1. Tekst

  2. Gotar

  3. Rêzan Tovjîn
  4. Ma ji tîrêjên rojê zûtir tiştek heye?
Ma ji tîrêjên rojê zûtir tiştek heye?,ma,ji,tîrêjên,rojê,zûtir,tiştek,heye

Ma ji tîrêjên rojê zûtir tiştek heye?

A+ A-

Çi gotinek balkêş e. Ji bo kesên materyalîst û ateîst gotinên wiha hîn balkêştir in; ew dixwazin fam bikin bê kesekî ji ber çi sedeman ev texmîn kiriye. Yên oldar dibêjin "ji xwe wekî şerîda fîliman hatiye ber çavên ewliyayan û loma dizanîn."
Îro Bexda jî, Şam jî bûye xwelîgevzka deveyan. Yanî bûye qada ku deve xwe lê dirêj dikin û xwe di erdê didin, ji bo xwira xwe bişkînin û ax (xwelî) a erdê dibe wekî ard. Deve jî qey DYE, Rûsya û hin wekî din e. An na?
Li gor zanistê ji bo mirovek ji pêşerojê agahiyekê bistîne, divê ji tîrêjên rojê zûtir tiştek hebe.
(?)
Mirov dikare rewşê wiha zelal bike; dema mirov kevir li kevir dixe, deng jê tê. Lê heta mirov kevir li kevir nexe, dengê kevir nayê mirov. Nexwe kesek çawa dikare berî kevir li kevir bikeve deng bibihîze?
Pispor dibêjin; ji bo berî kevir li kevir bikeve dengê kevir were bihîstin, divê ji tîrêjên rojê zûtir tiştek hebe.
Einstein got ji tîrêjên rojê zûtir tiştek tune. Hinekan jî got heye.
Heye an tune ye!
Lê hinek îdia dikin ku wan xewnek dîtiye û dû re ew tişt bi cih hatine. Ma heke wisa be, ji tîrêjên rojê zûtir tiştek heye? Yanî heke wisa be, berî kevir li kevir bikeve mirov dikare dengê kevir bibihîze!
Mirov dikare bibîne bê hejmara di piyango de lê dixe kîjan e û mirov dikare here wê bilêtê bikire! Ma ne?
Gelo ku mirov bikaribe pêşerojê bibîne an bibihîze, an bizane, kaos (tevlihevî) çênabe?
Çêdibe an çêna be!
Rojhilata Navîn wekî hatiye gotin, bi rastî jî bûye qada şer, pevçûn, tevlihevî û xwînrêjiyê. Deve an hût; em dişubînin van dewletên mezin. Ma ji xwe di gelek nûçeyan de ji bo DYE an Rûsya gotina "dêw" ango "hût" nayê bikaranîn?
Bexda herêmek e. Şam jî herêmek e. Herêma Şamê heta axa Riha ye. Cizîr jî herêmek e. Herêma Cizîrê jî heta axa Riha û axa Amedê ye. Dibe Amed axa Cizîrê be jî.
Berê ev wisa bû.
Yanî dema dibêjin "Bexda, Şam û Cezîre" herêmek fireh divê were famkirin.
Birêz Ocalan jî bi salan e dike gazî û hawar û dibêje "heke em li ser esasên heqî û mirovahiyê aştiyekê çênekin, dê Rojhilata Navîn li ber xwînê here, dê her kes bi kêran here qirika hev."
Yanî tenê oldaran behsa van rojan nekiriye, ji dûr an ji nêzîk, gelek kesan bîra van rojan biriye.
Û bîra rojên dûrtir jî birine.
Heke ji tîrêjên rojê zûtir tiştek hebûya, niha me yê bizaniya bê piştî do li Xetavê (Hetay, Hatay) balefira Rûsya ket dê çi bibe û me yê li gor wê şîpa xwe xweş bikira! Ma ne?
Lê baş e ku bîrbirên me hene. Dengê kevir, berî kevir li kevir bikeve nayê wan, lê dizanin heke du kevir li hev bikevin dê çi deng derkeve! Ma ne?
Yên bîra vê jî nabin hene!
Yên ku balefira Rûsya xistin, gelo negotin "heke Rûsya di demildest de têkeve şer, em ê çi bikin?" Helbet dizanîn ku Rûsya amadehiya wî hawî nekiriye. Lê êdî dê bike.
Û li Şamê û l Bexdayê dê şerê deve û hûtan pêk were.
Û wekî di wan pirtûkên kevin de hatiye gotin.
Dê ji herêma Cezîrê artêşek derkeve!
Ew Medî (Mêhdî, Mihdî) ne, ji qebîla Medan e!
Hinekan gotine "dê ji herêma Xoresanê bên". Ew jî herêma Medan e!
Ew artêş dê şer biqedîne û dê aştî dest pê bike, dê gur û berx bi hev re biçêrin.
Wisa gotine!
Nizanim ji tîrêjên rojê zûtir tiştek heye, an hinek berî kevir li kevir bikevin dengan dibihîzin, lê wisa gotine.
Nexwe em xwe li dora Mediyan bidin hev dê pir baş be, ji bo me û ji bo mirovahiyê.