1. Tekst

  2. Pêkenî

  3. Amîda Kurd
  4. Min Got Qey Gur Ketiye Nav Pez
Min Got Qey Gur Ketiye Nav Pez,Min,Got,Qey,Gur,Ketiye,Nav,Pez

Min Got Qey Gur Ketiye Nav Pez

A+ A-

Li zozanan rojeke biharê şivanan pezên xwe li derdora malan mexelandine û bêrî ketine nava pez, şîr didoşin.

Rojeke tav germ û xweşbihar e. Barebara berxan e. Kalîna mîhan e. Şivan li bilûrê dixin. Zarok li nava berxên virnî, bi berxan re dileyizin. Kevanî amadekariyên xwarinê dikin. Pîremêr û pîrejin cuda cuda li kêleka konan rûniştine qala serpêhatî û serboriyên xwe dikin. Qîz û xort jî li derdora pez di bin çavan re li hev dinêrin û bi awirên çavan agir berdidin nava dilên hev.


Bi carekê re dengek ji nava keriyê pez bilind dibe.  Pê re gengeşî û qelebalix zêde dibe. Dengê qîr û şeran bilind dibe. Zilam bi gopalan ber bi hev ve dibezin, ser û guh li hev dişkînin. Xwîn erdê sor dike.


Bêrî dev ji şîrdotinê berdidin. Berdoşên şîr diqulipin erdê, şîr li erdê dibe şotik diherike. Ew jî bi hev dikevin û kinc li hev nahêlin diqetînin. Zarok dest bi girî dikin û hewtehewta kûçikan zozanan dadigire.


Di wê bêhnê re pîrejineke bî ji kon derdikeve û her du destên xwe datîne ser gopalên xwe û li qelebalixê û qîjewîjê temaşe dike û ji keçeke li nêzîkê xwe pirs dike ku çi qewimiye.  Keçik dibêje:
- Pîrebiyê, kurê Ehmo, keça Zînê di nava pez de ji keçkanî xistiye!


Pîrebî bêhneke kûr dikêşîne û keserekê vedide, dibêje:
- Wî li mala min be! Min jî got qey gur ketiye nava pez, ka çi qewimiye!

Şandkar: Hesen Huseyin Deniz


Gotinên miftehî :