1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ezîzê Cewo
  4. Name ji girtîgehê ra!
Name ji girtîgehê ra!,name,ji,girtîgehê,ra

Name ji girtîgehê ra!

A+ A-

Dem baş, birayê delal! 

 Bi r’astî, eger ez ji te r’a bibêjim, ku ez ji agahîya girtina te zêde matma nebûm, bila neê wê wat’eyê, ku dlê min neêşyaye. Di nav gelê me da gotinek heye, dibêjin: “Mineta dijmin – qirşek!” Gelê me êdî ev derbazkirye. Û, bi dîtina min, tu van tiştan baştir tê digihîjî, ne ku... 


 Na, birayê delal, ez baş dizanim, tu hîç hewceyê gotinên dilbaristanîyê jî nînî, tu di Welatê me da mezin bûyî – li ber agir û alava siyaseta t’unekirinê ya r’êjîma faşîst û di bin baskê t’evgera rizgarîxwaz da qal bûyî, û te dizanibû, ger li ser zimanê k’urdî û bi zimanê k’urdî dinivîsî, di welatekî faşîsttirîn ê wek 


T’irkîyê da, tê çi wat’eyê… Hema t’enê di vê serdema me da, ji Apê Mûsa û Wedat Aydîn destpêkirî, heya bê derê van r’ojên me bi hezaran r’ewşenbîrên me hatine serwindakirin, bi dehhezaran dot û lawên gelê me yên here hêja di girtîgehên dagerkeran da dir’izin, di nav wan da, r’êberê gelê k’urd bir’êz Abdullah Ocalan – li girava Îmralîyê eva ji salekê zêdetir e, di tecrîda giran da ye; bi hezaran zarokên me yên girtî hene. Îro di girtîgehên Îranê da derdorê sî kurdên welatparêz benda dardakirina xwe ne… 


 Û baristanîya van hemûyan jî di wê da ye, ku gelê k’urd li ser p’êyan e. Ji berê va hatye gotin: “Gelê ku nexwaze bemire, t’u kes nikare wî bikuje!” Tu îro serbilind î! Li pişt te va bi mîlîonan k’urdên xwedî şan û şeref û dilsoz sekinîne – bi t’evgera xwe ya net’ewî va, bi hêza xwe ya sîyasî va û bi hêzên xwe yên p’arastinê va. Azadîya te jî û ya hemû gelê me jî îro di destê gelê me bi xwe da ye. Gelê me di Başûr da gihîştye mafê xwe yê net’ewî û berbi serxwebûnê va diçe, di Rojavayê welêt da ew li ser r’êya destxistina mafên xwe ye, di R’ojhilatê K’urdistanê da r’ewşa dîrokî digihîje, û gel li wir xwe ji bona R’oja Azadîyê amade dike. Li Bakur jî… Bakûr îro bûye KELA berxwedanê, û garantîya pirsgirêka k’urdî jî di wir da ye… 


Bi van hemûyan va, û di nav van hemûyan da, tiştekî girîng jî derk’etye hole – ew pêvajoya avakirina yekîtîya net’ewî ye… 

Wisa ku, her kesek di nav vî gelî da r’ola xwe heye û her yêkê jî wê di vê pêvajoya dîrokê da cîyê xwe bigire… 


Lêbelê evê têkoşîna vê serdemê her tiştek em hîn kirine: 

 Berxwedan, Berxwedan û dîsa Berxwedan!... 

Berxwedan jîyan e! 

Û di nava vê çarç’eva kurdistanî ya net’ewî da ez silavên xwe yên germ ji te û hemû berxwedanvanên hebs û zîndan r’a dişîni. 

 Heya hevdîtina di r’oja Azadîya Mezin da, birayê te,

Ezîz ê Cewo 

Endamê PEN-a K’urd, 

 zimanzan, nivîsk’ar, r’ojnameger 

 2012-08-18 Pyatîgorsk/Rûsîya


Gotinên miftehî :