1. Tekst

  2. Nirxandin

  3. Azad Zal
  4. Mestûre Erdelanî (1805 Sine  1848 Silêmanî)
Mestûre Erdelanî (1805 Sine  1848 Silêmanî),Mestûre,Erdelanî,(1805,Sine,,1848,Silêmanî)

Mestûre Erdelanî (1805 Sine  1848 Silêmanî)

A+ A-

"Min ew jinem ke le pakî le serûy hemiwan im
Le hemû xêlê jinan da niye kes haw?an im
Le jêr serwênekem da serêke hêjay tac
Belam le zebrî zeman wa qetîsî dewran im" (Mestûre Erdelan)

Kîjan jin e ku wê hêzê di xwe de bibîne û dîroknûsiyê bike û xwe di nava dewr û dewranan de bigire. Ew bi xwe bibe dîrok…

Kîjan jin e ku wê hêzê di xwe de bibîne li ser olê kûr bibe û di ola îslamê de ?erhê bike, ji ber vê cihê xwe di nava alim û rêzanên îslamê de bi jinanî bigire...

Kîjan jin e ku dilê xwe bi gelê xwe ve girê bide û bistrîne û bi zarê xwe yê ?îrîn helbestan rêz bike û di nava helbestvanên kurd de bi jinanî cihê xwe bigire û xwe her bigihîjîne nava dilê hemû jinên Kurd ên ku evîndarên azadiyê ne.

Ew jin Mestûre Erdelanî ye.

Mestûre Erdelanî kî ye?
Di kaîdeyê peykerê wê de di der barê jiyana wê de ev çend re?belek hatine danîn: "?air, nûser û desrengînî benawbangî Kurd Mah ?eref Xatûn nasraw be Mestûre le salê 1805’î zayînî le ?arî Sine hatote dinyawe. Le mindaliyewe nirawete berxuwîndin û ke pêgeyi?tuwe bote zanayekî gewre wêjewanîkî helkewte û ?airêkî nawdar. Mestûre yekem jinî mîjûnûse le cîhan da û her weha take jinî musulman e ke ?er’iyatî nûsîwe. Ew bilîmete 43 sal jiyawe û salî 1845’an da le ?arî Silêmanî koçî duwayî kirduwe."

Jina Kurd di her demê de ji mêrê Kurd kêmtir nema ye. 8ê Adarê Roja Jinanên Kedkar ên Cîhanê li jinên kurd pîroz be! Pîroziya vê rojê li her rojên salê belav bibe û bi vî awayî her tim rûyê jinên Kurd bi jiyan û evînê xwe? û dilê wan bi rengê azadiyê ge? be.


 
Azad Zal
[email protected]