1. Tekst

  2. Lêkolîn

  3. Birgul Ozbaris Arda
  4. Nepeniya Darazekê: Doza Sedsalê 3
Nepeniya Darazekê: Doza Sedsalê 3,nepeniya,darazekê,doza,sedsalê,3

Nepeniya Darazekê: Doza Sedsalê 3

A+ A-

DOSYA: 3

(Ev dosye bi zimanê tirkî, ji bo rojnameya Ozgur Gundemê hatibû amadekirin û li wir hat weşandin. Her wiha di serî de Roj TV, li gelek deverên din jî hat bikaranîn, lê pirê caran navê min, mîna amadekara vê dosyayê Bîrgul Ozbariş Arda, hat veşartin. Arşîva ku heft rojan di rojnameya Ozgur Gundemê de bi navê min hat weşandin, li ba min e. Ji ber grîngiya dosyeyê, di rojeke wiha de min xwest vê carê bi zimanê xwe ez vê dosyaya grîng biweşînim. Bîrgul Ozbariş Arda)

”Em ji Ewropayê re giran hatin”

Di 66 rojên ku li Îtalyayê derbas bûn de pirsgirêka kurd û PKK hatin nîqaşkirin û gelek hewldanên ji bo çareseriyê jî hatin rojevê. Lê dewleta Îtalyayê li hemberî ji hundir pêkutiyên muxalefetê û ji derve pêkutiyên DYA û Tirkiyeyê, bi paş ve gav evêtibû. Li ser vê yekê, careka din lêgerînên ji bo welatekî alternatîf dest pê kiribûn. Gotinên Ocalan ”Em ji Ewropayê re giran hatin” jî diyar kiribû ku dê rotaya wî êdî ne Ewropa be.

Bi vî rengî rota, careka din çû ser Rûsyayê ku 66 roj berê jê derketibû. Ocalan di 16ê çileya paşîn de ji Balefirgeha Champigno´yê bi balefireka taybet ji Romayê derket. Sedema ku careka din berê xwe dabû welatekî ku berê wî nexwestibû, lingê komployê yê kurd bû. Lewra vegera Ocalan a Rûsyayê bi pêkutiyên qanîkirinê yên endamê ERNKê Mecît Mamoyan û Mahîr Welat pêk hatibû.

Îstixbarat di dewrê de ye

Dema Ocalan cara duyem çû Rûsyayê, toreka serwîsên îstixbaratê amade bû. Çûyina Ocalan a Rûsyayê di demeka pir kin de li her deverê belav bû. Ocalan ku li rêyeka derketinê ji Moskovayê digeriya, biryara xwe ya çûyina Kurdistanê ku di dema derketina ji Sûriyê de girtibû, careka din anî rojevê û bi civînekê jî biryara vê yekê da. Tu amadekariyên ku Mahîr Welat îdîa kiribû li Rûsyayê tunebûn. Bi hatina Ocalan re, dijberî tiştên jê re hatibû gotin, Rûsyayê jî careka din da xuyakirin ku ew dê Ocalan nepejirînin. Biryar hatibû dayîn ku dê bi ser Ermenistan û Qerabaxê re derbasê Kurdistanê bibin. Lê piştî li balefirê siwar bûn, rotaya balefirê ji derî kontrolê veguherîbû ser devereka din û Ocalan li Duşanbeyê peya kiribûn. Ocalan li vir bi temamî hatibû tecrîdkirin û êdî nedikarî biryarên xwe bi xwe bide. Her tişt ji derveyê wî bi pêş diket. Ocalan bi van gotinan, tecrîda 6 rojan vedigot: ”Min bikira barînî dê tu kesekî dengê min nebihîsta, bimirama, dê tu kesekî nekariya xwe bigihêjîne cenazeyê min.”

Roja 26ê çileya paşîn, beriya ji Duşambeyê veqetin ajanên KGB gefan dixwarin û daxwaz dikirin ku dotira rojê ji welatê wan derkevin.

Mahîr Welat roleka mezin lîst

Di dema hevdîtinan de pêşniyaza gelek welatên cuda li Ocalan dihate kirin. Di wê navberê de Mahîr Welat û Mecît Mamoyan zor didane ser Ocalan ku wî qaiyê çûna Moskovayê bikin. Piştî çend salan angaşteka wisa hate kirin ku Mecît Mamoyan ajanê Înterpolê yê li Ermenistanê ye.

Ocalan bi balefirgeheka taybet a Massîmo D´Alema, berê êvarê li Balefirgeha Gorkî ya Moskovayê peya bûbû. Beriya ku ji Îtalyayê veqete, li ser daxwaza rayedarên Îtalyayê Ocalan li ser rêya Rûsyayê di balefirê de nameyeka ji bo spasiya Massîmo D´Alema nivîsî û di nameyê de diyar kir ku ew bi daxwaza xwe ji Îtalyayê veqetiyaye. Ev name piştre gihîşt D´Alema. Hukûmeta Îtalyayê talîmat dabû pîlotên xwe ku eger Rûsya ji Ocalan re pirsgirêk derbixe, wî bibine welatekî din ku Îtalyayê destnîşan kiriye.

Ocalan piştî ji balefirgehê peya bû, ji aliyê parlamenterên Rûsyayê û Mahîr Welat ve bi gulan, bi merasîmekê hat pêşwazîkirin. Pêşveçûnên piştî wê dê nîşan bidana ku atmosfera heyî dijberî wê pêşwaziyê ye. Mahîr Welat di vê komployê de roleka mezin lîstibû. Ocalan di salên piştre de li Girava Îmraliyê di daxuyaniyeka xwe de derbarê Mahîr Welat de vê nirxandinê dikir: ”Ez dema li Romayê bûm min rola Mahîr Welat a di vê komployê de hest kiribû, lê di destê min de delîlek zelal tunebû, ji ber wê min vê şika xwe neanî ziman. Şaşiyên dîrokî yên Mahîr û dostê wî Mecît hene. Dema li Atînayê bûm jî hatin û em birin. Mahîr got ´rewş pir baş e, me 6 meh dem girtiye´ hukûmeta Îtalyayê jî pêkutiyan dikir û digot ´hûn neçin em ê we bigirin´. Mahîr negotibûna ez nediçûm.”

Ji her alî ve rêya Kurdistanê hat girtin

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji ber êdî tu rêya mayîna wî ya li Rûsyayê nemabû, careka din ket nav hewldanên vegera Yunanistanê. Serokê Serwîsa Îstixbaratê ya Yunanistanê Charalambos Stavrakakis ku nekarîbû pîlana Bukreşê pêk bîne, piştî ji KGBê agahî girt ku Ocalan di 28ê çileya paşîn de ji St. Petersburgê tê Atînayê, talîmat da Atînayê ku tedbîrên hişk bigirin.

Li ser vê yekê ji endamên EYB serbaz Savvas Kalenderides ji ber bi tirkî pir baş dizanî û Tirkiyeyê û PKKê jî ji nêzîk ve dinasî, bi tesbîtkirina cihê Ocalan hatibû wezîfedarkirin.

Di vê navberê de li Tirkiyeyê jî rojên awarte dihatine jiyîn, timî daxuyaniyên şaş ên ji armancê bi dûr bixîne didan. Musteşarê MÎTê Şenkal Atasagun 3ê sibata 1999an nûnerêrojnameya Hurriyetê yê Enqereyê Sedat Ergîn û nivîskar Emîn Çolaşan û nivîskarê Sabahê Yavuz Donat vexwend firavînê û ji wan re wiha got: ”Em gav bi gav li dû wî ne, li ser serê wî ne, dê bê girtin.” Ev axaftina ne fermî, di goşeya rojnemayê ya Emîn Çolaşan de hat weşandin. Ev axaftin jî dida xuyakirin ku MÎT derbarê her gavên Ocalan de dihate agahdarkirin.

Li Atînayê pêşwaziyeka germ a ji bo şevekê

Yek rêyeka bi tenê mabû li pêş Ocalan, vegera Yunanistanê. Ayfer Kaya bi amîralê teqawitbûyî Andonîs Naksakîs re hevdîtinek pêk anî û da zanîn ku jiyana Ocalan di nav metirsiyê de ye û divê ji nû ve vegere Yunanistanê. Li ser vê yekê, careka din bi balefireka ku hate kirêkirin, Ocalan li Balefirgeha Navneteweyî ya Atînayê danî. Naksakîs, Ocalan weke Musteşarê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Jenki V. da naskirin û wisa derxist. Amîralê berê Naksakîs, Ocalan bir gundê Nea Makri ku 40 kîlometir ji Atînayê dûr e.

Ocalan li wî gundî, li mala wêjevanê partîzanê berê Vula Damainako´yê 78 salî şevek ma. Damainako di Şerê Cîhanê yê Duyem de, li dijî artêşa Hîtler ku welatê wî dagir kiribû şer kiribû. Damainako û keça wî ya şêwekar Helenî Vassîlopulos di nivîsên xwe yên vê dawiyê de, heyraniyên xwe yên ji Ocalan re, wiha dihanî ziman: ”Taybetiyeke wî ya cuda hebû. Mirovek rûliken û germ bû. Ocalan ji min pirs kiribû ´ez li mala te dimînim, tu natirsî?´ min jî gotibû ez ditirsim ku ewlekariya jiyana te nikaribe bê girtin. Lewra derdor tijî ajan bûn. Min hêvî dikir ku welatê min serbixwe bûna û mafê penaberiya siyasî bidana Ocalan.”

Pîlana Pangalos

Li Atînayê jî, kêliyên bi hêrs û aloz dihatin jiyîn. Serokê Serwîsa Veşarî Stavrakakîs, li alîgirê xwe Sava Kalenderîdes geriyabû û pê dabû zanîn ku Ocalan li Yunanistanê ye û divê bi lez cihê wî hîn bibe. Kalenderidesê ku vê fermanê girt jî ji Naksakis daxwaz kiribû ku cihê Ocalan jê re bêje. Naksakîs cihê Ocalan jê re nabêje û li ser vê yekê ji serwîsa veşarî Covaras li gel du polîsan bi ser mala Naksakîs ve digirin û tahde lê dikin. Dotira rojê, bi halekî perîşan, di nav çamûrê de, bi kincên peritî diçe ba Ocalan, lê beriya ku biçe, bi Wezîrê Karê Derve Thedoros Pangalos re diaxive û jê daxwaza destûra mayîna Ocalan li welatê wan dike. Pangalos jî da zanîn ku ew dixwaze Ocalan bibîne û vê peyamê bi Naksakîs re ji Ocalan re dişîne: ”Hûn bi xêr hatin welatê me. Em dixwazin bi we re hevdîtinek bikin. Pêdiviyên huqûqî çi bin dê bêne pêkanîn. Em ê pêvajoyek mîna ya Îtalyayê bidine destpêkirin, wê nêzîkahiyeka cudatir nebe. Em dixwazin li ser vê bingehê derbarê rewşa we de aşkere biaxivin.”

Ocalan wisa raman kir ku ev hevdîtin dikare erênî be û bi gotina; ”Eger bi rastî jî mîna Pangalos dibêje pêş bikeve, dê ji bo her du gelan jî baş be.” û daxwaza hevdîtinê pejirand. Lê beriya biçe hevdîtinê Pangalos çû ba Serokwezîr Kostas Simitis û jê re got; ”Di destê me de bombeyek heye, em çi jê bikin?” Li ser vê yekê Simitis daxwaz kir ku divê Ocalan bi lez ji welatê wan derkeve.

Di vê navberê de Naksakis ji bo hevdîtina bi Pangalos re, Ocalan bir mala xwe.

Alternatîfa herî dawî Hollanda

Li mala Naksakis, dijberî gotinên Pangalos, Stavrakakis ji Ocalan daxwaz kir ku gavek zûtir ji Yunanistanê derkeve. Piştî Ocalan dît ku destûra wî ya mayîna Yunanistanê nadin, pêşniyaza xwe ya çûyina Hollandayê ji rawedaran re got. Ocalan, bi armanca derkeve ber dadgeheka navneteweyî Hollandayê jibartibû. Ji ber Welatekî Ewropayê bû, Yunanistan pêşî vê pêşniyazê red kir, pişt re jî pejirand. Piştî vê, careka din ji bo çûyina Ewropayê pêvajo dest pê kiribû. Dê balefirek Ocalan ji Atînayê bibira bajarê Mînksê yê Rûsyaya Spî, ji wir jî balefireka duyem dê wî ji Mînksê bigirta û bibira bajarê Laheyê.

Roja 30ê çileya paşîn ku Ocalan ji nû ve ji Yunanistanê derbasê Rûsyayê bû, li Davosê Feroma Aborî ya Cîhanê hebû. Di vê forumê de, di navbera Serokwezîrê Rûsyayê Yevgeni Primakov û şirketên petrolê yên DYAyê de, derbarê rewşa Ocalan de bazarî dest pê kiribûn.

Rûsyayê dizanîbû ku hebûna pirsgirêka kurd, di dabeşkirina petrolên Hezarê de pirsgirêkên ewlewî derdixe holê û hebûna Ocalan a li welatê wan, di mijara dabeşkirina petrolên Kafkasê de, kir mijara bazariyê. Ev yek, bi nûçeya rojnameya aboriyê ya Rûsyayê Komersantê jî, piştrast dibû.

Hollandayê balefirgehên xwe girt

Dema li balefirgeha Mînksê peya bûn, balefira ku diviya biçûna Laheyê tunebû. Lewra ji balefirgehên Hollandayê û yên Rûsyaya Spî, destûra balefiran nehatibû dayîn. Piştre berdevkê Balefirgeha Zestienhovenê Mr. Breedveld da xuyakirin ku binkeyên balefirgehên Hollandayê ji danê êvarê û vir ve ji firînan re hatiye girtin. Li ser vê yekê Ocalan neçar ma û vegeriya Rûsyayê. Li ser pêkutiyên ku divê Ocalan demildest ji welat derkeve, heman balefir vê carê jî çû li Girava Korfuyê danî.

Ocalan ku şandin Girava Korfuyê, li navenda îstixbaratê ku baregehên leşkerî yên DYA û Îngilistanê lê bûn, hat girtin. Ocalan, li Korfuyê muameleya girtiyekî dît û destûra wî ya derketina ji vê giravê jî nedihat dayîn. Ocalan daxwaza xwe ya çûyina Kurdistanê careka din anîbû ziman, lê guh nedabûn vê daxwazê jî.

Civîna awarte

Di vê navberê de li Enqereyê, li Avahiya Serokwezaretê, Serokwezîrê wê demê Bulent Ecevît û koordînatorê operasyona li dijî Ocalan Serokê Serfermandariya Giştî Yaşar Buyukanit li hev rûdiniştin. Di encama vê hevdîtinê de jî, tu daxuyanî wê demê nedane raya giştî. Piştre Musteşarê MÎTê Şenkal Atasagun daxuyaniyek da û got; ”Hukûmeta Simitis û îstixbrata Yunanistanê li gel me ne. Ew naxwazin derdek li serê Yunanistanê vebikin.”

Yunanistanê berê rotayê da Efrîkayê

Sava´yê îstixbaratê li Girava Korfuyê çû ba Ocalan û vê carê jê re got; ”Em bi ser ketin. Ez bi Pangalos re axivîm, lêborîna xwe ji we dixwaze. Me çareseriyek dît.” û da zanîn ku berê rotayê dane Efrîkayê. Ocalan pêşî li dijî vê pîlanê derdikeve, lê piştre bi hêviya ku dikare bibe hêviyekê û ji neçarî, dipejirîne. Li gor vê pîlanê dê pêşî Ocalan bişandana yek ji welatên Efrîkayê û ji wir jî derbasê Komara Efrîkaya Başûr bikirana. Yunanî derbarê vê yekê de garantî didan, lê qet qala Kenyayê nedikirin û bi tenê digotin Efrîka. Lê roja 2ê sibatê, rotaya balefirê dane ser Kenyayê. Li gel Ocalan di balefirê de Melsa Denîz, Îbrahîm Bayar, qibrisiyek bi navê Aristos Aristou û hevser Kava Kanaderisdes hebûn. Ocalan birin mala balyozê Yunanistanê George Costoslas. Lê dema Costoslas Ocalan li pêşberî xwe dibîne, jê re wiha dibêje; ”Ez di NATOyê de, li serê yekîneya ku ev 20 sal in li ser te lêkolîn dikin im. Ez li asîmanan li te digeriyam, vaye tu li vir li hemberî min î.” Costoslas, bi van gotinên xwe destnîşan dike ku ber bi dawiya komployê ve hatine.

Tirkiye hatibû agahdarkirin

Heman roja ku Ocalan li mala Costas hat bicîhkirin, jê daxwaz hat kirin ku ji wê malê jê derkeve û li mala papazekî Yunanî bi cî bibe. Nûnera ERNKê ya Ewropayê Şemse Kiliç ku ji 10ê sibatê ve li Kenyayê li ba Ocalan bû, di pirtûka Îrfan Dogan a bi navê ”Piştî 1966 salan komplo” de, derbarê rola Costaslos û Sava´yê îstixbaratê de wiha dibêje: ”Hukûmeta Yunanistanê bi yek armanceka bi tenê Costaslos û Sava li ba Serokatiyê digirtin. Hukûmeta Yunanistanê derbarê xapandina Ocalan de van her du mirovên xwe jî têra xwe zîrek didîtin. Balyoz, ji bo Serokatiyê bide bawerkirin û biryaran pê bide pejirandin pir hewl dida.”

Li Tirkiyeyê jî, li ser nûçeyên ji CIA´yê hatibûn, li Koşka Serokkomariyê Çankayayê civînek hat lidarxistin. Di vê civînê de dîsa Serokkomar Silêman Demirel, Serokwezîr Bulent Ecevît, Serokê Serleşkeriya Giştî Huseyîn Kivrikoglu û Musteşarê MÎTê Şenkal Atasagun hebûn. Piştî revandina Ocalan, Ecevît bi daxuyaniya ”Nûçeya ku Ocalan li Efrîkayê ye, di 4ê sibatê de gihîşt me.” armanca vê civînê diyar dikir.

Peymanê îmze kirin

Agahiyên ku komploya navneteweyî ji aliyê DYAyê ve hatiye pîlankirin, ji aliyê rojnamevan Tuncay Ozkan ve jî, bi belgeyên wê ve dihate piştrastkirin. Ozkan, di pirtûka xwe ya bi navê ”Operasyon” de, cî dida van agahiyan; ”Êvara 4ê sibata 1999an, nûnerê serwîsa veşarî ya Amerîkayê CIA yê Enqereyê, li avahiya fermî ya MÎTê ya li Yenimahalle´yê, teklîfeka pir grîng bir ji Musteşarê MÎTê Şenkal Atasagun re. Rayedarê CIA´yê pêşniyaz dikir ku bi operasyoneka hevpar Ocalan bigirin û bînine Tirkiyeyê.

Şertê Amerîkayê vekirî bû: Operasyon dê ji aliyê ekîbên amerîkî û tirk ve bê pêkanîn. Lê çi dibe bila bibe, dê Abdullah Ocalan bi saxî bigihêje Tirkiyeyê, di dadgeheka adil de bê darizandin û neyê kuştin. Li ser vê yekê, di navbera her du serwîsên veşarî de protokoleka ji rêzê hat amadekirin. Di protokolê de ev hebûn; ”Di girtin û anîna Ocalan a Tirkiyeyê de, dê serwîsên Îstixbarata Amîrakyê û ya Tirkiyeyê cî bigirin. Dê Ocalan bi saxî bê girtin û di dadgeheka adil de bê darizandin.”

Qeza pîlanan xerab kir

Fermandarê Deryayî yê teqawid Andonis Naksakis di îfadeya xwe ya da Komîsyona Lêpirsînê de da xuyakirin ku Serokwezîrê Yunanistanê Kostas Simitis ji bo Ocalan radestî Tirkiyeyê bike destûr dayê ku were Yunanistanê. Naksakis ku ji Rûsyayê heya Atînayê bi Ocalan re rêwîtî kir, wiha digot: ”DYA, Yunanistan û Tirkiye di vê komployê de bûn. Simitis jî bi zanebûn di vê komployê de cî girt.

Simitis, dema hîn Ocalan li Girava Korfuyê bû, dixwest wî yekser radestî Tirkiyeyê bike. Bi vê armancê jî, balefireka Falcon ji Tirkiyeyl, bi ser Zurîhê re li Korfuyê danî. Mesrefên boyaxkirina balefirê jî, DYAyê girt ser xwe. Lê jîpa Ocalan tê de bû, li balefirê ket û ev pîlan jî wisa vala derket. Ji ber bê yekê, bi lezgînî pîlan hat guherandin û xeta Kenyayê kete dewrê. Li gor Naksakis, şofêrê ku vê qezayê kiribû, hezkiriyê Ocalan bû û vê qezayê bi zanebûn pêk anîbû.

Andoni Naksakis, sedema 15 roj rawestandina Ocalan li Kenyayê jî, bi van gotinan rave dikir; ”Ji ber newêrûbûn ji welatekî din balefirek temîn bikin, ji bo tamîrkirina balefira ku qeza kiribû, pêdivî bi 15 rojan dîtibûn û ji ber vê jî Ocalan li Kenyayê 15 roj hatibû rawestandin.”

Operasyona revandina ji Kenyayê ta Tirkiyeyê

15ê Sibata 1999an, anîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê, li hemû cîhanê bûbû nûçeya yekem. Lê rastiya veşarî ya vê pêşveçûna ku dê qedera Rojhilata Navîn û ya Tirkiyeyê biguheranda, demeka dirêj seriyan tevlîhev kir. Tirkiyeyê di destpêkê de îdîa dikir ku, tiliya tu hêzeka din di vê operasyonê de tuneye, ji aliyê MÎTê ve hatiye pîlankirin, lê pêşveçûnên ku piştre der dan, rûyê tarî yê vê komployê jî rohnî kir. Pêşveçûnên bûyî û daxuyaniyên Ocalan aşkere kiribûn ku li pişt vê operasyonê hevkariya hêzeka navneteweyî ya welatên mîna DYA, Îngilistan, Fransa, Yunanistan, Rûsya, Kenya û Îsraîlê heye.

Tirkiye welatek jeostratejîk e

Di sala 2001î de, şêwirmendê taybet ê Bill Clinton Antony Blinken tevlî bernameya CNN Turk´ê bû û bersiva pirsên Mehmet Alî Bîrand da. Blinken, aşkere li xwe mukur dihat ku komplo di çi mercî de pêk hatiye; ”Tirkiye ji ber rewşa xwe ya jeostratejîk, ji bo me xwedî grîngiyek mezin e û em naxwazin vî welatî wenda bikin. Me anîna Ocalan a Tirkiyeyê jî, di vê çarçoveyê de nirxand. Me ji destpêkê ve qada tevgera Ocalan lê teng kir. Me Bill Clinton kêlî bi kêlî agahdar dikir. Piştî Ocalan birin Tirkiyeyê, hêviyên me ji Tirkiyeyê hebûn. PKKê, piştî girtina Ocalan stratejiya xwe guherand û şer da rawestandin. Li gel vê jî, Tirkiyeyê gavên pêwîst bi qasî dihat payîn neavêt.”

Pîlan ji sala 96´an ve hebû

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi komployeka navneteweyî ji Kenyayê hat revandin û teslîmê Tirkiyeyê kirin, kêliya revandina xwe, di daxuyaniyeka xwe ya ji Îmraliyê de wiha anî ziman; ”Mirovên reşik bi jîppekê ez bizorê revandim. Dema em hatin balefira Tirkiyeyê, yên li derdora balefirê kesên gir û zerîn bûn. Dikarin amerîkî an jî îsraîlî bin, lê ne tirk bûn. Bi ketina min a nava balefirê ve, bi ser min ve hêwirîn û ew tirk bûn. Bi ya min, ên operasyonê pêk anîn DYAyî bûn. Yên li derdora balefirê hemî jî bi çek bûn. Hin kurdên hevkarên Îngilistanê jî di nav vî karî de hebûn. Tirkiye bêyî amadekarî bû. Koka vê pîlanê, diçe heya sala 1996an. Clinton û Smitis, di sala 1996an de ji bo tesfiyekirina min li hev kiribûn.”

Didome!..