1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ezîzê Cewo
  4. MALP’ERA “AMÎDAKURD” BÛ DEHSALÎ!
MALP’ERA “AMÎDAKURD” BÛ DEHSALÎ!,malp,era,amîdakurd,bû,dehsalî

MALP’ERA “AMÎDAKURD” BÛ DEHSALÎ!

A+ A-

Bi r’astî ew dehsalana wek deh bawîşkan derbaz bûn. Û me hîç tê jî dernexist, k’a ew çawa k’ete nava jiyanê û bû p’arçeyekî wê…

Cara yekem, dema min di întêrnêtê da nave vê malp’erê – “AmîdaKurd”, xwand, pirsa ku di destpêkê da hate ber heşê min, ew nav bû – çima “AmîdaKurd?” Ev tê çi wat’eyê? Û paşê jî ji dîroka kevnar hate bîra min, ku bîyanîyan ji Amedê r’a gotine Amîd. Ango, çi dertê hole, Ameda k’urd? Ev şiroveya min li bal min ma. Lê wek avans (bi deynî), bi r’êya wî navî, baldarîyeke min li hember wê çê bû… Di destpêkê da min nivîs û gotarên wê şopandin û… r’ojekê jî min jêr’a nivîseke xwe şand, û p’êwendî hatin danîn!...

Tiştê ku di vê malp’erê da bala mirov dik’işne û li mirov xweş tê, dilê wî qazenc dike, r’engorengobûna mijaran e, azadîya r’amanê ye – helbet, eger ew ne li dijî r’amana azadî û mafên net’ewî bin… Ji bo wê jî li dora vê malp’erê bi bingehîn ew mirov berev bûne, yên ku ne t’enê bi r’aman, lê wisa jî bi hest û dil bi doza net’ewî va girêdayî ne, ango girêdana wan bi xwezayî ye, ne bi dest sêwirandî. Û malp’er bi nivîsk’arên xwe va bi r’êya p’arastin û pêşxistina zimên, wêje, dîrok, çand û hunerê xizmeta r’aman û armancên vê dozê bikin…

Û ev xet jî, wek ku mirov têgihîje, ji xwedî û berpirsyarê wê – Mahabad Felat Arda tê. Wek ku tê xuyanê, ewî p’erwerdeya welatp’arêzîyê bi xwezayî, di malbatê da wergirtye û, her çiqas, bi xwezayî ev xet a hezkirina welêt a bi hestekî azad dikaribû derbazî malp’erê ji bibûya, lê dîsa jî hemû r’engên dozê: ya bi t’evger, ya gelêrî, ya kesên r’ewşenbîr û yên dinê di nav hev da dimeşin…

Û, ji bilî vê, malp’era “AmîdaKurd” ji navendên nûçeyan agahîyê balk’êş û girîng digire û digihîne xwendevanên xwe, ji ber ku ne hemû xwendevan in, ên ku hemû navendên nûçeyan dişopînin, û bi vê yekê ew dibe wek p’irayeke di navbera xwendevanan û cîhana nûçeyan da…

Ji bilî vê, ew xwendevan, ê ku agahîke navendeke nûçeyan li ser vê malp’erê xwend, ewê bi baldarî heya ç’avkanîya destpêkî jî her’e… Her çiqas “AmîdaKurd” standarteke zimên li kesekî ferz nake, lê bi xwezayî ew hewayeke wisa amade dike, kû hemû nivîsk’ar gav bi gav berbi wê r’êyê va her’in…

Li ser k’arên xizmeta ziman, dîrok, çand û hunera gelê k’urd û r’amana doza net’ewî “AmîdaKurd” “nobeta” xwe bi têgihîştineke hêja pêk tîne. Û ez jî li ser wê r’êyê r’êvebirîya “AmîdaKurdê” û nivîsk’arên wê ji bo dehsalîya malp’erê pîroz dikim û ji wan r’a serk’evtinê dixwazim.

Korda Mad (Ezîz ê Cewo)

10. 04. 2015 P’ampa K’urdan