1. Tekst

  2. Gotar

  3. Birgul Ozbaris Arda
  4. Mirov çawa dibine kole!..
Mirov çawa dibine kole!..,Mirov,çawa,dibine,kole!..

Mirov çawa dibine kole!..

A+ A-

Daxwaza desthilatdariyê ya mirovan, her ku çû bû mîna cenawirek. Mirov bi desthilatdariya xwe ya li ser raman û vînê di ?erê li dijî xwezayê de gihî?tiye radeya herî bilind.Mirovahî her ku bi ser hêza îradeya ku ji aliyê ramanê ve hatiye afirandin vebû, berê xwe da Xwe!.. Zincîreya ferman û fermandeyiyê hat sazkirin, îrade ket bin desthilatdarî û zordestiyê. Êdî mirov koleyê mirov bû. Pa?ê Dema Ronahiyê dest pê kir. Lê bi modernîzmê re pêkutî û zext li ser ferd ango takekesan hate kirin ku normên "aqilane" yên gerdûnî pêk bînin û koletî bi vî rengî hat modernîzekirin. Bi vî rengî, mirovan bi der û dora wan re kirin nav têkiliyeke desthilatdarî. Êdî azadî, ramana azad û vîn, di bin lingan de digevizîn. Daxwaza desthiltabûnê çi qasî azadiya mirovan tune dike, ew qas jî mirovan dike koleyên daxwazên xwe. Raman û vîn di tebeqeya bin, navîn û jor de teslîm hatin girtin ku ev tebeqe ji aliyê mirovan ve hatine avakirin. Tebeqeya herî jêr di nav xwe de têkiliya bihêzî û bêhêziyê ava kir, lê hemî jî di bin desthilatdariya tebeqeya jor de ne. Têkiliya desthilatdariyê ya navbera dewlet-civak, rayedar-nerayedar, bajar-navçe-gund, karker-karmend, ?agirt-mamoste, malbat-bav, dayik-zarok, zarok û zarok û hwd… di radeya herî bi bandor a desthilatdariyê de ye. Wendakirina viyanê jî ji vir dest pê dike. Ev hiyerar?iya ku ji jor ber bi jêr ve tê, dîsa ji jêr ber bi jor ve diçe. Bingeha desthilatdariya li ser raman û vînê ango viyanê jî, di nav malbatê de tê amadekirin. Dema mirov li ser desthilatdariya li ser vînê lêpirsînan bike, li gor baweriya min divê mirov li ser çawabûna ?êweya mezinkirina zarokan raweste. Ji ber vê jî ez pêwîstî dibînim ku li ser bi taybet di civakên bindest de çawabûna ?êweya mezinkirina zarokan bi kurtayî rawestim.Gelek dê û bav bi ?êwe û pîvanên sedan salan ên kêvneperest û pa?vemayî yên ku malbatên wan ew pê mezin kirine, zarokên xwe mezin dikin û ji xizmeta sîstema desthilatdariyê re amade dikin. Dema vê yekê dikin, qet lê napirsin û tew bi afirandina zîhniyeteke kole jî ?a dibin. Bê guman ku her malbat dixwaze zarokê xwe ba? mezin bike û ev raman ji aliyê her kesekî ve jî tê teqdîrkirin. Lê mixabin ku ?êweya "ba?mezinkirin"ê jî, dîsa qalibên kevnare yên amade ne. Rol ji xwe berê hatine dayîn û dernakevine dervayê van qaliban. Qîz di bin fermana dê, kur jî di bin desthilatdariya bavê de ye û ji bo rolên ku dane wan, tên amadekirin. Qîz; "nikare dest bide her karî, li ciyê ku mezin lê bin nikare biaxive, lîstika wê ya bi kuran re ?erm e. Çawa ku hinek givrokî bû, divê xwe hînê kar û barên nav malê bike û cihêzê xwe amade bike." Û "Bextê dê" dibe "cihêzê qîzê" Kur jî; "divê desthilatî bike, ?erm e ku ’karê jinan’ bike. Mêr nagirîn û ji xwe bi lîstokên keçikan qet jî nalîzin. Lîstokên wan divê çek, tank û top bin. Her mêr divê le?kerî bike, mêrê ku le?kerî neke nabe mêr". Û "berxê nêr" dibe "ji bo kêr". Kaneke ba? ji bo mîlîtarîzmê!..Zarok kesayetiya xwe bi giranî ji dê û bavên xwe digirin. Ji ber ku zarok di dema xwe ya gihî?tinê de ne, her tevger û axaftinên nav malê, li ser wan rast e rast bandorê dike. Her çendî wisa tê zanîn ku bala zarokan ne li ser van tevger û axaftinan e jî, zarok tema?evan û gohdarên herî ba? ên van tevger û axaftinan in. Ji ber vê yekê jî, hemû axaftin û  tevgerên dê û bavan, di hi?ê zarokan de dimîne. Bi taybet ?idet sedema herî sereke ya tirsê û avakirina kesayetiyên pelçiqandî, tepisandî û he?ifandî ye. Zarokê ku di nav qedexeyan û tirsan de mezin dibin, di hemû jiyana xwe de kesayetiya wan di bin bandora van qedexe û tirsan de dimîne. Ti?tek din jî; derewên ku ji dê û bavên xwe dibihîzin: Dê û bav her tim ji zarokên xwe re dibêjin "derewan nekin", lê zarok timî jî, dibine ?ahidên derewên dê û bavên xwe. Ji gotinan û daxwazên dê û bavan bêtir, tevgera wan ji xwe re mînak digirin û heman ti?tî dikin. Dê zarokên xwe bi bavên wan ditirsînin: "Bavê te were ez ê jê re bêjim", "Bavê te bibihîze dê te bikuje". Ev di nav zarokê de dibe bingeha yekem a tirsê. Pa?ê wan bi mîlîtarîzmê û xurefayan ditirsînin: "Polîs hat", "Esker hat", "Gurê Manco hat", "Ez ê te bidime pîrebokan" û hwd. Pa?ê dibîne ku tehdîtên lê têne kirin, di gotinan de namînin û bav ?idetê bikar tîne. Loma ji gotinên din jî bawer dike û ditirse. Dema tirs dikeve nava wî/ê, êdî nikare dîtinên xwe bîne ziman û hîn nizane viyan çi ye, wê radestî desthilatiyê dike. Zarok heya roja ku ?idetê nebînin, bê tirs dîtin û daxwazên xwe dibêjin, ?a? an jî rast. Lê pi?tî ku ?idetê û qedexeyan nas dikin, êdî dikevine rew?eke serfkar ango berxur û hilnaberînin û tevlî jiyanê nakin, ji jiyanê dixwin.  Zarokên ku di nav pençika van hemû qedexe û ?erman de mezin dibin, êdî amade ne rola dê û bavên xwe bi heman reng û ?êweyî wergirin û heman çerxî bizivirînin. Ev hîyerar?î, diçe heya helqeya herî dawî, dewletbûnê. Lewra ev kesayetî, di nav pîvanên ku ji aliyê sîstemê ve hatine afirandin û danîn de mezin dibin. Ev zarok nikarin bi vîna xwe tu ti?tekî bikin, lewra li ber her daxwaz an ramanek wan qedexeyek hatiye danîn, an jî di bin zilm û zordariya ?idetê de mezin bûne. Kesayetiyên weha bê viyan û he?ifandî têne afirandin. Ferdêk ku viyana wî/ê ji aliyê kesekî/a din ve bê kontrolkirin, êdî nikare hêza xwe bikar bîne. Êdî sîstem kesên xwe afirandine. Li hember vê rew?ê jî kes kesî ?a? an ecêb nabîne, lewra êdî her kes "ferdê serfkar" ê sîstemê ye. Lê ev bêdengî û hev bi vî rengî pejirandin, pi?tî demekê dibe sedema tengaviya nasnameyî.Lewra takekes ango ferd, ramana xwe kiriye girtîgeh û xwe ji tevayiyê veqetandiye û razber kiriye. Giraniya bi ê? û azar a tuneyî ango hîçayî û razberiyê, di wî/ê takakesî/ê de birînên kûr û xedar vekiriye. Ev jî, pi?tî derekê dibe sedema teqînê.Bi vî rengî ferdê/a ku di nav vê çerxê de ye, di bin sîstema lawaziyê de ku li dora xwe pêçaye, li azadiya xwe digere.Lê di têko?îna xwe ya ji bo azadiyê û rizgarkirina viyanê de  jî ferd, serdestan ji xwe re mînak digire û di bin navê "azadî"yê de desthilatdariyeke nû diafirîne. Îroj, li dijî "Çewisandin" û "Desthilatî"yê, kesên ku ji xwe re dibêjin parastvanê mafên mirovan, sosyalîst, ?ore?ger, bi kurtî azadîxwaz, hene. Lê stûnên ku dixwazin "Vîn" û "Azadî"yê li ser ava bikin, mixabin derizandî ne.Her çiqasî em kesên ku ji aliyê sîstemê ve mîna ferdên serfkar hatine mezinkirin, ji aliyê hilberînê ve me tercîha xwe kiribe jî, em azadiya ku pir dixwazin jî, ji hev re pir dibînin. Em ji aliyekî ve hewl didin ku ferd ango takekesên azad ên xwedî vîn û ramana azad biafirînin, lê di rastiyê de ji ciyek û pê ve em îradeya hev û du diçewisînin.Mixabin ku di kesayetiya me hemuyan de nexwe?înên ku me ji civaka xwe girtine hene. Kole dixwazin bibine mîna serdestên xwe. Em jî ?erê azadiyê didin lê di?ibine desthilatdarên xwe. Lewra di nav helqeya desthilatdariyê de ku me di nav xwe de ava kiriye, me ferdan he?ifandiye, bêkesayet kiriye. Viyana ku me berê radestî sîstemê dikir, niha êdî em teslîmê hev dikin. Her kesê ku fermandariyê dike destê xwe, qedexeyên nû tîne û dest bi desthilatiyê dike. Em dibine hêsîrên daxwazên xwe û serxwe?ên desthilatiyê û li ser hev desthilatdarî dikin. Lewra çerxa ku em ji nav derketine, atmosfera ku em di nav de mezin bûne û ?êwandinên malbatê, di me de birînên kûr vekirine. Dibe ?a?iya me ya herî mezin ew be ku berî em van birînan derman bikin em radihêjine barên ku em ê nikaribin ragirin. Ji ber van hemû ti?tan, ji bo ku em bikaribin mirovên bi viyan û azad bigihêjînin pê?erojê, barê herî mezin û giran dikeve ser milê malbatan. Tenê ne navê zarokên me, kesayetiyên wan jî bila AZAD bin. Zarok bila qedexe û tirsan nas nekin.Bîrgul Ozbari? ARDA


Gotinên miftehî :