1. Tekst

  2. Pêkenî

  3. Amîda Kurd
  4. Ma Zirara Azanê Ji Pez re Heye?
Ma Zirara Azanê Ji Pez re Heye?,Ma,Zirara,Azanê,Ji,Pez,re,Heye?

Ma Zirara Azanê Ji Pez re Heye?

A+ A-

Rojekê du zilamên koçer xwe ji çiyê berdidin û ber bi gund ve diçin.

Dema nêzîkê gund dibin, dibînin zilamek derketiye ser banekî, her du destên xwe daye ser guhên xwe û heta jê tê bang dike. Yek ji zilamên koçer ji hevalê xwe dipirse, dibêje:
- Miho ev zilam çi kes e, çi dibêje?
Miho dibeje:
- Kuro Dîno ma tu nizanî, ev meleyê gund e. Bang dide.
Dîno dîsa dipirse, dibêje:
- Miho bangdan çi ye, ji bo çi tiştî ye?
Miho dîsa bersiva wî dide û dibêje:
- Bang li gundiyan dike ku werin nimêj bikin.
Dîno dîsa tênagîhêje û dibêje:
- Wele Miho ez van tiştan qet fêhm nakim. Ka tu ji min re rastî bêje, ev tiştê dike zirara pez jê heye yan na?!
Miho dibêje:
- Na, na! Qet zirara pez jê nîne.
Dîno kêfxweş dibe û berê xwe ber bi mele vedike, dibêje:
- Madem zirara pez jê nîne, bavô tu çiqasî qîr didî bide.

Şandkar: Hesen Huseyin Deniz