1. Tekst

  2. Ziman û Perwerde

  3. Celalettin Yoyler
  4. ''Mafê Serbestîya ziman 'u xwendinê''
''Mafê Serbestîya ziman 'u xwendinê'',mafê,serbestîya,ziman,u,xwendinê

''Mafê Serbestîya ziman 'u xwendinê''

A+ A-

 Ola îslamê tucar astengî û çeperan dernaxe pêşberê xebitandina zimanê tu kesî.Biserda alîkar û piştevane jibona serbest xebitandina zimanê herkesîra.Lewra ziman yek ji giringtirînê aferandeyên Xuda ye.

Ziman di domandina jîyana gelan da û di pêwendîyên wanên rojane da,xudanê giringîyek berz û balaye.Jîyana gelan û civakan,her biwî qenc û xeşe.Bê wî jîyan nezanî,bindestî û koletîye.

Jibo serbestkirin û azadkirina zimanê “Dayîkê”mirov ger xwe gorîke jî,hêcaye.jiber ku ew beşek ji bedena mirovane û bi fermana Yezdan,hatîye aferandinê,nevan û înkara wî,bêdadî û hovîtîye.Hemjî dijwarîya here mezine,lihember dadwerîya ola îslamê.Çawa ku Xuda,jî bi giringî û balkêşî,di Qur-ana pîrozda dide dîyarkirinê û dibêje:(Dîsa aferandina Asîman,zemîn û newekhevbûna Ziman û rengne we,ji ayetne Xuda ne.Her divan curbe curbetîyanda ,ayetne Xuda; jibo zanayanra hene.)E-Rûm:22

.Divê ayeta qur-ana pîroz da,Xud,bi zimanê wehya xweya ji pêximberê xweyê Muhemmed ra, giringî û pîrozîya ziman dide dîyarkirinê û dibêje:Çawa çêkirina Erdê û Asîman ji hêza meznahîya min hatine aferandinê,wisajî newekhevî, curbecurtî û rengarengtîya rûyê mirovan û zimanê wan,ewjî ji hêza mezinahîya mina Xudayî,hatine aferandinê.Gava em li gotinên Xuda,yên di ayeta pîroz da ji pêximberê wira hatine şandinê dinhêrin;em dibînin:ku Yezdanê pak,giringî û pîrozîya ziman û curbecurtîya rengê rûyê wan,bi giringîya çêkirina Erdê û Asîman ra wehî kirîye.Bi serbestî û bê tuxûb,axivtina bi zimanê zikmakî,bi zimanê wehya Xuda,hatîye parastinê.Ango êrîş û astengîya li pêşîya ziman bi fermana Xuda;qedexeye.Lê pir mixabin! em dibînin:ku li cuda cuda deverên Cîhanê,zorbe,nijadperest û desthilatdarên çepel,êrîş dibine ser vê pîrozîya dayîkî,Xudayî,ramanî, bedenî û qedexe dikin û naxazin ku xudanê wê, bi serbestî û azadî bi xebitînin.Van pelîd û çepelên ku di kevine nav vê helwesta xweya hovane û êrîş dibine ser axivtintin xwendina bi zîmanê dayîkê,ew zagonên Xuda!û mirovayê, binpê dikin û di perçiqînin û naxazin ku gelên bindest û belengaz ji bin Nîrê dagirkerî û mêtingerîya wan rizgarbin.

Di derbarê pîrozîya ziman da: “Ebul Hesen Elîyê Eş-erî “dibêje:Ziman wehya Xudaya ku bi navgîna pêximberê xwe ji mirovanra hatîye şandinê ye.Yanî Ziman beşek ji taybetî û xwezaya miroane û bi aferandina wanra hatîye girêdanê û ji wan nayê cuda kirinê û qetandinê.Lê êrîş, dijwarî û bêdadîyên ku ji hêla hinek mêtingeran va tê ser Zimanê gelên bindest,ew ji weswseyên wanê Şeytanî û sîyasîne.Dijwarîya ku ji hêla dagirker û mêtingerên demê va,lier zimanê gelên bindest tê kirinê,ew her serhildana lihember ferman û zagonên Yezdanin.Lewra renga rengîya rûyê miroan û cuda cuda axitina wana bi ziman,ji neqşê nemûşê aferandin û mezinaya Yezdanin.Ewên ku bi navê zagonên xwyên beşerî,nahêlin gel bi zimanê dayîka xwe xeberdin û bixûnin,ew dinav rûreşî û hovîtîyek pir mezinda digelpiçin û di pelpitin.Dibe ku ew bi ramana xweya gemar bibêjin û dibêjin:Zagonên meyên bingehîn ji serbestîya yek zimanek ra rê dide,lê zagona serdetê hemû zagonan,zagona Xudaye û lenetê biser ramana wana çewtda dibarîne.Lewra Yezdan, zagonekî bi dadî xwezayî ji herkesê di Cîhanê da danîye û hemû zagonên beşerî liber şehîna wê zagonê tê kêşanê.Yanî li hêlek desthilatdarîyek li rû zemîn bibêje:Ez desthilatdarîyekî musulmanim û endamê civaka musulmanên navnetewîme û li hêlek dinê jî bêje ez zagona Xuda'ya di derbarê mafê zimanê gelan da nasnakim,musulmanî û bawermendîya wê raman û desthilatdarîyê,her bi tenê hovîtî û bê dadîye.Jibo ku bêdadî û kevneperestîya nijadî mafê mirovan binpêneke,divê bindestên Cîhanê lihember wan rabin û pîrozîya mafên xweyên mirovayî,ji bin pê wan çepelan derînin û azadkin.

Jibo vê yekê Xuda, bi wehya xweya ji pêximber ra,di qur-ana pîroz da wiha dibêje:(Çawa me bi îslamê we anîye ser hidayetê,wisajî “Muhemmed”me we xistîye komeke navber jibo ku hûn bibne şahidê kirinên berya xwe û dema xwe.Pêximber ji, bibne şahidê kiryarên we.Elbeqeret:143.

Birastî kelamê Xuda; divê ayetê da,bi watedarîyek pir fireh, berpirsyarîya meya mirovatîyî, radixe berçavan û dide dîyarkirinê: ku nirxandina kirinên kesên li rû zemîn,dikeve qada berpirsyarîya herkesê xwenas û xuda nas û mirov hezên di Cîhanê da.Yanî Xuda,xwe kerkirina meya lihember kirinên dagirkeran, nijadperest û mêtingeran,rewa nabîne û napejrîne.

Xweda;derketina liher mafekî taybetî,suruştî û mirovayî,derketina lihember fermana Xuda' û xwestina ola îslamê ye.Lewra mirov bi aferandinekî pir mezin, bi rûmet,hatine qada jîyana bi miroayî.Dema yek ji hevparê wiyê vê Cîhanê pêra bikeve nav helwestên nemurûvayî û destê xwe dirêjê nirxên hevalê xweyê suruştî û mirovayî bike û bi xaze wî nirxî wek serbest axivtina hevalê xweyê hevpar ji holê bide rakirinê,divê xwedîyê wi nirxê mirovayî,xwe lihember kirina wi hevparê xweyê di Cîhanê da, nepejrîne û bi tundî here ser û nirxê xwe yê mirovayî jibin zordestîya wî bide rizgarkirinê.

Lewra herdû heval jî di xebitandina mafan da wekhevin û yek ji yêdinê pirtir nexudanê mafane.Bi serda ew êrîşkera mafê xweyê ziman bi serbestî û bê paxav dixebitîne û nahêle hevalê wîyê hevparê hemû mafên mirovî bixebitîne.Ev bêdayîya hana nemurovayî,ger kesek bê wijdan gava li hevalek xweyê mirov bike,ew wî hevalê xwe berjêrê radeya tarişan dike.Lewra ji candarên bê zar û ziman, hertim mirovek bê wijdan dikare bi her awayî bixebitne û ewjî nikare bêje çima?. Zordarîya liser zimanê mirovek bivî mînakîye.

Beşek Jigiringtirînê mafê miroan,mafê xendin û zanînê ye.Divê em baş bizanin:Ku mafê xwendin û zanîna mirovan, bi serbestî û azadî, ji bexşandin û fermanên olîne.Mafê xwendin û zanîna bi fermana ola îslamê,mafekî gelemperî û bê cudatîya dinabera beş û nijadên curbecrên civakanda ye.

Yanî:mafê xwendin û zanînê,bê cudatiya dinavbra Jinan û Mêran da,dinavbera mezin û piçûkan da,di navbera musulman û nemusulmanada.Lewra pêdivîya hemû beşên civakê bi pîrozîya xwendin û zanînê heye.Hemjî mafên ku bi fermanên Xudayî ji mirovanra hatine ferman kirinê, pêdivîya hemû beşên civakê bê cudatî pê heye.

Lewra têgehîştin û zanîna mirovan bi pêdivîyên wanên rojane û bûyerên ku di jîyana wanra derbas dibin,ew bê xwendin û zanîn nayêne peydakirinê. Ji bo serbestîya xwendinê ra,tu tuxûp tuneye.Xwendin bi çi zimanî dibe bira bibe,li kêder û deverê dibe bira bibe,tuxûb ji bonê tuneye. Çawa ku Xuda bi gelemperîya xwendinê,di destpêka wehya xweya ji pêximberê xweyê Muhemmed ra şandîy û jêra gotîye:(Muhemmed tu bi navê Xudayê xweyê ku te aferandîye bixûne.)El-Eleq:1.

Dîsa Xuda!giringîya zanînê û xwendinê ji pêximberê xwera bi ayetek qur-ana pîroz dide zanînê û dibêje:(Muhemmed tu jiwanra bibêje:qey wanê zana û yên nezan wekheh dibin?)El-Zumer 9.

Dîsa Xûda,di ayetek qur'ana pîrozda,jibo rûmetdarîya xwedî û zanaya, ji pêximberê xwera wehî dike û dibêje:(Gelî mirovên ku we bi Xuda bawerkirîye,gava jiwera hate gotinê:di civatan da şûnan firekin,hûn jî firekin.wê Xuda ji wera şûna fireke.Gava jiwera hate gotinê:rabin û belavbin,hûnjî rabin û belavbin.Jibo Xuda,dereceya wanên ku ji wene bawerkirine û ya wanên zanîn ji wanra hatîye dayînê bilind bike.Xuda pir zanê bi kirinên weye.) El-Mucadelet:11.

Di derbarê rûmetdarî û rêzdarîya kesên xwendî û zana da,pêxmberê îslamê,Muhemmed; silava Xuda;liserbe,di hedîsek xweda gotîye:(Her zanayên bawermend,warisê Pêximberane)

Çavkanîyên ji ayet û hedîsne Pêximberên ku di derbarê rûmetdarîya xwendin û zanînê da hatine gelekin.

Hemjî Xuda; û Pêximberê wî, pir şîretne xwe ji bo xwendin û zanînê pêşkêşê rayagiştîya mirovatîyê kirine û xwestine ku mirov di tarîtîya nezanîyê da nemînin û şarezabin.Lewra xwendin û zanîn di jîyana gelanda xudanê giringîyek mezinin.Lê bi rastî bandora here mezina liser xwendin û zanînê,perwerdeya bi zimanê zikmakîye.

Herçiqas me di nav gotinên xweyên ji çavkanîyan da,xwendin bi gelemperîya zimanan da dîyarkirinê û got:xwendina bi curbecur zimanan û xwedinan,lê bi taybetî xwedina bi zimanê dayîkê,di berya her xwendinê da dertê pêşya civakên curbeurên netewe û nijadan.

Xwendin û perwerdeya bi zimanê dayîkan,bêtir jibo civak û gelê wi yê xendekarra,zanîn û hişyarîyê tine û dibe alîkarê pêşveçûna wê civakê.Hemjî gava perwerde bi zimanê dayîka xwendekar nebe,jibo xwendekaran ra dibe barek giran û bi salan nikare wek zimanê dayîka xwe,hinbe û bizane.

Lê pir mixain hinek ji dagirkeran û mêtingerên nirx û çanda gelan,ji bo berjewendîyên xweyên bi gemar û talankirina çand û nirxên netewîyên gelan,astengî û qedexeyên bi zagonên xweyên barbarî dertînin pêşîya xwendin û perwerdeya bi zimanê dayîkan.

Di binê vê helwest û mebesta wan mêtineran da,dijminahîyek bi zexelî û pelîdî,lihember serbest jîyana gelan û civakên neji nijada wan heye.Bivî rengî dijwarîya serdestan liser çanda gelên bindest û zimanê wan dimeşe û didome.Ew jibo serdestîya xweya nijadî û mêtingerî,naxazin ku gelên dibindestê wanda,bi xwendin, zanîn, û çav vekirîbin.Lewra bê xwendin û nezanîya gelên di bin desttê dagirkeran û mêtingeran da,” Keleha”berxwedana wana dagirkerîyê û mêtingerîyê ye.

Lewra mêtinger dinav wê “Keleha” nezanîya wan gelan da,tim nêcîra talankirina ser-ax û bin-axa wan belengazan didene domandinê û dikin.Ger ew gelan bi serbestî û bê astengî bi zimanê dayîka xwe bixûnin,wê rewşa bindestîya xwe! bizanin û herne pêşîya dagirkerî û mêtingerîya wan mebest xiraban û linirxên xweyên gelêrî û neteweyî bibne xwedî.

A-jibo vê mebestê ye ku îslamîyetê giringî daye gelhezîya erênî(gelperwerîya gelan.)ji bo ku tu destên çepel dirêjê nirxên wanên neteweyî nebin û talan nekin,divê hergel xwe naske û li netew û nijada xwe, bibe xwedî û nijadperest nebe.

Dîsa ji mafê gelan û civakên curbecure,ku xwedî li çand û dîroka xwe derkevin û biparêzin.Divê Cîhanê da:ji bo her kesî û gelîra,nirxên neteweyî û berhemên çandî û dîrokî hene û di birek qonaxên dîrokîra derbasbûne û bûne çavkanîyên jîyana gelan û ji kûrahîya dîrokê dertên û dîyar dibin.

Ola îslamê tu caran naçe pêşîya çanda gelan û qedexe nake.Herwisa dibe alîkarê parastin û pêşvebirina wan çandan. Heta ku ew çand dijîtîyê bi bawerî û berjewendiya wî gelî nekin.

Bi rastî çand û diroka gelan tim caran dibine Şehîna pîvana wana neteweyî û gelêrî.Wekî çawa ku curbecurtî, cuda cuda bûna ziman û renga rengîya rengê gelan,heyînên xwezayî, taybetî û aferanderîne.

Çawa ku Xuda,di ayetek qur-ana pîrozda,vê mijara curbecurtî û renga rengîya gelan dîyar dike û dibêje:(Muhemmed ger Xudayê te bi xwesta:wê hemû mirovanbixista yek komeke bi tenê.Lê ew her bi rnga rengin.)Hûd:118.

Gava ku curbecurtî û renga rengîya mirovan bi fermanên Xudane,dest dirêjî û bê dadîya ji hêla hinek mirovan va, ku liser vî neqşê Xuda,bê kirinê,her barbarî mêtingerîye.Lewra Xuda,bixwe ji pêximberê xera wehî dike û dibêje:Min ew bi renga rengîya zimanan û fizîka bedenî afirandine.

CELALETTIN YEKTA