1. Tekst

  2. Gotar

  3. Sîdar Jîr
  4. Nameyek bo Huseyîn Xizrî
Nameyek bo Huseyîn Xizrî,nameyek,bo,huseyîn,xizrî

Nameyek bo Huseyîn Xizrî

A+ A-

Dizanim carnan gotin dibin girêk û di qirika mirov de dimîne… ev dem, ev dema ku ez vê nameyê ji warê ku te wesêta xwe lê kiriye dişînim jî, gotin dibin wekî bizotên êgir di devê mirov de. Bi çavên te yên ku niha li mala hawariya te, di wêneyên bi dîwêr ve daleqandî de dikenin dikim, bi qasî ku te ji Amedê hez dikir sond dixwim, ew çavên te yên li ken niha me bi girî ve dike…

Belê xortê çeleng bi serê te sond dixwim te ji her şehîdî bêhtir Amed êşandiye… tê bîra min bi kêmanî ji bîst û pênc salan û vir ve ye, tê bîra min… Amedê ji bo hemû şehîdên Kurdistanê reş girêdaye û şîn girtiye. Nizanim, lê te ji hemû şehîdên bîst pênc sedsalan û pbîst û pênc salên dawîn bêhtir agir bera Sûrên Amedê daye… devê min nagere, nizanim ez ê çawa lomeyan li te bikim Huseyin Xizrî! Nizanim ez ê çawa lomeya xwe vebêjim ji giyanê te yê pakrewan re…

Vî bajarî Mazlûm dît, fermandarê fermandaran bihîst, pakrewanên wekî bazan, şervanên ku şûrên wan sirûd diqîriyan dît… Lê qet ciwanekî di destpêka bîstsaliya xwe de nedîtiye ku şîngirtina xwe kiribe wesêt li Ameda berxwedêr! Di kişikê de navê vê mat e. Amed di matema te de mit e, mat e, matmayî ye, mat lê sar e…

Wekî hemû şînên şervanên welatê nedibû Huseyînê min… divê bihata qîrîn. Min dît Huseyîn, bi wan çavên te yên li ken dikim min dît… Ew keçên wekî xezalên Avaşîn, bazên Zagrosan û kulîlkên Serhedê mil dabûn xortên ku bi salan e mirin li vî bajarî kuştine û şîna te yan jî jîna te li Amedê digerandin. Her serê kuçe û kolanan du dilop û du dest, du rondik û dilekî dilerizî lê zêde dibû…

Bi her çavlêketina çavên te yên li ken, şaşika şêxên derewîn ên xwedawapînok li ber çavên reş û rengîn ên rêhevalên te reş dibûn, agir ji dev û çavên wan dipekiyan heta Tehranê, da ku xwe bigihînin darên sêdara te ya li ber ba dibe bişewitîne û ariya wê tevli çemê Dîcle û Feratê bike… da ku tifî rûyê hemû şêx û seyidên derewîn û xwedaxapînok ên ecem bikin…

Erê, Huseyînê Xizrî, bi çavên te yên li ken sond dixwim, hemû rêhevalên te piştî wesêta te sond xwarine ew ê bêhtir ji Kurdistanê hez bikin… ew ê çavên te yên liken ligel ala Kurdistanê li hemû kuçe û kolanên welêt bialînin û wekî rim û misasan di çavên dijminê te de biçikîne… wê sêdara wan di dilê wan de lidar bixe…

Kurê çavliken ê gul û periyan te baş hay ji Mehabad, Helebçe û Qamişlo hebû… marên reş ku devê wan li kevirên reş kev bi wan vedabû, ketibûn haletê mirinê… Amed jî hatibû jahrkirin. Panjahra wan hemûyan tu û rêhavlên te yên xwedawendî ne… ma qey te nizanîbû ew mar wê dev ji we bernede? Qey cî û stareyek tunebû li vî welatê çar xelek ku te xwe bida ber siya sûreke wî?... Çavên te yên govendgeran maç dikim Huseyînê min… bi hesreta kilên di çavên keçên welatê te de zuha bûye.

Bi qasî şerma li rûyê hemû cîhanê ku tu kes qet lê ho venade tu bûyî alek di mista ciwanên cengawer ên Amedê de…

Bila banûyên pordirêj vê jî ji te re bîne rêhevalê me, ne tenê hawariya te li Amedê ye. Rûyê te yê li ken ala te ya serxwebûnê li dilê welatê te çikandiye. Çi gur û wawîk dev biavêjinê jî ne xem e êdî… Hemû kesî bi wesêta te bêhtir tifî rûyê şah û şêxên îslamê yên ecem kiriye. Tifî rûyê wan kesên li cem Xwedê jî wê fedîkar û rûreş bin kiriye.

Bila çavên te tim li ken bin awirçeleng, Amed û çar hêlên welatê te bi hev re wesêta te aniye cî... wekî ku te xwestiye.

Bi hesreta ku te ji bo gelek tiştan kişandiye çavên te maç dikim pakrewanê min.

Reşemî 2011- Amed

05.05.2014 Azadiya Welat


Gotinên miftehî :