1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. Navkurdên Zimantirk
Navkurdên Zimantirk,navkurdên,zimantirk

Navkurdên Zimantirk

A+ A-

"Her dar li ser koka xwe şîn dibe!" Ziman çi be, giyan jî, jîyan jî tevger jî ew e. Loma ku bi taybet li Bakurê Kurdistanê dijminê me navê kurd, nasnameya kurd, zimanê kurd, hebûna kurd û her tiştên kurd qedexe û înkar kir, xwest asîmîle bike û gelek tiştên din ku em hemû dizanin, pêk anîn.

Ji xwe mijara vê nivîsarê ne ev in. Lê divê pêşî hin tişt bêne gotin ku, ji bo bikaribim baş bidime famkirin an jî rê li ber şaşfamkirinan bigirim.

Piştî têkbirina serîhildanan û komkujî û sirgûnên li dij gelê kurd û bi taybet piştî salên 40î li Bakûr dewleta tirk tofaneke terora spî bi ser kurdan ve rakir. Tiştên ku dikaribû qedexe bike, qedexe kir, tiştên ku dikaribû tune bike tune kir, tiştên ku nekarîbû tune û qedexe bike, kir malê xwe û wergerande tirkî. Got: "ji xwe ji bav û kalan ve ev çand, gencîne û nirxên me bûn". Çawa ku cara dawî li Newroza me kirin.

Di dema cuntaya faşîst a 1980an de, hedefa yekemîn a rêveberên vê cuntayê, asîmîlekirin û tunekirina ziman, kesayet û hemû nirx û rûmetên gelê kurd bû. Wan digot heya sala 1988an em ê bigihêne van hedefên xwe û kurd mîna ziman û giyan û nasname û kesayet namînin. Loma jî çi ji wan hat kirin. Bi hemû rê û rêbazên qirêj û gemarî, ji bo gelê kurd dejenere bikin, ji rastiya wê dûr bixin û bêşexsiyet bikin, tişt nema ku nekirin. Û ya rastî ber bi hedefa xwe ve jî diçûn, bi biryar bûn.

Bê guman ku ji tevgera 49an a dawiya salên 1950an bigire, heta tevgerên kurd ên din ku di salên 1970an de geş bûn û tevgera van 20-25 salên dawî, kirin ku rê li ber polîtîkayên dijmin ên gemmar bê girtin. Her çiqas dijmin di hin ciyan de bi ser ket jî, lê kurdayetî jî geş bû. Mixabin kêmasiyeke mezin a van tevgeran hebû ku bi zimanê dijminê xwe sîyasetê dikirin. Heta cîyekî mirov dikare fam bike lê neha rewşeke wisa derketiye holê ku "sîyaset divê bi zimanê dijmin bê kirin".

Niha kurdî bûye zimanê gundiyan, zimanê jar û rebenan. Ji bo kesên efendî, xwenda, rewşenbîr û bi qirewat, axaftina bi kurdî şerm e. Ên "bajarî" bi tirkî diaxivin. Zimanê tirkî bûye nîşana bajarvanî, rewşenbîrî, hunermendî, şaristanî û hwd. Bêyî ku bizanibin ev di rastiya xwe de kafirstanî ye, malkambaxî ye. Lewra kesê ku bi zimanê xwe neaxive gêj e, sews e, hay ji rastiya xwe, nirx û rûmetên xwe nîne.

Di jîyana gelekan de êdî kurdbûn wekî fîgûrekî folklorîk e. Îcar heke wisa be, hûn doza çi dikin, herin li mala xwe rûnin. Em ji giyana xwe bi dûr ketine, em xerîbê kok û giyana xwe ne, malkambaxî ye.

Me rahiştiye kêreke zengarî û ko ya dijminê xwe û em bi destên xwe birîna xwe dikolin. Xwîn ji laşan diçe. Xwîna civakê zimanê civakê ye, çanda wê, folklora wê, dîroka wê mîtolojiya wê, felsefeya wê, çîrokên wê û stranên wê ne.

Zimanê Ehmedê Xanî bûye zimanê gundî, jar û rebenan û zimanê Satilmîş efendî yê ji sedî heftê malê diziyê jî bûye zimanê bajar û şaristaniyê. Teeewww ez bi qurbana Xwedê me! De were îcar nemire!..

Gelo eger derdê min ne zimanê min be, ma mera bavê min tê de şikestiye an derziya dîya min lê wenda bûyeş Derdê min çi ye bi dijminê min reş Lewra çand, wêje, muzîk, folklor, mitolojî, felsefeya jîyana civakî, dîrok û hwd. bi ziman ve girêdayî ne. Baş e ev hemû çi neş Ne ew nirx û rûmet in ku em li ser şîn bûne û me şekil girtiyeş Dema ev nebin, hema navê min Mahabad e û ez kurd im, çi yeş

Dema ez bi zarokên xwe re bi tirkî biaxivim, dema ez gazî wan bikim û bibêjim "Welat oxlim gel bureye", baş e ez kî meş Dema "oxlim gel bureye" be, çima nav "Welat" eş Çima ne Satilmîş, Dûrmîş, Dûrdû, Dondî û Asena yeş

Ez dixwazim mînakek bidim: Bav şehîd e, ev 8 sal in ji dê jî tu deng nîne, xuya ye ew jî şehîd e, lewra pêk ve tevlî gerîla bûne. Du zarokên wan hene, ji wê rojê ve zarok li ba xaltiya xwe dimînin, li Kurdistanê dijîn û navê zarokan bi kurdî ye û xaltî jî bi qasî min bi kurdî dizane, lê zarok bi kurdî nizanin. De were li vê ecêba giran. Û bi sedan mînakên weha hene. Baş e, em destên xwe deynine ser wîjdanên xwe ku ne cemidî be; ew zaroka ku bi tirkî dipeyive, kurd e, an tirk eş Dibe ku heta deverekî, bibê nebê ji civakê hin tişt girtine, lê dê zarokên wan çiqas kurd binş Ne mumkun e. Lewra civak jî bi mirovan re diguhere. Ev çi yeş Ev, ev e ku heta nifşek, herî dereng du nifşên din li Bakur kurd namînin. Ka em binêrin, gelo ew kesên ku îro ji xwe re dibêjin tirk, çend ji wan bi rastî tirk inş Ji sedî ne 10 e jî. Baş e çawa dibeş Wisa dibe ku ew jî ji pêvajoyeke weha derbas bûne. Lê ji kurdan bi hejmar hindiktir bûne, belav bûne û zûtir serî pêl kirine. Niha yên herî zêde li tirkîtiyê xwedî derdikevin, nîjadperest in, ew in. Lewra bê kok in, divê xwe bi ciyekî ve bigirin, an na dê li ber bayê biçin. Ê baş e çi bûye ji meş

Li bajarên Kurdistanê êdî zarok hînî zimanê xwe nabin. Zimanê me bi saya serê dayikên me xwe gihandiye van rojan; lê dayikên me dev û dest ji zimanê xwe berdane. Zimanê me bi saya çîrok, stran û metelokên me xwe gihandiye îro lê dayîk êdî çîroka "keçelok" nabêjin ji zarokên xwe re. Zarok ji çîrokên xwe hez nakin êdî. Ji stranên kurdî bêtir, stranên dewşorme têne guhdarîkirin.

Ez ji bajarê xwe mînak bidim: Li Farqînê şerm bû ku mirov bi tirkî biaxive. Sînorê zimanê tirkî ji dîwarên qereqol û dadgehan destpêdikir. Li dibistanan jî, bi tenê di têkiliyên navbera mamoste û şagirdan de derbas dibû û hew. Çend malbat hebûn li Farqînê ku li nav mala xwe bi tirkî diaxivîn. Ew jî di dema xwe de ji aliyê Bedlîsê û Sêrtê hatibûn û li Farqînê bi cî bûbûn. Lê ew jî tenê li nav mala xwe û bi zarokên xwe re an jî zarokên wan di nav xwe de bi tirkî diaxivîn, wekî din di têkiliyên der û cînar û bazirganiyê de, car din kurdî dihat axaftin. Kesên xerîb ku dihatine Farqînê, eger bi kurdî nezanîbana, birçî diman. Tu aşxane xwarin nedida wan. Êdî bi hêvî û lave lava hin kesên li derûdor eger bibûya, an na bi rastî birçî dima. Kesekî xwe şaş bikira bi tirkî biaxiviya, digotin; "de vira neke". Lê nihaş!.. Hîn do ji gund hatiye (bi vê peyvê piçûk nakim, tenê dixwazim bal bikşînim ser tiştekî) û li Farqînê bi cî bûye, bi tirkiya xwe ya şikestî û çelexwarî, bi zarokên xwe re bi tirkî diaxive. Çimaş Ji ber bûye "bajarvanî". Tu kesek niha li Farqînê bi kurdî naaxive. Ev çi yeş Me çi kar kir û çi zirar kirş Li Farqînê 800 kesên welatparêz û bê çek û ji rêzê bi destê dewletê di nav du salan de hatine kuştin. Baş e ew xwînş!.. Tewanbarî hemû li aliyê dijmin e geloş!.. Ew dikuje, digire, êşkence dike, polîtîkayên asîmîlasyonî, dejenerasyonî dimeşîne bi hemû hovîtiya xwe, belê van karan dike, lê ew karê xwe dike qurban, em çi dikinş!.. Em jî bi gotina dijminê xwe dikin. Çimaş Ê em biratî dixwazin! Biratîş Bi kê re biratîş Çima biratîş Ew kesê ku tu dixwazî biratî pê re bikî, kî ye, ew çi dixwaze, ew vê biratiyê qebûl dike an naş Qebûl bike jî, şertên wî çi neş Ew şert li me tên an naş Hema biratiya yek alî û ziwa. Ev çi yeş!.. Ma dijmin dikare bibe dostş Îcar yê me ne dostanî ye jî, em "biratî" dixwazin. "Rî dibe buhist, çerm dibe post lê neyar nabe dost". Seydayê Gurdilî pir xweş gotiye: Ji sêpiyên Amed tu carek êbretê qet nagirî, lew neyarê bav û kalan nabitî dostê kuran.

Mirov bixwaze çi bike, mirov wê dike!..

Li şûna ku em nakokiyên navbera xwe û dijminê xwe kûrtir bikin, rengê xwe zelaltir bikin û li taybetiyên xwe bi kumreşiyeke mezin xwedî derkevin, em nakokiyên nav xwe bi xwe kûr dikin. Mamosteyên me bi keda gel di Sendîkaya Perwerdeyê de cî girtine lê ji bo saziya xwe biparêzin, mafê perwerdeya zimanê zikmakî ji programa xwe derdixin. Baş e hûn ji bo çi li wir inş Em her ku dibêjin biratî, em bêtir ji dijminên xwe hez dikin. Me hay jê nîne, lê ev rastiyek e ku di nav demê de bi encamên xwe re derdikeve holê. Em nakokiyan ji holê radikin û rengê dijminê xwe digirin. Di sîyasetê de, di perwerdeyê de, di têkiliyên rojane yên civakî de, di rabûn û rûniştina xwe de em dibin mîna dijminê xwe, lê ne mîna wan jî, karîkatorê wan. Me baş kar kir!.. Bila dilê kesekî nemîne; de hema ma jî bila bimîne lê ev ji mêjiyê ne zelal tê qurban!.. Em rengê dijminê xwe digirin, dijminê me li ser mîrata me rûdinê, nirx û rûmetên me dike malê xwe. Em jî li ser navê biratiyê bê deng in. Nav bi me ve nehiştin. Nermîn, şermîn, Zêrîn(Zerrin), Rengîn, Rêzan (Rezzan), Serbilind (Serbulent), Dilara û bi sedan navên din ku ji zû ve lê xwedî derketine, ev têr nekirin, neha jî dest avêtine Bêrîvana me û Zîlana me jî. De were nemire!.. Lê tişt nabe, em biratî dixwazin, ma çi dibe, malê min malê birayê min, çi ferq dike. Lê ji bîr nebe; piştî demekî, mîna gelek nav û nirx û rûmetên din, ev bi temamî têne ji bîr kirin, grîngî û aktualîteya xwe wenda dikin û dibine malên dijmin. Piştî ku ev nirx ji nav gel derketin û bûne malên kesên din, bila sibê heta êvarê, heta ku dikarin lê bikolin û biqîrin; "hewareeee ev nav bi kurdî ye, ev nirx ê kurdan e û va ji we re îsbat", çend pere dikeş Gotineke pêşiyên tirkan heye: "atî alan Uskudarî geçtî - yê hesp dizî, ji Uskudarê bihurî". De biqîre heya tu dikarî.

şaşiyeke me yê mezin jî ev e: Em yariyên xwe bi kurdiya hev dikin. Rexneyên rewşenbîrî û rêzimanî tiştekî din e. Lê em yariyên xwe bi kurdiya hev a rojane dikin. Kesekî eger baş bi kurdî nizanibe an zêde tirkî an erebî li nav kurdiya xwe bixe an jî bixwaze ji nû ve xwe hînî kurdî bike, li şûna em cesaret bidinê, moral bidinê, em yariyên xwe pê dikin û nema car din bi me re bi kurdî diaxive. Tirkî, dewam... Lê em bêjin li Swêdê, kesekî xerîb çiqasî jî xerab bi swêdî biaxive, ew swêdiyê/ya li hemberî wî/wê, dixwazî bila gundiyek be an nezanek be an mirovek ji rêzê be, kî dibe bila bibe, yek tiştek tenê dibêje "swêdiya te çi xweş e" tu hey bêje na wele ez baş nizanim, ew her dibêje "na, na bi rastî pir baş diaxivî û ez baş fam dikim. Ez bûma, ez ê zimanê te weha zû û baş fêr nebûma belkî". Ew xerîb wê demê bêtir hewl dide ku swêdî fêr bibe û dema bixwaze bi swêdî biaxive, bê tirs û şerm diaxive û ziman pêş dikeve. Ev yek bi caran hatiye serê min jî û ez bawer im serê hemû xerîbên ku li vir dijîn jî.

Lê divê ez ji şakiro hez bikim. Dema lê guhdarî bikim, mûyên canê min bibin şûjin. Ew deng divê gazî min bike, min bi xwe re bibe.

Dayîk divê bi kurdî bilorînin û ez bikaribim bi lorîna dayîkeka kurd re bigirîm.

Ez divê ji mar û mişk û dûpişkên xwe jî hez bikim.

Ez divê bi zimanê xwe xewnan bibînim, xiyalan deynim.

Ez divê bi zimanê xwe gazî kera xwe bikim û ji orîna çêleka xwe zewq bigirim.

Ez divê bi çêja zimanê xwe bizanim û wê çêjê di şanikên xwe de bineqişînim. Dema bi zimanê min tiştek bê gotin, ez bêtir pê bicoşim.

Ez her çendî ji welat dûr bim jî divê li ber dengê dengbêjan bikaribim bêhna gul û nêrgizên Kurdistanê bihara dilê xwe har bikim. Ew deng divê min li deşt û zozanên welatê min, li nav dîroka min, êş û azar û şîn û şahiyên gelê min bigerîne û ez wan di şanikên xwe de seh bikim. Ew deng divê min bibe ba Salihê pismam, evîna Derwêşê Evdî bi wî dengî bijîm.

Giyan û nirxên netewayetî weha çêdibe û gel li der û dora van nirxan kom dibe. Wê demê nakokî hêsantir çareser dibin û em hêsantir dikarin hev ragirin. Kengî ku em bikarin hev ragirin jî, em wê rojê azad û serkeftî ne. Her tişt ji xwe, ji rastiya xwe destpêdike û vedigere ser rastiya xwe. "Her dar li ser koka xwe şîn dibe".

Mahabad F. Arda

2006-02-18


Gotinên miftehî :