1. Tekst

  2. Pêkenî

  3. Jan Çiya
  4. Nain nain Ocalan !
Nain nain Ocalan !,Nain,nain,Ocalan,!

Nain nain Ocalan !

A+ A-

Kurdên li Ewropa penaber, li Brukselê çalakiyek li dar dixin. Di çalakiyê de xwarina firavînê goştê elokan dixwin. Keç û xortekî belçîkî jî meraq dikin ku di xwarinê de goştê çi hatiye bikaranîn. Lê bi almanî nizanin. Bi îngilîzî dipirsin:

- Êv goştê çi ye?

Dinihêrê ku yê kurd fam nake, dibêje:

- Moooooo!

Yê kurd fam  dike ku behsa goşt dike û dipirse ku goştê çêlekan e, an na. Kurd dibêje:

- Nain! Nain!

- Meeeee!!

- Nain! Nain!

Kurdekî baqil xwe bi lez digihîne wir. Dibêje:

- Elololololo !

Yê belçîkî fam dike ku behsa elokê dike. Belçîkî dibêje:

- Ooo turkey ? (Turkey bi îngilîzî elok e).

- Yê kurd dibêje qey belçîkî dibêje ev çalakiya tirkan e. Kurd bi lez dibêje:

- Nain! Nain! Ocalan.

 Jan ÇIYA


Gotinên miftehî :