1. Tekst

  2. Pêkenî

  3. Amîda Kurd
  4. Mêvanên Almanî û Bêhna Wan
Mêvanên Almanî û Bêhna Wan,Mêvanên,Almanî,û,Bêhna,Wan

Mêvanên Almanî û Bêhna Wan

A+ A-

Ji Almanya malbat hatiye Kurdistanê, mêvandêrî. Jina malê, jina pîr dinihêre ku bêhneke pir xweş bi ser mêvana almanî tê, pozê xwe bilind dike û xweş bêhn dike. Di wê navberê de jin a mêvan a almanî ferq dike û qirka xwe bilind dike dibêje:

- Navê vê parfumê Giorgiya Beverly Hils e, pir xweş e, qutiya wê ya biçûçik 150 milyon lîrayê tirk dike.

Bîstikek din mêvana din a jin tê li cem pîrê rûdine. Bêhnek xweş bi ser wê jî dikeve. Pîrê wê jî bi eşq bêhn dike. Ew jî dibêje:

- Navê vê parfumê Chanel 5 e, şûşeka wê ya pir biçûçik bi 150 milyon perê tirk e.

Bîsteke din bûka pîrê sifra birincê tîne datîne ku bi hev re birincê bineqînin, firavîna nîvroj çêkin. Pîrê radibe ser xwe, wa xwe li ba dike û serê xwe bilind dike:

- Nîv kîloya vê birincê jî em bi 2 milyonên lîrayê tirk dikirin.

Ji berhevka Rêzan Tovjîn


Gotinên miftehî :