Mirin -II-,mirin,heval,kêlîkek,meş

Mirin -II-

A+ A-

Mirin...
Li ser devê hemû riyên min bû!
Wekî zarokên rêbir ên dawetan,
doza xelatekê bû.

Tu bizanî,
ji bo jiyan li bejna te tê,
bê min çiqas ji xwe kir û li te kir,
û şirîkê temenê min bûn heçî min li xwe kir.

Di hembêza min de bû timî,
Zimanê duneçel ê xewna her kesî,
ji bo min encamek bû,
dûmahîka straneke xweş,
û dîlaneke geş
û bi hevalan re kêlîkek meş


Gotinên miftehî :