Namûs,namûs,namus

Namûs

A+ A-

Rojek ji rojên xwedê bû. Berî niha bi 45 salan. Ez li malê bi tenê bûm, zarok çûbûn derve. Dema dengê derî hat min êmê herdu bizinên me datanî ber wan. Heta çend carên din jî li derî xistin, min terîşê rêsî verşand ber bizinan û bi lez çûm derî.

Ez xalif nabêjim. Gunehên we roje qiyametê di stuyê min de be. Min dît du xortên çeleng li ber derî sekinîne. Piştre min ê fam bikira ku mal bi mal geriyane ji bo jinikeke ku bizane miriyan bişo bibînin. Ji min jî pirsîn, min got “kurê min, ez dizanim miriyan bişom, ka miriya we li ku ye?”. Gotin “em ê te bibin wir” û dan pêşiya min. Min deriyê xênî kişand û ez çûm.

Mal bi mal em derketin dervê avahiyan. Xanî neman. Bi kaşekî de em daketin jêr. Ji nişka ve wekî xofekê xwe berda ser dilê min. Giciyano, min got gelo ev tiştekî bi min nekin. Gavek, du, sê... Min hew îdare kir, min got “kurê min hûn min dibin ku?”. Gotin “dayê, li jêr e, netirse, bi me re bibe alîkar û em ê te bibin mala te.”

Bi qasî ku min çîroka xwe ji we re gotiye, min da pey wan. Em gihaştin devê deriyê şikeftekê. Min dît ku keçikek di dawiya şikeftê de ye, spî sax. Ez bizdiyam, min got madem ku mirî tune, dê ev zarok min bikujin. Ez ji bo kuştinê anîme vir.

Min xwe tirsand, ez qirqilîm. Min dît keçikê got: “Xaltîkê tu netirse, te nakujin, dê min bikujin.”

Ji nişka ve ez ji derdê xwe xelas bûm û ketim derdê wê keçika xweşik î bozik. Bê xwedêyo te çawa wanî xweşik çêkiriye, bê çiqasî serê xwe pê re êşandiye... Ez bi berger çûm herdu xortan, lê bêfede.

Herdu xortan gotin, “dayê em ê a niha biçin heta derekê û vegerin, li cem keçikê be”. Min di dil xwe de got “belkî çûn kefen bînin”. Mala minê lawo, keçika wekî tasek av dê bihata kuştin.

Min ji keçikê re got “qîza min çi sûcê te heye?” Got “xaltîkê xwedê mirov bistrîne ji xezeba jinbira û amojnan”. Dîsa jin li jinan hatibû xezebê.

Ez xalif nabêjim. Gunehê we roja qiyametê di stuyê min de be.
Hew me dît herdu xort hatin. Paçekî spî boz bi xwe re anîbûn. Çawa ku keçik çav li cawê spî ket, hilfirî, xwe rakir û li erdê xist. Yekî ji wan xortan guleyek bi tenê berdayê û kuşt. Min şuşt, kefen kir û ez derketim.


Gotinên miftehî :