1. Tekst

  2. Gotar

  3. Rêzan Tovjîn
  4. Na'let li nivîskariye te jî hato!
Na'let li nivîskariye te jî hato!,na,let,li,nivîskariye,te,jî,hato

Na'let li nivîskariye te jî hato!

A+ A-

Ne mirov dikare dest ji vê nivîsandinê berde, ne jî mirov dikare van tiştan nenivîse.

Gotina "ji xwe re mir û xilas" bû çi gotineke kûr, watedar, xwedî dîrok û civakî ye. Gotina "mirin bi destê her kesî nakeve" jî hema bi qasî wê watedar û berfireh û ji kûrahiya dîroka civakê tê.

Nivîskariya ku nebe dermanê tu tiştekî, bi kêrî çi tê?
Gotina "bi qasî mîza zarokekî derman tê de tune" di vê navberê de pirtir tê famkirin.

Îqtîdar dema kerr be, kor be, lal be...
Îqtîdar dema nexwaze bibîne, nexwaze bibihîze û nexwaze bizane...
Dema rewş ev be nivîskariya wekî nivîskariya min bi kêrî qalikê pîvazê jî nayê. Dengê nivîskarekî "tirtire" lazim e.
Tirtire jî hemû tirkînûs in.

WAN Û ROJAVA MIRÊK IN
Min digot qey birînên Wanê hatine dermankirin. Mixabin.
Çawa ku ketim nav malan, jin û xortên ku aqilê xwe berdane ez pêşwazî kirim.

-- "Hela wêneyekî min bigire! Wêneyê min bigire. Wêneyê min bigire û tu diherî ku here."

Ji ber jinên kurd ên di temenê wê de zû bi zû nahêlin mirov wêneyê wan bigire, min fam kir ku pirsgirêkek wê heye û di wê tariyê de, min flasha wênekêşê vekir û wêneyekî wê kişand. Hey hat, herî pir 30 salî ye, girêdaneke wê ya kurdîwar, qut û gulover kurmancî.

Yê din ketiye devê derî, destê xwe daye her du aliyên derî û li pey hev dibêje:

--"Hûn ji ku hatine, hûn ji ku hatine? Vana ji ku hatine? Ev ji ku hatine?"

Tarî ye, ez rûyê wî nabînim. Dewletê ceryana wan birriye. Ji hindur bi qasî rohnaya findekê ronahî dide hindur. Keçika biçûk, dersa xwe li ber findê dixebite. Esmanûr.

Her du rêveberên çalakiya "Greva Birçîbûnê" jî bi me re ne. Kî çi bêje, ew jî tefsîr dikin. Kin û kurt em dibêjin: "Ne hewce ye hûn bêjin, em ji halê mirovan fêm dikin".

Dayikên me digotin "Xwedê mirov bistrîne", "bê lome be", "ji vir dûr".

Tişta ku ez ji haletê nivîskariyê derxistim û ez anîm ber kirasqetandinê, ne rewşa wan a ku ketinê ye ye. Ne bêdengiya Dewelta Tirk e jî. Ne bêdengiya BDP'ê ye jî.

Tişta ez xistim rewşa ku bêjim "Na'let li nivîskariya min bê", ew rewş e ku em bi rastiyê dizanin, lê em nanivîsin û em ê nenivîsin jî. Ya min nenivîskarî ye. Tişta ku ez dikim mehkûmê na'leta pêşerojê ye, bi rastî, bê mirov serî li hev bigerîne.

Çîroka wan kurt e. Basît e. Şevekê erdhej çêbûye. Hinek mirine, hinek mane. Yên mayî wekî berê nemane, êdî bê mal, war û cih mane. Li holê. Pêşî terkidinya bûne. Dû re li bajarê xwe vegeriyane. Dem derbas bûye. Wekî hemû bûbin xwedî mal. Dewletê elektrîka wan birriye.

Dewletê birriye lo! Dewlet pîs e. Dewlet xerab e. Dewleta tirk! Çi bike dike!

O xweş. Te dît bê em çi baş in. Sûc û tawan hemû di stu dewletê de ye.

Bijî Dewleta Tirk, heta roja ku em bikaribin xerabiyan hemûyan têxin stu wê.
Kengî roja ku bi kêrî vî rengî nehat, ji xwe em ê hilweşînin. Teqez...

Bijî Komara Tirkiyeyê, heta roja ku em hemû bêkêriyên xwe, pejmurdetiya xwe, tirraliya xwe, bêberpirsiyariya xwe, axatiya xwe  têxin stu wê û qurretiya terriya kerê bikin.

Bi gişî 100 mal in ên ku bê mal mane. Du sal di ser erdhejê re derbas bûne. Di van du salan de serokekî ku van bêmalan bike xwedîmal derneketiye holê. Ne ji vî alî çem, ne ji wî alî çem.

Û ketine greva birçîbûnê.
Tabî xema Dewleta Tirk e.
Helbet Bijî Dewleta Tirk, ku mirov dikare berê bertekan bide wê. Tew nebe, ew heye.

Bi gişî 100 mal in. Biharî hosteyê keviran li qeraxa Wanê dest bi lêkirina xaniyan kiribûna, niha her yek xwedî mal bûya û niha em jî "însan" bûna. Kerpîçan jî karibû me bikin "însan".

Îcar mesele hemû ev e? Ma min ji bo vî hawî got "na'let li nivîskariya min bê?"

Na!

Dema min li berpirsê wan Ali Ahi guhdarî kir, min ji her tiştê xwe fedî kir:

"Heval,
Ez dikim aqilê xwe berdim.
Tu kes,
Tu kes nizane em çi dibêjin.
Çapemenî tê û dihere. Çeq, çeq, çeq! Wêneyan dikişînin.
Pirsên klasîk, wek robotan dipirsin.
Bi hevokên dirêj, dirêj, dirêj, bi zîvirok, ji çîroka 2011'an ve dinivîsin.
Siyasetmedar, ên wî alî û vî alî, wekî ku em hemû xwedî mal in û bende fen û fûtan ketine, li me dinihêrin.

Heval, ez dikim kirasê xwe biçirînim.
Ji xwe re li vir binihêre, 20 metro kare ye. Lawik 23 salî ye, aqilê xwe berdaye, binihêre, li ber derî nivînê wî hatiye danîn?
Çima?
Ji ber ku pê de radibe, dihere û tê.
Lê sar e, wir ne cihê mirov zarokê xwe lê bixe xew e.
Ceryan tune.
Zarok nexweş in.
Taxeke bi vî rengî tune û dibistan zarokan qebûl nakin.
Binihêre, Esmanûr dibêje ji ber ku cilên min qirêj in, kes hevaltiya min nake, li dibistanê.

...
Em dest bi gireva birçîbûnê dikin, polîs tê nasnameyan dipirse, milet ditirse.
Ha ho dê polîs çi bi we bikin? Ji xwe mal nemaye, cih nemaye, war nemaye?
Hûn hîn ji çi ditirsin?
Lê ditirsin.
Hela li vir binihêre?
Ka tu li vir kê dibîn?
Ka çend kes li cem me hene?
Ka xwediyê me?
Çend rojên din dê van konteyniran jî ji me bistînin û em ê li rastan bimînin!


...
Heval...
Ez dixwazim vî welatî biterikînim.
Ez dixwazim ji vir herim, herim, herim û hey herim.
Ez dikim aqilê xwe bixwim.

Ez diçim AKP'ê...
Ez diçim cem Walî...
Ez diçim cem Qeymeqam...
Ez diçim Şaredariyê...
Ez diçim BDP'ê..."

Di vê navberê de ez jî wekî beradayan, pirsek tam dînoke dipirsim:

-- Tu çima diçî AKP'ê, cem Walî û Qeymeqam? Ma ne hûn dengê xwe didin BDP'ê û li vir îqtîdar jî BDP ye? Ma tu hêviyek we ji AKP'ê û Dewleta Tirk heye ku hûn li deriyên wan dixin?

Li çavên min dinihêre, serê wî bêwate kil dibe:
-- Ez bi ku ve herim? Va ye, tu çima tiştekî nakî? Ev zarok di vê sermayê de, ev du meh in bê elektrîk in, bê sobe.... Û sibe ev konteynir jî ji wan dê bên sitandin?

Ka tu bike! Ka tu riyekê nîşan bide! Çima tu nakî?"

Tu nivîskar î!
Na lo!

De were û îcar rastiya pirsgirêkê,
rastiya çareseriyê,
rastiya siyaseta kurd,
rastiya birêxistinbûnê,
rastiya rêveberiyê,
rastiya partîbûnê,
rastiya xemxuriya siyasetmedariyê binivîse.

De binivîse ha, nivîskaro!
Ew ... bi te re heye, gelo?

Hela bêje, nivîskaro!
Yê bi zimano!
Yê bi nivîso!
Yê bi pênûso!
Xwenedeyo!

Tu çima tişta ji destê te tê nakî?

Heyla na'let li nivîskariya te hato!