1. Tekst

  2. Gotar

  3. Birgul Ozbaris Arda
  4. MMC û kujerên muzîk û hunera kurdî
MMC û kujerên muzîk û hunera kurdî,MMC,û,kujerên,muzîk,û,hunera,kurdî

MMC û kujerên muzîk û hunera kurdî

A+ A-

Qedexe, zilm û zora li ser kurdan û zimanê kurdî, di her demen dîrokê de di qefesa sînga dengbêjan de bu awaza berxwedanê. Dengbêjan carna li ser e? û kulên gelên xwe lorandin, carnan jî dilên kurdan bi e?qa evina xwe ve neqi?andin. Ev awaza berxwedana denbêjan di nav xwe de çand, huner, edebiyat û zimanê kurdî parast û heya îroj anî. Dengbêjên kurdan ên herî bi nav û deng Evdalê Zeynikê, ?akiro, Zahiro, Karapêtê Xaço, Meryem Xan, Kawîs Axa, Î?xan, Feyzoyê Rizo, Ordîxanê Kotê, ?eroyê Biro û hwd. kedek mezin dan û ji hunermendên kurdan re mîrasek mezin hi?tin. Berî çend rojan li Amedê ji bo alikarîya mîre bilûrê Egîdê Cimo konserek hat lidarxistin. Ez him gelek kefxwe? bûm him jî pir xemgîn bûm. Lewra ew  dengbêj û hunermendên hêja û bi rûmet her çiqas di dilê kurdan de cîhen xwe çekiribin jî, gelek ji wan di nav feqîriyek mezin de an mirin an jî di nav tunebûnê de dijîn. Egîdê Cimo jî wek wan dengbêjan li dijî feqirîyê li ber xwe dide. Kar û xebatên weha pîroz in. Lewra ew dîrokên zindî ne û wek Egîdê Cimo, divê li denbêj û hunermendên weha hêja yên din jî xwedî bê derketin. Ez jî mîna gelek zarokên kurdan bi kilamên dengbêjan mezin bûm. Bi taybet li Serhedê dîwanên dengbêjan pê?ketî bûn. Dema ez biçûk bûm bavê min bi kelecaneke mezin dihat em dibirin gund û digot "Î?ev dîwana denbêjan hatiye danîn". Min Karapête Xaço û ?akiro, di wan dîwanan de naskirin. Karapête Xaço gelek feqîr bû û gund bi gund dime?iya û diçû Êrîwanê. Axaftinên wî klamên wî bûn. Dema mirov guhdar dikir ew devlemendiya zimanê kurdî wêk deryayek li pê? mirov disekinî. Lê ew jî mixabin wek gelek dengbêjên hêja di nav feqîriyê de çû ser dilovaniya xwe.  "40 milyon kurd xwedî li min derneketin". Ev gotina wî ya bi ê? a rojên wî yên dawî bû. Ew dîrokên zindî yek bi yek ji ber çavên me wenda bûn, wenda dibin. Dema çûn ser dilovaniya xwe, li dû  xwe mîratek mezin ji me re hiþtin, lê me tu ti?tek neda wan. Dengbêjên kedkar dema ew mîrata mezin ji me û bi taybet jî ji hunermendên kurd re hi?tin, yek daxwazeke wan hebû; "Ziman û hunera kurd bi pê? ve bibin". Lê mixabin ev mîrata ku li dû dengbêjan ma, îroj ji aliyê kesên ku ji xwe re dibêjin "hunermend" ve tar û mar dibe.Bê guman qesta min hunermendên ku li ser hunerê ked didin nîne. Bi taybet salên dawî gelek kesan yek kilîbek çekir û navê xwe danî "hunermend". Hinek ji wan kilamên dengbêjan li gor xwe "?irove" dikin û  dibejin, "ev awaza min e". Di bin bandora muzîka tirkî, erebî an jî muzîka bîyaniyan de, dibine kopiyên pir xerap û dertên holê. Ev "awazên" bi vî awayî li gor min bêrêziyek e. Lewra kesên ku gotin û kilamên kesek din an þîrove bike an jî bi awayek bêje, divê navê xwediyê stranê diyar bike û bikaribe heqe wê strane jî bide. Huner qabiliyeteke taybet e. Hinek dengbêj in, hinek nivîskar in, hinek helbestvan in, hinek stranbej in, hinek jî guhdar û xwendevan in û hwd. Dema qabiliyeta mirov ji aliye huner, dengbêjî an jî stranbejî ve tunebe, divê mirov bi destê zorê navê xwe daneyne hunermend. Ev ti?t ji bo nivîskarî, helbestvanî û rev?enbîrî jî derbas dibe. Krîterên ti?tan û zanyariyê kirine binê lingan û dipelçiqînin. Tew ji xwe haya gelekan ji van têgihan tune jî!.. Muzîk, huner, helbest û wêjeya kurdî kirine "etehiyatû çawa lê hatû". Bûye mîna bazareke qirêj a ereban, kê xwe çawa firot!.. Ne deng deng e, ne ?irove ?irove ye, ne awaz awaz e û li gel van jî çend gotinên çelexwarî jî jê re çê dikin û bi çend sloganan jî terbiye dikin, pa?ê diçin qa?o "derhêner"ek dibînin, bi zora peran (ka wan peran jî bi çi zahmetî berhev kirine) "klîb"ek jî ji ser derd û kulan re çê dikin û didine pê? me, dibêjin ha bixwin, xwe? e!.. Hinek ji wan di van klîbên xwe de, li gel kincên netewî û muzîka qa?o pop dibine astronot û diçine fezayê. Mirov ditirse li wan û lîstika wan binêre. Ji bilî dejenerasyonê xizmeta tu ti?tekî din nîne ev û bi dehan klîbên weha ku ez naxwazim yek bi yek li vir binivîsim. Hema nîv saetekê li MMC tema?e bikin hûn dê bi xwe vê rastiyê bibînin.Mirov carek li wan gohdar dike, naxwaze cara duduyan ew deng jî bê mirov. Lê navên mîna Mihemed ?êxo, Mihemed Arifê Cizîrî, Seîd Yusufî, Tehsîn Taha, ?ivan Perwer û gelekên din ku stîla xwe bi xwe afirandine, ne kopî ne, mirov dikare bi salan li wan gohdar bike û pi?tî salên dirêj jî çêja roja yekê jê bigire. Hunermendî ew e ku bikaribe xwedî stîla xwe û mayende be û li ser rastiya çand, ziman û wêjeya xwe ?în bibe. Belê îroj jî hene hunermendên weha hêja ku hunera kurd bilind û dewlemend dikin û hejmara wan ne hindike jî, lê nakevine nav vê bazara gemar, xwe dûr dihêlin û bazar ji "hunermendan" re dimîne.Salên berê Unkapaniya Stenbolê pir bi nav û deng bû. Kî saza xwe dida ser milê xwe, berê xwe dida Unkapani û dixwest nav ji xwe berde. Bi rojan li ber derên ?îrketan radizan û gelek ji wan jî, di nav derya metropolan de wenda dibûn. Kesên dengên wan xwe? bûn diman, ên ku nikaribûn jî, cardin rîya gundên xwe digirtin.Îroj televîzyona MMC nikare rola Unkapani jî bilîze, lewra li Unkapani huner û hunermend dihatine hilbijartin. Hunera ku dê nikaribûya bê firotan, nedihat hilbijartin, lê MMC hema çi bê ber dest diwe?îne, çi ba? çi xerab. Kilîben ji MMC- TV re tên ?andin beyî ku li ser be nîqa? kirin têne we?andin. Lewra dema mirov tema?e dike ev rasti jî tê dîtin. Mirov carnan tehemmul nake ku tema?e bike. Carnan dinêrim stranên berxwedanê li ser ekranên MMC ye û hema bi dû wan stranan, ti?tek pir çelexwarî derketiye. Mirov fêm nake ku li çi guhdar bike. Mixabin muzîka kurdi bi vî awayî hatiye bêgîyankirin. Kesên ku wan kilîbên bê wate û vala dik?înin û diwe?înin jî, xizmeta begîyankirina muzîka kurdî dikin. Du hezar YTLyê kê hebe bi gotin, an jî sloganên vala kilîbek pir xerab çedikin û ji MMC-TV re di?înin. Ew kilîba wan kesan çend meh di TVyê de tê we?andin. Duvre ew kesên xwediyên van kilîbên bê gîyan li ser ekranên TVyê wenda dibin. Ji bo ku cardin bên ser ekranên TVyê, îcar serî li sloganan didin û cardin derdikevin holê. Çend gotinan tînin ba hev û dikin malzemeyên kilîbeke din. Ev pêvajo waha berdevam dike û diçe. Lê em nabînin ku bi van re çi xerab dibin gelo? Dema em destûr bidine vê talanê dê çi bibe? Bê guman ku dê zarokên me berê xwe bidine çand, muzîk û zimanên serdest ên dagirkeran ku ji xwe ji sedî 70 jî ji niha ve wiha dikin. Di nav demê de dê ti?tek ji me re nemîne. Pi?tî nif?eke din, dê wisa bê zanîn ku ji xwe muzîk û hunera kurdî ev bû. Kalîte her rojê bêtir dikeve, giyan her roj bêtir tune dibe û em û nirx û rûmetên me jî pê re.Belê dengbêjan di nav e? û elemeke mezin de ev mîras heya îroj li ser piyan girtin, lê îroj ji aliyê kesên ne hunermend ve ev mîras tê tar û mar kirin. Ber li ber vê pêvajoyê neyê girtin, mixabin di demeke kin de, di bin navê hunermendî û stranbêjiyê de, wê muzîka kurdi û mîrasa dengbêjên bi rûmet wenda bibe. Dewsa muzîkek tijî û bi rumet,  dê ti?tek çelexwarî bigre. Herkes nikare bibe hunermend. Slogan avetin jî ne huner e. Kesên ku di bin navê hunermendiya kurd de van ti?tên çelexwarî dibêjin, diwe?înin û dik?înin, kujerên muzîk, çand û wêjeya kurd in û li hember mîrata dengbêjan û dewlemendiya huner, çand, muzîk û wêjeya kurd bêrêziyeke mezin dikin. Lewra ev mîrat ne ji bo talanê hatiye hi?tin!..
Bîrgul Ozbari? ARDA 2008-02-14