1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. Nameyeke vekirî ji birêz Kemal Burkay re
Nameyeke vekirî ji birêz Kemal Burkay re,nameyeke,vekirî,ji,birêz,kemal,burkay,re

Nameyeke vekirî ji birêz Kemal Burkay re

A+ A-

Birêz Kemal Burkay; beriya her tiştî ez hêvîdar im hûn baş in. Ya rastî ev demek e ku ez li ser hin kesan difikirim û li gor xwe gihîştime hin encaman jî. Yek ji wan kesan jî hûn in. Lê heya ku min li bernameya taybet a bi navê”Gundemin Rengi” ya CNN-Turk’ê ya bi we re çê kiribû temaşe nekir, niyeta min a ku ez derbarê we an wan ên din de tiştek binivîsim tunebû. Tenê dikaribû min nivîsek bêyî navê kesekê bidim, bi giştî binivîsim.

Divê hûn zanibin ku tu dijayetiya min li hemberî we tune. Carek me hev li Med TV diye û çend caran jî, ji ber malên me demek nêzî hev bûn, me hev di otobosê de an bi rêyan de diye. Her carê jî min xwe nêzî we kiriye, li hal û wextê we pirs kiriye, me kêfxweşî bi hev daye. Min sê pirtûkên we û gelek gotar û daxuyaniyên we xwendine û li gel ku min bi tu awayî nêrînên we rast nedîne jî, ez timî bi rêz bûme. Hûn di tememê bavê min de ne. Ez nêrînên we rast nebînim jî we temenek daye wan nêrînan ji bo doza azadiya gelê kurd û divê dîtinên cuda jî hebin ku pêşktin bibe. Min timî di vê çarçoveyê de nihêriye; heya roja ku min li bernameya navborî temaşe kir.

Çima? Lewra nêrînên cuda ne ew in ku mirov êrîş û nebûyan bike. Lewra ne rast e ku di bin navê ”rexne” de çêr, nebû û manîpulasyon û di bin navê ”muxalefet”ê de jî dijminahî bê kirin ku mixabin gelek kes vî karê kambax dikin. Dîsa lewra di demeke balkêş de hûn derketin pêşberî ekranan û hûn li gor dilê dewletê axivîn. Balkêş e, lewra di van nêzan de Osman Ocalan jî car din derxistin ber ekranan û dane axaftin. Piştre Amerîkayê derbarê rêveberên PKK’ê de biryarek girt û sedema biryara xwe jî spart angaştek ku kenê ajelan jî pê nayê. Diyar e car din giranî dane Şerê Psîkolojîk.

Em bên ser angaştên we yên bernameya navborî: Hûn dibêjin, ango ya rastî hûn pir bi zanebûn manîpule dikin ku birêz Abdullah Ocalan bi xwe gotiye ku ”3 salan dewletê nan û ava me da û em parastin.” Min hema bêje hemû pirtûkên birêz Ocalan xwendine. Ev bi taybet 20 sal in ez birêz Ocalan dişopînim, lê rast li gotineke wî ya raste rast weha nehatime. Bi tenê dema bahsa Pîlot Necatî dike, hin îroniyan dike ku çewa zanibûye Pîlot Necatî kî ye û heya demekê çewa ew bikar aniye. Li ser vê, helwesta hevalên xwe yên din li hemberî Pîlot û gelek tiştên din bi dehan mînak û serpêhatiyan vedibêje. We ji nav yek gotinek hilbijartiye û wê jî manîpule dikin, bi rastiya wê, naynine ziman. Ev jî armancê diyar dike ji xwe.

Hûn dîsa dibêjin ku ”hêzêke mezin a PKK’ê heye, lê ez ne di wê baweriyê de me ku vê hêza xwe ji bo berjewendiyên gelê kurd bikar tîne.” Baş e ka bêjin; di kîjan dema dîroka 2500 salî ya kurd û Kurdistanê de kurd ewqasî organîze, polîtîze, hişyar, berxwedêr û li ser lingan bûne, ji pitika derguşê heya 70-80 saliyan? Gelo gelek din heye di dîroka 10 hezar salan a mirovahiyê de weha bê dewlet, çardor dijminên har û 30 salan bê rawestan li ber xwe daye? Bi taybet ji sala 1992’an û bi vir ve kurd Newrozê bi berxwedaneke mezin, bedêlên giran û girseyên ku hejmara wan digihêje sedhezaran, milyonan pîroz dikin. Ev di kîjan dema dîroka kurd de weha bûye gelo? Dev ji bi hezaran xizmetên din berdin, tenê ev bi xwe çiye û hema bi tenê çi bandorî li ser bîra neteweyî ya gelê kurd dike? Xizmeta herî mezin jî ne pêşxistina bîra neteweyî ye gelo?

Hûn dibêjin Ocalan gotiye ”min şaşî kir, lê ez amade me şaşiyên xwe sererast bikim û fersendê bidine min ez xizmetê bikim.” Piştre jî hûn dibêjin ”dev ji her tiştî berdan, êdî doza ziman jî nakin, tenê çend daxwazên piçûk ên çandî ku ew jî ji xwe di çarçoveya pîvanên endametiya Yekîtiya Ewropayê de dê pêk bên.” Ev manîpulasyon pir sîstematîk û bi zanebûn têne kirin û li gor min armanc çi ye û xizmeta ku derê dike, diyar e. Ne Ocalan bi qaydê hûn dibêjin gotiye ”ez poşman im” û ne jî PKK’ê dev ji tiştekî berdaye. Dîsa di tu demên dîrokê de bi qasî PKK’ê kesekî xizmeta ziman nekiriye. Ev bi taybet du salên dawîn in ku kurd hema bêje her roj li kuçe û kolanan in û daxwaza zimanê xwe dikin. Bi sedan mînak û kiryar dikarin bêne dayîn di vî warî de, lê mijar ne ew e. Tenê bêjim ku hûn herin helbestên xwe binivîsin, dê ji bo herkesekî bixêrtir be ev. Lewra polîtîka ne karê we ye.

Hûn bahsa hêz û mezinahiya DTP’ê dikin ku 100 şaredarî û 22 parlamenterên wan hene û ku ne ji bendava ji %10 bûna dê hejmara parlamenteran bigihêştana 50-60 kesî. Ev rast in birêz Burkay û hîn kêm in jî. Lê hema pêre jî hûn dibêjin ku ”têkiliya PKK û DTP’ê bêtalihiyek e. Pêdiviya DTP’ê bi PKK’ê nîne û divê nebe jî…” Li gor min, bêtir jî di vir de hûn xwe xweşik didine dest û armanca xwe ya veşarî aşkere dikin. Yên din çamûr, pîskirin û encamên kompleksên we ne, bê bingeh in. Lewra hûn jî pir pir baş dizanin ku li Bakur bi taybet jî di warê siyasî de bêyî PKK’ê tu pel nahejin. Û hûn pir baş dizanin ku dema DTP bi gotina we bike dê di nav rojekê de ji hev belav bibe, tiştek li dû wê namîne. Tenê dê berete li ser bermayiyên wê yên bê can û bê giyan kom bibin û hew. Hûn dîsa pir baş dizanin ku daxwaza dewletê jî û ya AKP’ê jî her ev e. Ji bo vê jî, tu êrîş û lîstikên qirêj namînin ku nakin. Gelo îcar kî bi gotin û kiryarên xwe ve xizmeta çi û kê dike? Biryara vê jî bila kesên dilsoz û bi wijdan bidin.

Çend pirs:

-Li gor we ”ajan” û ”partiya ajanan” îroj li ku derê ne û ev 35 sal in hûn û ”rêxistina we ya şoreşger û kurdperwer” li ku derê ne?

-”Ajan” ev 30 sal in ji çiyan daneketine, ew qasî bi ”dewlet” û ”miletê xwe” ve girêdayî ne. Hûn ”dilsozên mezin ên kurdperwer” ev 30 sal in çend carî û çend rojan hûn ji malên xwe yên germ ên li Ewropayê bi dûr ketine?

-Gelo hûn bi qasî ”ajan”an jî bi doz û armancên xwe ve girêdayî nînin? An hûn ji bêkêrî, neşarezayî, û lawaziya xwe re û ji rêlibergirtina xwe ya têkoşîna gelê kurd re li bizinên gunahê digerin û didine ber keviran?

-Baş e ev çewa dibe di devê kesekî mîna Wezîrê Karê Hundir ê berê Îsmet Sezgîn ê devbixwîn de ew ”ajan” ”terorîst” û ”kujerê zarokan” e û tu di heman devî de û timî ji aliyê dewletê ve ”Birêz Kemal Burkay” î? Ev rêzgirtina çi ye? Pir ji kurdan hez dikin gelo?

-Ji bo gotina ”birêz Ocalan” li sedan kesî doz têne vekirin, lê hûn di devê dewletê de timî ”birêz” in, ev ne nakokiyek e gelo?

-Em van jî derbas bibin: Madem ku we ji destpêkê ve dizanî PKK ji aliyê MÎT’a tirk ve hatiye avakirin, we çima bi ”partiya MÎT”ê re û bi serokê wî yê ”ajan” re di 19’ê adara 1993’an de li Bar Elîasa Lubnanê peymana hevkariyê îmze kir, we bi destê hev girt, bilind kir û wêne kişandin? Gelo kara we çi bû di hevkariya ”partiya MÎT”ê re? Ha dema hûn bikin adet e ne?

-We jî beriya salên 80’yan du şaredarî girtin. Ev grîng bûn bê guman. Lê îroj gelo li seranserê Bakur hûn dê çend deng bigirin?

-Hema tenê li gor vê encamê hûn di 35 salan de bi pêş ketine an bi paş ketine?

-PKK 35 sal berê ji 6 kesî pêk dihat û tu navê wan jî hîn tunebû. Çima û çewa îroj milyon in û bi hêz û rêxistiniya xwe ye har warê jiyanê hema bêje dewlet in?

-Gelo pêkan e ku hûn êşa vê rastiyê dikêşin û hema çi tê ber devê we bi vê êşê vedireşin?

-Baş e gunehê gelê kurd çiye ku bedêla encamên nexweşîn û kompleksên we bidin, ma kurdayetiya rast û durust, dilsozî û dilpakî ev e?

Mirov û gel jî, bi êşên xwe paqij dibin. Qirêj û gemara sedê salan a dijminan avakirî wisa bi hêsanî pak nabin. Êş encama kiryarên dijminan e û dibe sedema zelalî û paqijiyê û garantiya pêşeroja azad. Tenê ku berê wê êşê bikeve rêyeke rast û bê birêxistinkirin. Baş e we çiqasî ew birêxistin kiriye û we çendîn êş kişandine?

”Birîndar bi birîna xwe dizane” Birêz Burkay hûn tucarî birîn nebûne. Li ser serê rehet û zikê têr û di bin navê kurdayetiyê de we roleke kambax girtiye ser xwe. Hûn bahsa rêxistinên paravan dikin, rast e. Lê ev ne PKK ye hûn jî baş dizanin. Û dîsa hûn jî û em jî pir baş dizanin ev ên paravan çi di qada legal û îlegal de, çi jî mîna kes, sazî û rêxistin jî, kî ne!..

Derbarê we de jî pir tişt hatine gotin û têne gotin birêz Burkay. Nizanim gelo gotina ”Karanliklar Prensi – Mîrzayê Tariyan” ji bo kê hatibû gotin? Dîsa li ser têkiliya we û îstixbarata Almanyayê, pê ve girêdayî kar û xebatên KOMKAR’ê hindik tişt nehatin nivîsîn.

”Berxê nêr li ber kozê kifş e” birêz Kemal Burkay.

Ji dil û can ji Xuda hêvî dikim ku temenekî pir dirêj bide we.

Li gel silavan.

Mahabad F. ARDA 2009-10-17