1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mem Mîrxan
  4. Me dîsa hêviyên xwe li sala nû bar kirin
Me dîsa hêviyên xwe li sala nû bar kirin,Me,dîsa,hêviyên,xwe,li,sala,nû,bar,kirin

Me dîsa hêviyên xwe li sala nû bar kirin

A+ A-

Tu tiştekî me ne wek ê xelkê ye.

Dema mirov li cîhana nûjen dinêre ku nirxandinek li ser sala borî tê krin, piranî li ser destkeftiyên wî gelî, wê dewletê tê rawestin.

Di teknolojiyê de ji çi astê hatin çi astê,

Di tibê de ji kîjan nexweşiyê re çare hate dîtin,

Di qada perwerdehiyê de kîjan rêbazên nû hatin afirandin,

Di qada edebiyatê de çapa pirtûkan, kîjan pirtûka di çapkirinê de tîraja sed-hezarî derbas kir,

Di qada sînemayê de filmê ku rekora temaşekinê derbas kiriye û hem li qada netewî, hem jî li qada navnetewî kîjan xelat sitandiye,

Di muzîkê de, behsa konserên ku bala hemû cîhanê kişandine,

Di baleyê de, di aqrobasî û hemû beşên sporê de destkeftiyên sala borî têne nivisandin.

 De ka gelo em behsa çi dikin û li ser çi dinivisînin? 

Em ji bo alav û amûrên ku gelên din bi tekonojiya xwe afirandine li navan digerin. Gelo em ê çi navî li “flash disk”ê bikin? Pêşxistina teknolojiyê ji hêlekê ve bi tenê a ku telofona mobil anî serê me ne “balafirên heron”, ne jî “helikoptêrên kobra” anîn serê me.

Em li ser navê tenduristiyê behsa kesên ji ber nexweşiyekê mirine dikin û em hev piroz dikin ku êdî kes bi “ta”yê bi “jana zirav” namire ku gelên din sed sal berê jê re çare dîtine.

Em behsa zimanê zikmakî û mafê perwerdehiya zimanê zikmakî dikin.

Em behsa tu pirtûk û çapa pirtûkan nakin. Ji ber ku tiştên em bêjin an nîn in an jî gelek kêm in.

Em behsa kişandina film û derhênêrên kurd jî nakin. Em li rêzefilmên ku kurdên dewletê tê de dilîzin temaşe dikin û bi “bizotên evînên virnî” wan filman kezeba me disotînin.

Em behsa pêşketina muzîkê nakin. Li stranên Awazên Çiya guhdarî dikin. Ku ne ji fediyê be em  dikarin wan dawetî sineta kurê xwe  bikin.

Spor, bale, aqrobasî û hemû beşên dinê yên sporê beyarekî bê ser û ber in. Ew li bendê ne ku yek were wan bajo.

Û me bêdeng û beng salek din li dû xwe hişt.

Û me dîsa hêviyên xwe li sala nû bar kir.

Mem Mîrxan