1. Tekst

  2. Nirxandin

  3. Bawer Yekta
  4. ''Newroz jibo kurdan çanda rizgarîya netewî''
''Newroz jibo kurdan çanda rizgarîya netewî'',newroz,jibo,kurdan,çanda,rizgarîya,netewî

''Newroz jibo kurdan çanda rizgarîya netewî''

A+ A-


Dema ku ez vî nivîsa xwe jibo Newroza 2014 'an dinvîsînim û dibêjim ''Newroz jibo kurdan çanda rizgarîya netewî û nasnameya azadîyê ye''.Gava em li rewşa Newrozê dinhêrin gelek gelan jibo xwe bi awayekî nirxandine û wekî çandekî pîrozdikin.Çawa ku em dibînin li asya navîn wekî ''Hêkiç'' tê pîrozkirin û hêka lihev didin û paşê xwe liser agir de davêjin û hwd cuda cuda tê pîrozkirin.

Lê belê Newroz jibo kurdan wekî rojekî nû tê zanî jiber ku kurd hertim dibin desthilatdarîya dagirkeran de bûne û hertim mafê wan hatîye binpêkirin jibona vî yekîye ku kurdan newrozê jibo xwe wekî roja nasnameya netewî kifşkirine.Newroz jibo kurdan navgîna dinavbera hebûn û tunebûnê de ye.

Îro her newroz ne wekî hevin belê, rengê agir naguhere lê rengê têkoşîn,pêvajo û şahîyan tên guhertin û her salek nû bi newrozê re hêvîyek tîne.Xelkê kurd hertim dibin desthilatdarîyan de maye bê ziman û nasname hatîye hîştin û wekî darek bê av gulek çilmisî hatîye hîştin.Loma xelkê kurd rojên newrozan jibo xwe wekî cejna azadîyê dibîne di wî rojê de keç û xort cilên xweyên netewî ên herî xweşik lixwe dikin û qadên newrozê bi rengên kesk û sor û zer dixemilînin da; ku roja azadîya wan jî wisa bi xeml û şahîbe.

Lê belê kurdan şahîya vejînê a newrozê ji Kawayê hemdem ta Mazlum doğan wergirtine û jibo xwe wekî serhildan berxwedan û jîyanek bi rûmet kirine armanc û li gund û bajaran dertên kolan û qadan bi dirûşman azadî,dadî ,wekhevîtî û banga jibo nasnameyek azad dirûşmên xwe jibo azadîyê berz dikin û didin nîşan.

Lê belê em niha di 2014 an de jîyan dikin û tekoşîna rizgarîya netewîya kurd ev bûn sîh sale ku têkoşîna nasnameya gelek azad dide gehîştîye wî astê ku tu hêz êdî nikarin ku di sedsala bis û yekan de kurdan bê azadî û nasname bihêlin.Em vî salê wekî sala azadîya gelê kurd dinirxînin û em dixwazin ku Newroz bibe navgîna Aştî Azadî û wekhevîyê.Newroz Pîrozbe.

Bawer Yöyler