1. Tekst

  2. Gotar

  3. Rêzan Tovjîn
  4. Mirov û Heywan -2
Mirov û Heywan -2,mirov,heywan,hêka,dijmin,mînak

Mirov û Heywan -2

A+ A-

Heywan dema ku hêka xwe datînin derekê, hesabê dijmin jî dikin. Mirov jî dema karekî dikin hesabê gelek dijminan dikin, tevdîra gelek xetereyan digirin. Lê mekanîzmaya heywanan di vî warî de pir baş e. Li vê mînakê baş binihêrin.

Heywanekî ku dizane li erdê dijmin pir in, hêka xwe li ser darê, li ser pelê darê datîne. Lê pelên darê ku payizî biweşin dê çi bibe, dê hêk bikeve erdê û birize, an jî dê dijmin bixwin. Ji bo vê yekê ew heywan pêşî bi xweziya (girêz) xwe qatekî digire ser koka pelê, piştre koka pelê dibire. Bi vî rengî payiz were jî pel bi xweziya heywanî bi gulî ve hatiye zeliqandin, nakeve.

Lê çûk nikare hêka wê bi hêsanî li ser darê bibîne? Tew dema ku bibe kurmik dê çûk nebîne? Helbet dê bibîne. Lê dema heywan pela darê jêdike, pel hişk dibe û tê hevdu, yanî dibe wekî pela pêçayî. Bi vî rengî kurmik tên veşartin.

Lê çûkan jî fam kiriye ku kengî pelek were hevdu û zer bibe, kurmik tê de heye. Heywanê din jî ji bo çûkê bixapîne dihere li dora pela hêkê gelek pelên din dibire û wan jî dike wekî pelên din. Çûka serçe pir netebitî ye. Yekê, dudiyan, sisiyan saxtî dike, dema tiştekî nebîne aciz dibe dihere. Hêk an jî dema ku dibe kurmik, kurmik bi vî rengî rizgar dibe, bi xelasê dikeve.

(Jixwe dema mirovan bersiva van tiştan nediye, xwedê derketiye holê.)

Em mirov wisa dihesibînin ku em pir baqil in. Helbet em baqil in. Lê ev tişta ku ev heywan dike çi ye? Ev jî aqil e?

Wekî vê mêşa hungiv bînin hişê xwe. Û bi hezaran mînakên wiha hene. Ev mirovan tînin tobê, dibin secdê. Ev pirsên bêbersîv in ya ku îsewîtî, mûsewîtî, muslimanî û hemû olên din welidandiye, aniye dinê.

Di nivîsa xwe ya yekem de min mînaka hînbûna tîpnivîs (daktîlo) û ajovaniyê (şofêr) dabû. Mînak mirovek dikare di 15 rojan de hîn bibe bi 10 tiliyan komputerê bi kar bîne. Kesên ku min perwerdeya wan daye di vî warî de 12-13 rojan bi ser ketine. Bi tevahî min 30 saetan perwerde daye wan. Lê heke min ew 30 saet li 12 mehan parve bikira qet hîn nedibûn. Heta min 12 saet li 12 salan parve bikira dîsa hîn nedibûn. Heta em 30 rojî li 12 mehan parve bikin dîsa hîn nabin.

Di vir de mesele ev e; pergal. Divê tu perwerdeyê li ser hev, dubare, dubare, dubare bidî û navbereke dirêj nedê. Malikên (hucre) têkildar ên agahiyan didin mejî divê bi kar re ewqas têkildar bibin ku ewqas agahî herin mejî (di mejî de jî beşa bersiyariya wî karî) da ku ew beş pêşve here. Dubare, dubare û dubare agahî tên û ewbeş hemû kêmasiyên xwe temam dike. Êdî dikeve otomatîkê, jixweberê. Di îslamê de ji ber vê yekê ye ku dibêje “her sibe cuziyek quran bixwînin.”

Heywanê ku gava din li jor me behsa wî kir, hemû zanabûna xwe ji dubareyê girtiye. Baskê wî yê mukemel û bêqusûr (helbet ne bêqusûr e, bi hezaran qusûr tê de hene û hîn dê ew qusûr jî yek bi yek ji holê rabin, digel milyonan salan), karê wî û hemû tiştê wî bi dubareyê hatiye wê astê.

Di mejiyê heywanan de 2 beş hene. 1- Beşa Livatê, 2- Beşa Ajoyan. Lê hinek heywan hene ku ew bixwe pir û pir biçûk in, mejî ma di ku de? Helbet ew ne bê mejî ne. Di wan de jî agahî li ser beşeke berpirsiyar kom dibin. Ji ber ku mejiyekî fizîkî mezin tune, jixwe ew jî heta derekê dikarin bijîn. Ji dijminan, ji belaya û bobelatan, ji birçîbûn û hin wekî din.

HEYWANÊ DI HUNDIR MIROV DE:
Di beşa yekem de me heywanê di hundir mirov de derdest kiribû. Bi pêşketina teknolojiyê re, bi nasîna mijiyê mirov re dê hem xizmantiya mirov û heywan, hem jî beşên hov di mejiyê mirov de mane yek bi yek bêne naskirin. Belkî bi perwerdeyê, belkî bi hinek dermanan mirov bikaribin hovaniya di mejiyê xwe de bigirin bin kontrolê jî.

Lê ew li aliyekî, îro divê mirov baş nas bike ku ev heywan çawa dikeve hereketê. Vê yekê bi kurteçîrokekê mirov dikare teswîr bike:

Merwan hêj ku di zikê diya xwe de bû, diya wî û bavê wî bi hev şa bûbûn. Pêlên zayendî hêj wê demê li wî ketibûn. Dema ku hate dinê jî, hêj çenek zarok bû destê wî timî di nav lingên wî de bû, pê dilîst.

Ji ber ku di mala wan de zêde jûr (ode, xurf, menzel) tunebûn, li malê garankî radizan. Gelek caran di tariyê de dîtibû ku diya wî û bavê wê hevşa dibin. Deng û sewta wan li ser wî bandor kiribû. Li kuçe û kolanan dema li kê dinihêre fikara têkiliya zayendî ji wan dikir.

Di mejiyê wî de ajoya berpirsiyariya karûbarê zayendî bi van hewildanên wî re roj bi roj mezintir dibû. Merwan di 10 saliya xwe de bi dizî diket înternetê û li wêneyên tazî, vîdeoyên tazî dinihêrî. Pêşî zêde heywanî didît, lê bi meraq û heyecan li wan dinihêrî. Bi saetan li ber van tiştan derbas dikir. Ji sûkê kovarên tazî dikirî û di odeya xwe de bi hinceta ku dersa dibistanê dixebite, çîrokên wan dixwend, li wêneyên wan dinihêrî.

Beşa zayendî ya mejiyê Merwan zêde pêşve çûbû. Êdî her roj, di nav her karî de pêlên xwendina çîrokên zayendî, temaşekirina fîlmên vekirî û wêneyan wan lê peyda dibû, kurm dihatinê.

Li Merwan wisa hatibû ku kengî li keçikek xweşik binihêriya di nav lingên wî de tiştek peyda dibû.

Rojekê ji fîlmekî hîn bû ku lawik çawa xwe bi xwe xwe têr dikin. Ji 12 salî û pê ve Merwan bûbû mubtelayê vê yekê. Tiştek jê nehata jî, tevizînekê digirt canê wî, diricifî û wekî ku têr cigare vexwaribe, rihet bû.

Sal wisa di ser Merwan re borîn. Merwan êdî bi van tiştan têr nedibû.

Ez keçikekê dixwazim, pêsîrên gulover ...

Fam nekir ev deng ji ku tê. Ne deng bû, hema bêje ji hundir canê wî sewtek wisa dihat. Ne sewt bû, hema bêje canê wî bixwe wisa dihat zimên. Çendek caran piştî vê yekê çû bi dizîka xwe têr kir, lê ev deng pirtir dihat û nema bi vî rengî têr dibû.

Êdî li ku keçikek bidîta, li dibistanê, ki dersxaneyê, li mala mêvanî wisa lê dihat. Lê civakek girtî bû, axaftina tiştên wiha qedexe bû, şerm bû, dê mirov rezîl bikirina.

Merwan rojekê diçû mal. Canê wî ewqas li ser wî eziyet û êşkence dikir ku nayê gotin. Ev ne kurm, ne pêl bû êdî. Wekî mirovekî esrarê vexwe û bê esrar mabe.

Beşa berpirsiyar a ajoyan di mejiyê wî de bênavber ji xweziyê girêz berdida nav xwîna wî. Êdî di mejî de beşa aqil bloke bûbû, nikaribû li dij derketa.

Teslîm bû. Got: “Temam, çi lazim e ez bikim.”
Wekî ku dê ne xwe têr bikira, dê hinekî din têr bikira. Êdî ew di serê xwe de bûbûn 2 kes, yekî heywan û yekî mirov. Merwan bûbû êsîrê heywanê di nava xwe de.

Ket kuçeya nêzî mala xwe. Keçika hevala wî ya dibistanê li wir bû. Hinekî li cem wê rûnişt. Wisa baqil tevdigeriya ku qet şikê nekişîne ser xwe. Lê aqilê wî nedihişt ji keçikê re bêje “bireve, yek di hundirê min de dike nebaşiyekê bîne serê te.”

Merwan ji keçikê re got: “Wê rojê ez ketim bodruma bin we, min nihêrî kevokekê tê de çêlik çêkirine, ay çi xweşik bûn, çi xweşik bûn bila te bidîta.”

Keçik bi eşq rabû ser xwe. Haya wê ji dema çêlikan, dema hêkan tunebû, bajarî bû. Piştî “bi rastî, tu bi rastî dibêji, ay ka li ku ye?” herdu jî reviyan bodruma xanî.

Merwan banda Sedam a qalin li devê keçikê girêdabû, destê wê bi qazana komurê ve girêdabû û bi ecele hewl dida ku wê xera bike.

Di mejiyê wî de beşa ajoyan a zayendî bi hêrs ji paçikê xwe xwezî tevî xwîna wî dikir û her der pûç kiribû. Aqil nikaribû tu tiştekî bike, tenê ji bo têrkirina ajoyê rê nîşanî Merwan dida. Merwan bûbû heywanekî pir baqil.