1. Tekst

  2. Gotar

  3. Rêzan Tovjîn
  4. Nebin hevalên van kesan
Nebin hevalên van kesan,nebin,hevalên,van,kesan

Nebin hevalên van kesan

A+ A-

Kî malperekê ava dike, qîr dike û kampanyayekê ji bo kurdî dide destpêkirin. Kî rêxistinek biçûk ava dike, radibe dibe rizgarkerê kurdî. Mînakên bi vî rengî hatin asta ku dilê mirov jê bixele. Kî dixwaze çi bike ne diyar e.

Du kom ranabin bi hev re vê kampanyayê nakin. Dibêjin “heke hevkarî baş bûna dê Xwedê ji xwe re hevkarek bidîta.”

Heke du kom bibin yek, dê serokê komekê bibe cîgirê serokê koma din. Dîsa îdare dibe. Lê heke sê kom bibin yek, dê serokê komekê bibe cîgir, yek jî bibe sekreter. Hingê xira dibe. Lê heke çar kom bibin yek, dê serokek ji qoltixê mehrûm bimîne. Li gor vê teoriyê du komên kurdan nabin yek. Heke bi darê zorê be, belkî heta 3 kom jî bibin yek, lê mirin jî hebe çar komên kurdan nabin yek. Ne ziman, petrol jî nikare wan bike yek.

Yekî gotiye “Heke hevkarî baş bûya dê Xwedê ji xwe re hevkarek biafiranda.”

Yekî jî gotiye “Du kes bibin yek, ê sêyem Xwedê ye.”

Herdu jî gotinên pêşiyan e. Yek pêşiyê paşopê ye, yek jî pêşiyê navosere ye. Kî li gor kîjanê tevbigere, li gor wê jî mirov dikare navekî li wan bike.

Wekî din; ji bo çi kes ji bo kurdî platformekê ava nake?

1- Ez ê di vê platformê de bibime çi?

2- Kesên ku di vê platformê de dê bibine berpirsiyar, gelo dê hezkiriyên min bin, an na?

3- Dê tiştekî zêde ji min were xwestin, an na?

4- Kesên ez ji wan hez nekim, navê wan dê çiqasî were bilêvkirin?

5- Çiqas îhtimal heye ku ez bi aliyê xwe ve bikêşim?

6- Ji min re çi tîne?

7- Çiqas dema min digire?

8- Dê çiqas pereyê min lê here?

9- Derûdora min dê çiqasî bipejirîne?

10- Ji bo pêşeroja min çi xetereya wê heye?


Ev 10 pirsên krîtîk in. Di her 10 pirsan de jî EZ û MIN hene û herdu jî derdikevin heman rêyê.

Aha ji ber vê yekê, herkes reşbîn e. Ji ber ku hemû jî kêm û kindik meseleyê dizanin. Zagonên wan nêzî hev in:

1- Bila biçûk be, bila di destê min de be.

2- Bila filan kes bi ser nekeve, bila hin armancên min jî têk biçin.

3- Bila filan kes bi ser nekeve, bila çend rastî jî niha neyên zimên.

4- Ji min pê ve bawerî bi kesî nayê.

5- Li şûna ku ez ê li Romayê duyemîn bim, bila ez li gundekî Romayê yekemîn bim. (Sezar)

6- Li şûna ez bi hespê TE herim ez ê bi kerê XWE biçim, ew jî nebû ez ê bi lingê xwe biçim. Ew jî nebû ez qet naçim.

Ez van gotinan ji hemû kurdan re nabêjim. Kesên ez ji wan re dibêjim hejmara wan 100 kesî nabîne. Hûn wan baş nas dikin. Ew jî 100 kesên bi bandor in. Hin taybetiyên wan ên din jî hene:


1- Giyayê hewşê naxwin.

2- Dengê defê ji dûr ve li wan xweş tê.

3- Gayê rojekê ne û baş dizanin ku ew roj jî ev roj e.

4- Xwe pir kone dibînin.

5- Îmana wan ji înformasyona aşkere diçe.

6- Li ku bin, wir dikin navenda dinyayê.

7- Li şûna rastiya we, derewa hevalê xwe esas digirin.

8- Ji populîzmê hez dikin.

9- Pir ji axaftinê hez dikin, ji guhdarkirinê aciz in.

10- Li dora her yekî jinek heye, ji kêfa xwe hez dikin…

Nizanim hîn çawa bidim nasîn. Hew min negotiye “ga.”


Gotinên miftehî :