1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. Lîstik û helwestên `welatparêz`!..
Lîstik û helwestên `welatparêz`!..,lîstik,û,helwestên,welatparêz

Lîstik û helwestên `welatparêz`!..

A+ A-

Carnan mirov naxwaze û ya rastî hêja jî nabîne ku li ser helwestên hin kesan binivîse, lê ji aliyekê ve jî mirov difikire ku çi dibe bila bibe divê mirov li hember helwestên qirêj raweste û aşkere bike ku rê li van nezanan teng bibe.

Ji dîroka herî kevnare ya kurd ve û heya niha sedema herî bingehîn a her têkçûneke kurdan, dîsa kurd bi xwe bûne. Her çiqas pir zêde êrîş û lîstik bûbin jî, gemarî û xiyaneta navxweyî rê li ber têkçûnan vekiriye û cesaret daye êrîşkaran û dagirkeran. Çeka herî mezin a dijminê xwe, dîsa em bi xwe bûne. Îroj dîsa heman tişt dibe.

Dewleta tirk 85 salan hewl da ku bi rêyên înkar, êşkence, tunekirin, komkujî, zilm û zordariya fizîkî gelê kurd bê îrade û tune bike. Tevgera Azadiyê, Serokatiya Tevgerê, rawestana wan, berxwedana wan, girêdana wan a bi azadiyê ve, fedakarî û bedêlên mezin ku hatine dayîn, bi van re destkeftiyên ku di dîrokê de tu carî gelê kurd bi dest nexistibûn, bi xwe re têkçûna polîtîkayên li dijî gelê kurd anîn. Ji lewre jî dijmin ketin nav lêgerînan û polîtîkayên nû bi pêş xistin, lê êrîşên fîzîkî jî bi hemû barbariya xwe ve didomin bê guman. Tenê di ber de niha dest pê kirine pişi pişo dikin û destên xwe di serê me didin. Êdî kî serî dide ber wan û dide mizdan, kî nade, ew tiştek din e. Lê ev hewldan hene. Li gel van hewldanan, bi taybet jî ji ber hilbijartinên şaredariyan lîstikên mezin têne lîstin. Ji bo vê dixwazim çend mînakên piçûk ên berçav bidim:

Fethullah Gulen di sala 1957an de li Erziromê hîn dema 16 salî bû ji aliyê endamê Daîreya Şerê Taybet a Tirk Esat Keşafoglu ve hat birêxistinkirin û di sala 1959an de jî ji aliyê endamê Daîreya Şerê Taybet a Tirk Waliyê Edîrneyê Îtîîhat Terakîvan Sabrî Sarp ve hat perwerdekirin. Paşê jî wezîfeya texrîfkirin û serobinokirina berhemên Seîdê Nûrsî (Kurdî) dane wî û çiqasî navê kurd û Kurdistanê di berhemên Seîdê Nûrsî de derbas dibûn jê derxist. Ji bo agahiyên berfireh hûn dikarin li vê linkê bitikînin: http://www.firatnews.com/index.php?rupel=nuce&nuceID=2984

Niha bi destê Fethullah Gulen û pêgirtiyên wî ku dîsa her yek ji wan di perwerdeyên taybet ên Daîreya Şerê Taybet de derbas bûne (Ji bo vê jî li heman lînkê binêrin) di bin navê ”Civînên Abantê” de, dixwazin Têkoşîna Azadiyê bê bandor bikin, îradeya gelê kurd bişikênin û bikin bin tasarufa xwe û ya dewletê. Dagirkerî û mêtîngeriya di mêjiyên gelê kurd de ava kiribûn û bi têkoşîna azadiyê şikiya ye, dixwazin ji nû ve ava bikin.

Dîsa bi rêya TRT 6 ku Dayikên Aştiyê navek xweş lê kirine û dibêjin TRT Cahş, pişo pişo dikin. Li ser TRT 6ê min û gelekan pir tişt nivîsîn, ez ê zêde tiştek nebêjim, nêrînên min diyar in û hûn dikarin ji vê lînkê jî car din li nivîsa min a li ser mijarê binihêrin: http://www.amidakurd.com/index.php?option=vengcontent&task=view&id=1852&Itemid=69 Îcar ev karê wan e bê guman û di vir de tu minet tune. Dê karê xwe bikin û ev pir jî normal e. Em hey bêjin wahşet e, barbarî ye, ji derî mirovahiyê ye, belê wisan e û hîn pir bêtir e jî, lê ji xwe xwezaya vî tiştî ev e, divê gilî neyê kirin. Em divê giliyan ji xwe, ji kodikalast û loqoyên xwe bikin ku çewa ji bo loqan û di bin navê ”welatparêziyê” de ji dijminan bêtir înkariya ked û nirxên bi bedêlên mezin hatine avakirin dikin, ji dijminan bêtir pesnê van lîstikên ku têne lîstin didin û ji bo berjewendiyên xwe teoriya xebata li TRT 6 ê dikin û ciyê piyê xwe xweş dikin, peyaman dişînin ji hin ciyan re ku va em jî hene.

Beriya li ser van nêrînên xwe binivîsim, dixwazim li ser polîtîkayên dewletê û sîstema împeryalîst ku bi destê AKPê û Cemaeta Fethullah Gulen dixwazin li ser kurdan bidine meşandin, du mînakên balkêş bidim:

1- ”Fermo Talîmata Bi Dizî ya Hilbijartinan a AKP’ê / ANFTaybet / 12:07 / 10 Şibat 2009: f-) Pêşxistinên me yên mîna TRT 6 û li zanîngehan perwerdeya bi kurdî, bi taybet li Sêrt, Şirnex, Colemêrg, Wan, Mûş, Agirî û Amedê û li navçeyên wan, divê baş bêne vegotin. Divê hewl bê dayîn û li ser TRT 6ê, bi nivîskarên kurd nivîsên erênî bidine nivîsandin û hunermend û nivîskar bêne vexwendin. ”

2- ”Projeya bi dizî ya AKP'ê / Hejarê Şamil: Dem: 21 Sibat 2009 Şemî / http://www.kurdistan-post.com/ : Cemaeta AKPê ji bo di hilbijartinên şaredariyan de puan bigirin, li ser kurdên ku mîna ’Kurdên Sovyeta Berê’ têne binavkirin projeyek amade kirine. Ev kurdên ku di sala 1926an de li wî aliyê Çemê Erezê, aliyê Sovyetê mane dixwazin bînine Kurdisanê. Ev xebat niha bi dizî tê meşandin û ji bo vê jî kesên ’grîng’ ên dewletê hatine wezîfedarkirin.

Projeya li ser ’Kurdên Sovyetê’, bi armanca girtina şaredariya Wanê hatiye pêşxistin. Kurdên ku di sala 1926an de li aliyê din ê Erezê mane û niha li herêmên cur bi cur ên Asyaya Navîn û Rûsyayê belav bûne, bi eslê xwe ji Wanê ne. Mirov û xizmên hemuyan li Wanê hene û di nav van xizman de kesên ku xwe li meqarneyên AKPê girtine jî, hindik nînin.”

Niha jî mînakek ji nivîsa Arif Zerevan bidim û fermo hûn bi yên jor re bidine ber hev:

”Dema ko li bakur biqewime pir mezin û ho baş jî diqewime / Arif Zêrevan / nefel.com/ 2009-02-17

Bi weşana TRT-Şeşê kurdên bakur cardî bi qedrê xwe û bi qedrê zaravayê xwe kirmanciya şirîn hesiyan û aşkera bû ko kurd ne mecbûrî weşana çend kanalên bi soranî yan weşaneka siyasî ya wekî Roj TV ne.

Li bakur û Tirkiyeyê hêdî hemî kurd kurd in û kurdên mihafezekar yên di nêv partiyeka wekî AKP-yê de jî bi aşkerayî xwedîtiyê li nasname, ziman û kultura miletê xwe dikin û dixwazin digel tirkan di şertên wekî hev de bijîn û ji bo wê jî xebateka sivîl û medenî dikin.

Weşana TRT-Şeşê bi serê xwe tenê nikare hemî dergehan ji kurdan re veke lê belê ew bûye destpêka proseseka nû li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê.

TRT-Şeşa bi kirmancî ji kurdên bakur û ji kirmancî re ji Zagros TV, Kurdsat û Kurdistan TV-ya ko bi soranî weşanê dikin çêtir e û lewra kurdên bakur piştî derketina TRT-Şeşê hêdî li malên xwe li kanalên başûr temaşa nakin.”

Zerevan jî bi pesindayîna AKPê û TRT 6ê mîna her carî karê xwe dike, gazina min bi xwe jê jî tune, rola wî diyar e!..

Her wiha kesên din hene ku di malperên xwe de pesnê Civîna Abantê didin, mîna ’Civîneke Serkeftî’ didine nîşan, bi awayekî piştgiriya vê civînê dikin, bêyî ku li nasnameya organîzatorên vê civînê û kiryarên wan û wezîfeyên wan binihêrin û di ber de jî rexneyan li DTPê digirin ku çima bi rêxistinên tirk re dikeve nav hevkariyan û xwe ji partî û rêxistinên kurd dûr dixe, rê li ber ’Yekîtiya Netewî’ digire. Niha rexneya li DTPê tiştek din e, rexneyên me jî hene di vî warî de lê ez ê tenê çend pirsan bikim û hew, lewra min şiroveya vê helwestê jî li jor kiribû: 1- Em bêjin hemû rexneyên di vî warî de ku hûn li DTPê dikin rast in, lê li hemberî vê gelo helwesta rast parastina Civîna Abantê û piştgiriya Fethullahçiyan û pêşengên Senteza Tirk û Îslamê û her wiha kevne MHPyiyan e? 2- Ew rêxistin û partiyên ku xwestin bi DTPê re yekîtî bikin di hibijartinan de, gelo bi kîjan rûyî çûn û doza hevkariyê kirin, lewra tu tiştek nema ji bo DTPê û DTPyiyan negotin û hîn jî dibêjin. Êrîşên ku li dijminan nakin û tu carî nekirine, li DTPê, DTPyiyan dikin, piştre jî diçin dibêjin em di hilbijartinan de hevkarî bikin, bila tasek şorbe bi xêra we û li ser pişta we para me jî bikeve. Ma rastî û durustî û welatparêzî ev e? Mirov dikare wisa pirsan bike ku tenê ji pirsan lalîgan bimînin di ciyên xwe de bitevizin nikaribin xwe tev bidin. Lê hema bila tenê bersiva van her du pirsan bidin bes e.

Lê li gor min yên herî xirab jî ew in ku nanê Îsa dixwin û selewatê li ser navê Mûsa didin. Ango çaralî dixebitin. Di nav sazî û dezgehên nêzî Tevgera Azadiyê de ne, bi awayekî ji bo wan kar dikin, qaşo nûçegihanî dikin û vî karî belaş jî nakin, parê xwe digirin, bila ew li wan xweş helal be, lê ji aliyê din ve ji TRT 6 re çav dişikênin ku Dayikên Aştiyê, Tevgera Azadiyê û hemû sazî û dezgehên wê, dibêjinê TRT cahş û ji bo kesên li wir kar dikin jî heman tiştî dibêjin û li gor min jî wisan e. Qaşo teoriya rastiya xebata li TRT 6 ê dikin û bi pareyan ve girê didin. Qaşo dê nîşan bidin ku rojnamegeriya kurdî jî ne erzan e haa!.. Lê ew qasî mêjî teng in çavên wan ji ber berjewendiyan pêşiya xwe jî nabîne ku nabînin ev gotin bi xwe, çi qasî erzan û bê wate ne. Bi serde jî û bi bêşermiyeke mezin, li kesên din jî pêşniyaz dikin ku pareyek baş bidin, dikarin biçin kar bikin, lewra ew TV bi bacên wan fînanse dibe, mafê wan jî tê de heye. Were ji xwe re li erzaniya van gotinan. Bavêjî mazatê kesek qurişek jî pê nade. Bi wê jî ranawestin, radibin li ser zimanê TRT 6ê nivîs dinivîsin û aqil didin, lê di rastiyê de dibêjin em va li vir in û amade ne, me bibînin, lê tenê fiyeta me hinek biha ye, wê bidin, em ê bên.

Dîsa hin qaşo rewşenbîr radibin li ser TRT 6ê semîneran li dar dixin. Divê mirov ji van kesan jî pirs bike ka gelo ev nêzî 15 sal in li ser kîjan televizyona kurdî semînerek, an civînek li dar xistine, an li ser zimanê wan û kalîteya wan çend gotin gotine an nivîsîne ku îroj li ser TRT 6ê û zimanê wê li Ewropayê semîneran li dar dixin? Kî organîze dike? Armanc çiye? Ji ku derê re xizmet dikin û ji ku derê re çav dişikênin, ev divê bêne pirskirin!.. û bi ”Talîmata bi dizî ya AKP” re ku min li jor dabû, bidine ber hev. Ev kes li Ewropayê di civatên ku li dijî Tevgera Azadiyê ne de cî digirin, lê xwe ji tevgerê jî nakin û ji bo semîner û civîn û konferansan têne vexwendin û diçine Amedê jî. Xwe ne ji dêrê dikin û jî ji mizgeftê. Lê li vir tewanbar ne tenê ew in, tewanbar keşe û mele ne jî ku deriyê dêrê û mizgeftê li wan vedikin, li gel ku dizanin ji wir derdikevin diçine ciyê din jî!.. Û şaşiya mezin jî ev e.

Ev çend mînakên piçûk bûn ku min hewl da di vê nivîsê de nîşan bidim bê ka aliyên riziyayî yên civakê çi ne ku bi awayekî di xizmeta dijminê kurd de ne, hinek bi nezanî, hinek bi mamûrî û meaş û hinek jî ji zikreşî û çavnebarî. Lê çi dibe bila bibe, divê bi tu awayî Tevgera Azadiyê rê nede van derdoran û bi taybet jî kesên çaralî dilîzin di nav xwe de nehewîne. Eger şaşiyeke mezinî tevgerê hebe jî, li gor min ev e ku hinek xwe li ser xwînê dijînin û rê li ber wan nayê girtin.

Mahabad Felat ARDA 2009-02-22