Mafê Mirovan -8,mafê,mirovan,8

Mafê Mirovan -8

A+ A-

(Ferqa di nav şaşik û şefqê de)

Tirkiye û dewleta Tirk‚ çendî ji derve û bi aliyê xwe yê darîçav, li ser kaxetê û Hwd. ji dewletên mayî yên cîhana îslamî hinekî ferq bike jî, di esas û bingehê xwe de û bi taybetî ji awira mafên kurdan, dewleteke nîjadperest, despot û bênavcî ye, bi riwê li mafê kurdan ne kêmî Behsîtiya Sedam, Bişar Esadê li Sûrî, rejîmên Ehmedî Nejad, Misira Mubarek û Tunisa Zeynel Abidin Bin Ali ye.

Kengî bû tam di bîra min de nemaye berî niha bi çend salan rojnamevanekî rojavayî ku ev aliyê Tirkiye î ku gelek caran raya demokratîk dixapîne baş dîtibû, rejîmên milîtarîzma Tirk û melayên Iranê bi hev re miqayese dikir û digot ku ferqa di nav zihniyet û mentalîteya paşayên Tirk û axûndên Iranî de bi tenê di yek tiştî de ye: ew jî ferqa di nav şaşik û şefqê de ye, li serê aliyekî şaşik û li serê aliyê din şefqe hene.

Ev tesbît têra xwe hedefbîn e, xwurt û biîsabet e, ji xwe ne tesaduf e ku rejîmên Iran û Tirkiye ewçendî nêzîkî hev in, bi hev re law û keçên kurd îdam dikin, dikujin û bi salan dibin û tînin dadgehan.

Salên 1940 î û bi taybetî Piştî Şerê Cîhanî yê Duhem rejîmê Kemalîstî ji qonaxa dîktatoriya yekpartayetî derbasî qonaxa çenpartayetî dibe. Bi dîtineke sererû ev guhertineke ne biçûk e û wek derbasbûna demokrasiyê dixwiye û gelek caran wiha binav dibe. Ji xwe beşek ji dîroknasên dîroka guhertinên li Tirkiye, bi giranî dîroka siyasî ya Komara Tirk, di du qonaxên giştî de digrin dest û ji bo vê jî sala 1946 an wek dawî û destpêk binav dikin.

Belê di cewher, di naverok û kûraya xwe de û bi taybetî ji bo kurdan, red û înkara beramber kurdan û nasnekirina mafên wan, tu wateyeke wê î hêjayê gotinê tune bû, bi tenê guhertineke di kinc û cilan de bû, ev xweguhertina rejîmê despot, mîna rojnamevanê rojavayî jî girêdayê rewşa îro destnîşan dike, di asta ferqa di nav şaşik û şefqa îro de bû.

Ji Şoreşa Şêx Seîd ango ji sala 1925 an û bi vir de Kurdistan bi qanûnên taybet, siyaset û pilanên xweser hatiye birêve birin. Mebest û armanc ji van qanûnan vemirandina kinêsa kurdan, hilweşandina avahiya wan ya neteweyî û jihevxistina wan e.

Ev qanûn bi navê „Takrir-i sükun“, „Umum müfettişlikler“, „Şark ıslahat raporları“, „tedip û tenkil „ ketine dîrokê  û her yek ji wan li ser dijminayetiya beramber kurdan, mafxwurî û mafbinpêkeriya deshelatdarên dewleta Tirk, hikûmetên ji doh ber bi îro de hatine û çûne heta bi ya Erdogan şahdebûnê didin.

Dewletê di serdema sîstemê yekpartayetî de bi komên dehezarî û pêncîhezarî kurd kuştine, di şikeftan de di nav agir û barûdê fetisandine,  bi qeflên ne serî û nebinî koçber kirine, di çewal û telîsên devgirtî de avêtine çeman, binê gelî û newalan û di salên piştre de ku xwedê giravî Tirkiye derbasî demokrasiyê dibe ne ku nerewayîyên beramber kurdan nasekinin bervaja  hê jî sîtematîktir û heralîtir dibin.

Di van rojên ku pîrozbayên Roja Zimanê Dayikê li dar in, em bi lez û li bayê bezê ji van salên xwedêgiravî Komara Tirk derbasî demokrasiyê bûye çend nimûneyan destnîşan bikin:

1.   Ji salên 1940 î û pêde bi fermanên Wezîrê Kulturê û hin caran jî bi yên walî û Qeymeqamên navçeyî û herêmî kampanyên “Welatiyo bi tirkî biaxiv” hatine li dar xistin, lewheyên vê kampanyayê li her aliyê Tirkiye bûne xemla dîwarên avahiyên dewletê û kesên bi kurdî axivîne bi coreyê peran, girtin û heqaretê hatine cezakirin.

2.   Deshelatdarên dewletê û hêzên rejîm, Radyo û teyb şikenandine, giramafonên xelkê ji wan stendine, li wan dane, kesên bi tirkî nizanbûn gaz, çay, şekir, malê Sumerbankê nefirotine wan, ew ji wan mehrûm hiştine.Piştre ji salên 1960 û pêde hikûmetên Sûriye ev siyaset bi rengekî din û nîjadperestir wek nimûne girtine ji bo xwe, dane ser şopa Tirkiye.

3.   6-11-1960 Rojnameya Yeni Istanbûl radighand: 500 kes hatin girtin, van kesan amadeyîya alfabeyeke bi kurdî dikirin.

4.   1963 23 rewşenbîrên kurd ji ber xebat û weşanên bi kurdî hatin girtin. Girêdayê heman bûyerê 25-1963 an Rojnameya The Tims nûçeyeke wiha dida: Yaşar Kaya û Medet Serhad xwendevanên kurd li zanîngeha Stenbolê ji ber derxistina rojnameyekê bi kurdî hatine girtin.

5.   Sala 1963 an Dicle-Firat ket weşanê. Bi tenê 3 hejmar derket. Çend gotin û rêzehelbestên bi kurdî di kovarê de bi behaneya ku “ hastên neteweyî birîndar dike û perçexwaziyê han dide” hate girtin. Xwediyê wê Edib Karahan avêtin zîndanê û du sal ceza danê.

6.   Alfebeya ewil di serdema komarê de cara ewil sala 1968 an hate weşandin. Alfebeya ku ji aliyê M.EBozaslan hate amdakirin piştî ji çapê derket nehiştin bê belakirin, dest danîn ser. Ji ber vê alfebê jî di heqê Weşanên Gun de girêdayê xala 142/3 doz hate vekirin.

7.   Mem û Zîna Ehmedê Xanî sala 1968 an hê di çapxanê de bû dewletê det danî ser ku bi kurdiya wê re tirkiya wê jî hebû.

8.   Ji ber ku M.E,Bozaslan Şerefname dîroka kurdan  kiribû tirkî di heqê wî de doz hate vekirin. Carekê sala 1970 î 18 meh 10 rojan û cara din jî 12 ê meha 6 an sala 1971 hate girtin ku heta efwa sala 1974 an mabû di zîndanê de.

 

9.   Kovara Rizgarî 21 ê Adarê sala 1976 an derket û her hejmara wê det danîn ser, komkirin û doz vekirin lê. Sebeb jî nivîsên bi kurdî û li ser kurdan bûn. Behane jî tim yekbû: hestên neteweyî birîndar kirine û perçekirinê han dide“

 

10.            Sala 1978 an ji ber ku TÖB-DER di“ Civaka Perwerdeya Demokratîk“ de, mafê perwerdeya bi zimanê dayikê pêşniyaz kir, bi salan wek sazî û endamên xwe bû hedefa  êrîş û palamarên jiserxweçûyî, bêbav û bêperwa.

11.            Sala 1980 î Xwendevanê Enstîtûya Perwerdê ya Amedê Sabahattin Dinç di dema lêgerînekê de ji ber ku li ser wî helbesteke bi kurdî hatibû dîtin 15 rojan di nav diranên şikencê de ew hêrtin, mengenekirin û piştî 9 meh zîndan ew hê ji nûve berdan.

12.            Xaleke biçiv û xap, xala 36 an ji destûra cûnta 12 ê Ilonê, sala 1982 an: Ragihandin û weşandina ramanan bi zimanekî ku bi qanûnan hatiye qedexekirin nabe. Li dijê vê qedexeyîyê bi nivîskî yan jî bi çapkî li ser kaxetê, di rengê pilaq, bandên deng û malzemeyê dîtbarî û Hwd. bi biyara hakim û di rewşên ku ihtîmala derengketinê heye bi meqamên ku xwedîselahiyet in têne komkirin û desbiserdanîn.” û di xala 27 an de jî; weşan bi zimanekî ji zimanên qedexe nabe, tê çespandin.

13.            Ji xeynî van madeyên Destûra Hîmî, 19.10 1983 an qanûneke din jî hate pejirandin ku ew jî girêdayê vê madeya 36 an bû. Li gora wê, qanûna hejmar 2932 an ku di bin navê “qanûna li ser weşanên zimanên ne bi tirkî” derdixe, mebest ji zimanê dikeve ber qedexeyîyê berdewam zimanê kurdî ye.Di xala 1 mîn ya vê qanûnê de: “Ev made bi mebesta parastina yekpareyîya welat, dewlet û milet girêdayê zimanên qedexe û çarçeweya di vî alî de ye”

14.            Di xala 2 em de li ser zimanên dewletên ku ji aliyê Tirkiye hatine pejirandin e, di vê made de tê gotin ku li derveyî zimanê fermî yê ewil yê van dewletan bi zimanekî din ramandiyarkirin û weşan û çapemenî qebûl nabe. Em bêjin li Iraqê îro kurdî û erebî herdû zimanê fermî ne, belê ev hilweşiya, siyasetmedarên Başûrê Kurdistanê di civînên hevbeş de bi serokwezîr û serokdeweltên Tirk re li pêşberî çapemeniyê bi kurdî diaxivin û Ahmed Tirk jî ev di Meclîsê de binpê kir û diyarkir ku ev hukmê beredayî tu marîfet û otorîteyeke wê nîne.

15.            Fermandarê Hêzên bejayê yê sala 1989 an Kemal Yamak ku li Amedê femandarê Rewşa Awarte bû, sala 1982 an bi talîmatnameya 1402 an ferman dikir ku di daîreyan de gerek yek gotina bi kurdî nebe û kesê ji vê re serî daneyîne, li gora wê ranebe û rûnene gerek di heqê wî /wê de lêpirsîn bê vekirin.

16.            Kampanyên zimanê tirkî li dibistanên li Kurtdistanê giş sînoran derbas dikin. Her sibeh zarok sonda „Ez Tirk im, dê û bavên min Tirk in… hebûna min bi goriya hebûna Tirk be“dixwin û ev heta îro jî dubare dibe, heta salên dawî zarokê ku bi kurdî diaxivî ,ne bi tenê cezeyekî peran dida herwiha jî bi qasî hejmara peyvên kurdî ku bikar dianî ji destê xwe dar dixwarin, li ser lingekî bi seetan dihate seknandin, li derve di serma zivistanê de dihate ragirtin û di dema bêhnvedana nîvro ya xwarinê de ew li dibistanê digirtin, nedihiştin here malê firavînê bixwe. Îro careke din di Meclîsa dewleta Tirk de Hevserokê BDP birêz Silhedîn Demîrtaş bal kişande ser vê sonda hersibehî û heger giramek bahweriya Erdogan û partiya wî bi çareseriyê heye bila vê sondê rakin û bi rakirina wê re dest bi gavên pratîk bikin, yana ew dê ji xwe pêve kesekî din nexapînin, nikaribin bixapînin.


Gotinên miftehî :