1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mem Mîrxan
  4. Me da dû Zînevînek mirovkuj
Me da dû Zînevînek mirovkuj,Me,da,dû,Zînevînek,mirovkuj

Me da dû Zînevînek mirovkuj

A+ A-

Serokwezir Erdogan di axaftina xwe ya 4’ê cotmeha 2009’an de (ku hinek nivîskaran wek manifestoya biratiyê binav kir) Behsa Ahmet Kaya, Ehmedê Xanî û Saidê Kurdî kir, kêfa me anî û dilê me geş kir.
Got : “Ku em hurmetê nîşanî Ahmet Kaya yê ku digot bi xatirê te çavê min nedin stranên Tirkiyeyê kêm dimînin…
Got: “Jê hez bikin an jî nekin bê Ehmedê Xanî û Saidî Nursî manewiyata Tirkiyeyê kêm e…”
Her wiha Erdogan di axaftina xwe ya dûr û dirêj de behsa biratiyê, bi hev re jiyînê jî kir.
Û weke her car tevî şerh û GELOyekê me baweriya xwe pê anî.
Lê di encamê de weke hûn jî dişopînin, her gav avêtinek pêşîvekirinê bêtir em ber bi tunekirinê ve birin.
Her gavek bû dafikek û li giyana me lefiya.
Biratî û çareseriya ku dê bibûna awaza bilûra dengbêjan û li hemû welat belav bibûya, weke nexweşiyek têger(bulaşýcý) di me geriya.
Ez jî êdî hejmara wê nizanim lê careke din jî em xapandin.
Berdevkê vê nexweşiya têger Wezîrê Karê Hundir Atalay bêyî ku şerm bike aşkera behsa vê xapandinê kir :
“Me rêziknameya hepsê guherand. Êdî malbat û girtî dikarin bi hev re bi kurdî bipeyivin.
TRT 6 dest bi weşanê kir.
Li zanîngeha Artukluyê êdî li ser ziman û devokên din jî dê lêkolîn çêbibin…)
Ê .. ê ..wekî din.
 Tu û Xwedê, pêşî vekirina we ev e?.
Hûn li bendê ne em bêjin “ Malava”
Li ku derê bi du sê gavên çeloxwarî  qedera gelekî hatiye guhertin?
Li ku derê  “çavê min”?
Li ku derê?

Mem Mîrxan
20/01/2010


Gotinên miftehî :