1. Tekst

  2. Pêkenî

  3. Amîda Kurd
  4. Ma Te Hişt Wekî Însanan Bikim ?
Ma Te Hişt Wekî Însanan Bikim ?,Ma,Te,Hişt,Wekî,Însanan,Bikim,?

Ma Te Hişt Wekî Însanan Bikim ?

A+ A-

Pêkeniya Rojê: 05 Tîrmeh 2008

Rojekê xortekî bi navê Xalis dikeve nav rezê mala apê xwe. Di jiyana gundîtî de kê ji rezê kê çend gurşî tirî jêkiriye ne girîng e. Kes ji bo têrxwarinî li dijî jêkirina gurşiyek tirî dernakeve. Lê amojna (jinap) Xalis jineke gelekî bi teşqele ye. Çawa ku dibîne zarokek di nav rez de ye, dibêje "haho dîsa rez talan kirin".

Bi qerepere û hewara amojna wî Şemê re Xalisê te ji nav rez direve. Gurşiyê tirî jî bera nav bena rez dide û xwe di ser benê re davêje. Lê Şemê xwe digihîne wî û hişk bi kurrika stuyê wî digire:

- "Te, te, te çi dikir kuro? Te çi, çi, çi, çi dikir? Ka, ka, ka bêje! Zû zû zû..."

- Lawikê reben ji tirsa dibêje "Wwwwele min gwê xwe dikir." Lê amojna wî bawer nake. Dibêje:

- Ka te li ku gû kiriye, nîşanî min bide.

- Li ser vê yekê lawik amojna xwe li nav rez digerîne. Lê tu tiştek tune. Şilahiyek jî tune ku bêje aha min li vir mîz kiriye.

Tenê rastî (pêrgî) tersên kerê dibe. Lawik çawa ku çav li tersan dikeve bi kêf xar dibê û dibêje "aha vaye min li vir gû kiriye."

Lê Şemê dîn dibe, bi hêrs dibêje: "Ma tu henekên xwe bi min dikî hey stuşikesto! Ev tersên heywên in, ma ez cahil im?"

Xalis di derb û lix de bersivê dide: "Ma te hişt ku wekî însanan bikim?" 

 

Rehma xwedê li herduyan be jî.