine kalîfiye û xwedî dîsîplîn in. Ez naxwazim nav bidim, lê bala xwe bidinê, li bakur bi taybet dest davêjine kesên ku bi awayekî têkilî PKKê bûne, an raste rast di saziyên nêzî PKKê de kar kirine û dikarin wan bi rêya derfetên aborî ber bi xwe ve bikşînin. Ji bo vê li nûnerên Kurd1ê yên Amedê, Stenbolê binihêrin û derfetên ku girtine, kesên ku bi wan re kar dikin binihêrin, dê ev rastî çêtir aşkere bibe. Li Ewropayê jî bi taybet kesên li dijî PKKê ne di nav xebatên Kurd 1'ê de cî digirin.

Di rojên pêş de dê polîtîkayên têne meşandin bêtir aşkere bibin û hesabên ku têne kirin jî derkevine holê, bê guman. Ya grîng ew e ku ev xefik bê dîtin û komploya navneteweyî ku ev 10 sal in tê meşandin, vala bê derxistin. Gelê kurd ku bi berdêlên mezin Tevgera Azadiyê anî van rojan, dê polîtîkayên qirêj ên li dijî pêşeroja wî tên meşandin jî berovajî bike û bersiva pêwîst bide.