1. Tekst

  2. Gotar

  3. Samî Tan
  4. Lîstikeke cihêreng: Reşê Şevê
Lîstikeke cihêreng: Reşê Şevê,lîstikeke,cihêreng,reşê,şevê

Lîstikeke cihêreng: Reşê Şevê

A+ A-

Çand û zimanê kurdî ligel hemû astengiyan jî geş dibe.  Her roj li cihekî ev geşbûn xwe nîşan dide. Şanoya kurdî yek ji van waran e. Şanogerên kurd ligel tengasî û astengiyên heyî jî bi evîneke mezin berhemên hunerî pêşkêş dikin. Niha li Stenbolê sê-çar komên çalak ên şanoyê hene; Teatra Bakur, Teatra Avesta,  Teatra Seyrî Mesel û Teatra Destar…

Roja 3’yê avrêlê li sehnaya Hunerên Pêşandanî ya Su me li lîstika Koma Destar a bi navê “Reşê Şevê” temaşe kir.  Vê lîstikê nîşan da ku şanogerên  kurd hem bi lîstikvaniya xwe hem jî bi mijarên ku dineqînin, gelek bendan hildiweşînin. Di vê lîstikê de jî derûniya mirovan, bi taybetî jî derûniya jinekê hebû. Jineke ku debara xwe bi tiştên ji ser çopan berhevkirî dike, jineke ku bi gelek awayan tûşî zordestiyên mêrane hatiye. Reşê şevê bingeha xwe ji tirsên ku çavkaniya wan zordestiya pergala mêrane ye digire.  Zordestiya mêrane ku bi rengên cur bi cur derdikeve pêşberî jinan; di dirûvê mêrekî de, di dirûvê bav û birayekî de û di dirûvê pergala baviksalarî de.

Di lîstikê de du kes dilîzin; Berfîn Zenderlioglu wekî Gulîzer û Mensûr Zîrek wekî Reşê Şevê. Berfîn Zenderlioglu digel derhêner Metîn Mîrza lîstik nivîsandiye. Ji bilî wan jî keda gelek kesan ketiye vê lîstikê. Muzîka lîstikê ji aliyê Mehmet Atli û Murat Ozturk ve hatiye amadekirin.

Di lîstikê de bi gelemperî lîstikvaniyeke serkeftî hebû. Lîstikvanan ji bilî hunera şanoyê ji hunera pandomîmê jî sûd wergirtibûn.  Zimanê lîstikvan Menzûr Zîrek zimanekî rewan û xweş bû. Lê mixabin zimanê Gulîzerê ango Berfînê zêde herêmkî bû, pirî caran ji aliyê zayend û tewangê ve şikestî bû.  Di lîstikê de hest û mijarên trajî-komîk serdest bûn. Lê ev rewşên trajîk û komîk pirî caran zêde dihatin mezinkirin, vê yekê jî germahiya lîstikê kêm dikir. Wekî  din jî li gorî baweriya min lîstik piştî ku Gulîzer ji ser dikê çû, bi dawî bû. Beşa din zêde ne balkêş bû.  Ji bilî vê jî gelemperîkirina sûc û tawanan, sûcdariyê ji holê radike. Wate, heke her kes sûcdar be, kes ne sûcdar e.

Hunermend dikarin di warê geşkirina çand û zimanê kurdî de peywireke girîng pêk bînin.  Hunermend bi hunera xwe dikarin evîna zimanê kurdî bixin dilê mirovan, ziman li ber  dilê wan xweşik û delal bikin. Bi zimanê ku ew bi kar tînin, divê xweşiya zimanê kurdî nîşanî her kesî bidin. Lewma serê pêşîn divê ew xwe di vî warî de baş perwerde bikin.

Ligel hemû kêmasiyan jî lîstika “Reşê Şevê” hem bi naveroka xwe, hem jî bi lîstikvaniya xwe berhemeke cihêreng û balkêş e. Ev lîstik di 10’ê avrêlê saet di 19:30’an de li Kampûsa Dolapdereyê ya Zanîngeha Bîlgiyê, di 30’ê avrêlê de jî di Mîhrîcana Şanoyê ya Zanîngeha ODTU’yê wê derkeve pêşberî temaşevanan.