1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. Newroza Bi Heybet û Têkçûna Yuksel Genç
Newroza Bi Heybet û Têkçûna Yuksel Genç,newroza,bi,heybet,û,têkçûna,yuksel,genç

Newroza Bi Heybet û Têkçûna Yuksel Genç

A+ A-

Ev çend roj in şahî û coşa Newrozê didome. Gel bi dilsozî û hêviyên mezin tevlî van pîrozbahiyan dibe û ew hêvî û dilsozî, di coşa gel a mezin de xwe bi heybet û mezin dide der. Ev şahî, hêvî û xiyala mezin a hemû kurdên dilsoz e bê guman.

Tu tiştek ji heybet, fedakarî û mezinahiya gel û ya kesên ku em anîne van rojan re nikare bê gotin, tenê bi rêz û minnet meriv dikare bejna xwe li hember vê mezinahiyê bitewîne, wekî din çi bê kirin, ne bi dilek paqij û ne bi dolsozî tê kirin û xizmeta dijminên gelê kurd dike.

Li gel vê rastiyê jî, di Newroza îsal de li gel gelek tiştên bi rûmet, şaşî û kêmasiyên mezin jî bala mirovan dikişand. Ev kêmasî û şaşî mixabin ku di kesayetiya hin kesên ku îroj rêberî ji gel re dikin de xwe da der. Kêmasiya herî mezin ew bû ku ji her salê bêtir îsal zimanê tirkî di Newrozê de li pêş bû. Daxuyanî bi giranî bi tirkî hatin dayîn ku diviya dijberî vê bûya. Lewra li ser grîngiya ziman gelek tişt hatin gotin, gelek çalakî hatin kirin û gelek soz hatin dayîn. Bê guman ku di vê rêyê de gelek gavên bi rûmet jî hatin avêtin û gelek pêşketinên bi rûmet jî bûn. Lê bi taybet di Newrozê de û di bîranîna Komkujiya Helebçeyê de daxuyaniyên ku hatin dayîn, zirar dane vê hêviyê, lewra bi zimanê tirkî hêvî û êşên me dianîn ziman.

Çend mînak:

Şaredarê Bajarê Sêrtê Selîm Sadak, di nav kincên botanî de, axaftina pîrozbahiya Newrozê bi tirkî kir û balkêş bû ku hema piştî axaftina wî, hunermendeka herêmî strana “şîrîn û xweş e zimanê kurdî” got. De were îcar ji xwe re li vê ecêbê, li vê nakokiya mezin!.. Tê bang li gel bikî ku her kesek divê bi kincên neteweyî beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bibe û tê di Newrozê de, di nav wan kincan de bi tirkî ji gel re biaxivî. Meriv nizane çi navî li vê helwestê bike.

Di nav kincên botanî de temaşekirina parlamenterê Colemêrgê Hamît Geylanî û axaftina wî ya bi tirkî, bi rastî ji dilêşiyê û xemgîniyê pêştir, tu hestek din bi min re çê nekir. Naveroka axaftinê çi dibe bila bibe, bi tirkî anîna ziman, armanca axaftina bi tirkî çi dibe bila bibe, ev helwest ji hêviyê bêtir bêhêvîtiyê şîn dike, lewra dema ziman nebe, em ê tu carî nebine xwediyê xwe û tu tiştekî û li gel hemû berdêlên giran jî, dê kurd mahkûmê têkçûnê bin. Kî dilê xwe dihêlê, kî çi dibêje bila bêje, lê nikare vê rastiyê biguhere.

Qet nebe di Newrozê de ku roja neteweyî ya kurd e û cejna herî kevnar, herî pîroz û herî bi rûmet a gelê kurd e û bi hezaran şehîdên Newrozê hene, hema ji bo xatirê wan şehîdan be jî, diviya zimanê xwe bi axaftina tirkî negemirandana.

Gelo axaftina Mamoste Medya ku di Newroza Amedê de got: "Eger yên vê qadê dagirtine bi zimanê xwe biaxiviyana, dê doz li min venekirana." bû peyamek ji tirkîaxêvan re? Bawer nakim dersek ji vê peyama bi rûmet û watedar hatibe girtin, lewra piştî axaftina Mamoste Medya jî, axaftinên bi tirkî hatin kirin.

Dema min ev nivîs dinivîsî, Hevseroka Kongreya Civakî ya Demokratîk Yuksel Genç di pîrozbahiya Newrozê ya Amedê de axaftina xwe nû bi dawî kiribû. Min xwe negirt ya rastî. Min ji ber axaftina wê şerm kir, lê pê dilxweş jî bûm ku tu kesekî paxav bi axaftina wê nekir û her ku wê digot “Demokratîk Turkiye Ulusu” gel bi drûşmên kurdewarî, bi reng û alên xwe bersiva wê didan. Ya rastî nizanim ji xwe çi got, an xwest çi bêje. Bawer im wê bi xwe jî nedizanî çi dibêje. Axaftineke tevlîhev û bi temamî bi devê klasîk ê çepên tirkan axivî. Gelo ew qas sal wê tu tiştek negirt? Wê jî li gor xwe bedêlek da, gelo tu tiştek hîn nebû, an ji xwe kurmê şîrî heya pîrî ye? Yuksel Genç di axaftina xwe de kêmasî 50 carî got tirk, tirkiye, demokratîk turk ulusu û hemû axaftina xwe li ser vê bingehê kir. Ew jî mîna qasidên aştiyê hatibû û bedêlek giran jî da û Mehmet Şerîf Gençdal jî qasidê aştiyê ye. Wî jî axaftinek kir. Min li ber axaftina wî xwe negirt, dilê min çavên min, qirika min hatin dagirtin û min di rawestana wî de berxwedaneke kurdewarî dît û pê serbilind bûm. Lê di rawestana Yuksel Genç û axaftina wê de ji çepîtiya klasîk a tirk û axaftinên erzan ên li ser wê bingehê pê ve tu tiştek tunebû û ev coşa heyî jî dişikand. Li gel hemû hewldanên wê jî, wê bi xwe jî coşek ji axaftina xwe negirt ku ev di hal û tevgerên wê de pir aşkere xwe dida der. Bi kurtî Newroza Amedê çiqasî bi heybet û bêhempa bû, Yuksel Genç jî di nav wê heybet û bêhempatiyê de ew qasî têkçûyî û reben bû, hezar mixabin.

Agirê Newroza Amedê ya dîrokî ji aliyê xwişka Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan Asiye Dogan, xwişka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Fatma Ocalan, xwişka Fermandarê Mezin Mahsûm Korkmaz Maşallah Yamaç, xwişka Pêşeng û Lehengê Nemir M. Hayrî Durmuş Zekiye Durmuş û xwişka Lehengê Nemir Ferhat Kurtay Rabîa Kurtay û Ahmet Turk, Aysel Tugluk, Leyla Zana û Selahattîn Demirtaş ve hat vêxistin.

Piştî vêxistina Agirê Newrozê li dîrekên nav Qada Newrozê alên dêwîn ên PKKê hatin daleqandin.

Mala Xweda ava û hezar silav li Rêberê Gelê Kurd, Şehîdên Têkoşîna Azadiyê, Şervanên Leheng ên Kurd û Berxwedêrên li zîndanan û hezar hezar silav li gelê dolsoz û leheng û berxwedêr gelê kurd ku van rojan jî bi me dane jiyan û me ev roj jî dîtin.

NEWROZ PÎROZ BE!..

Mahabad Felat ARDA 2010-03-21