Îngmar Bergman,Îngmar,Bergman

Îngmar Bergman

A+ A-


Ingmar Bergman di sala 1918an de li bajare xwendevanan ê Swêdê Uppsalayê ji dayik dibe. Di sala 1937an de li Zanîngeha Stockholmê li ser zanistiya wêje yê perwerde dibe. Di dema xwendina xwe ya zanîngehê de bala wî her dem li ser fîlm û tîyatroyê ye. Di sala 1943an de rejîsoriya tiyatroyên bi navê "Geografi och Kärlek" (Ceografî û Evîn)  û  "Vem är jag" (Ez kî me) temam dike. Cara yekem rejîsoriya filmê sînemayê yê bi navê "Kris" (Kirîz) di 1945an de temam dike. Nasandina Bergman di qada navnetewî de di sala 1960î de bi fîlma "Jungfru Källan" (Kana Bakîretiyê) dest pê dike. 
Bergman di sala 1963-66 de dibe Şefê drama Swêd. Ji ber tewanbarkirina bacnedayînê Bergman tê dadgehkirin û Bergman ji ber wê yekê welatê xwe Swêd protesto dike û koçê Almanya dike. Di sala 1981î de dîsa vedigere Swêd û karê xwe berdewam dike. 

Di sala 1981î de sê fîlmên Bergman "Såsom i en spegeln" (Wek wêneya di neynikê de) "Viskningarna och rop" (Dengên nizm û gazî), "Fanny och Alexander" (Fannî û Aleksander) xelatên Oskarê distînin. Bi kurtayî, bi qasî 60 fîlmên sînema û tv. 150 jî  berhemên wî yên tiyatroyê hene. Bi hezaran nivîs û makale gelek jî pirtûk li ser berhemên Bergman hatine nivîsandin. 

Bergman ji 5 zewacên xwe bavê 9 zarokan e. Di qada hûnerê de Bergman bi gelek navdarên Cîhanê re tê muqayesekirin; wek Akira Kurusova, Federico Fellini, Hitchcock, Chaplin, Altman  û hwd.  Balkêş e ku Hollywood tu car bala Bergman nekişandiye. Her weha ji bo kurdan Yilmaz Guney çi be, ji bo Swêdiyan jî  Bergman kêmtir nîn e. Gelek navdarên hûnerî yên cîhane û gelek rojnameyên navnetewî yên bi nav û deng, xemgîniyên xwe yên li ser mirina Bergman diyar kirin û wî kirin mijara xwe ya sereke. 


Belê Bergman di 89 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe. Di nûçeya Amidakurd de hatiye nivisandin ku Bergman di lîstika mirinê de li hember Ezrail bi ser neketiye. Lê belê li gor min Bergman  di jiyana xwe de qîma xwe bi berhemên xwe yên cîhanî neanî û ew tevlî berhem û hûnera Xweda ya bi navê "Mirinê" bû. Lewra Bergman di rojên xwe yên paşîn de weha digot;  "Ez ji mirinê natirsim. Ji bo mirinê amade me. Mirin çi çax li derî de, ez dê jê re bêjim; Tu bi xêr hatî".Di nav welatek an jî xelkek de ji 100-500 salan carekê mirovek, ango kesayetiyek weha rengîn,  bi nav û deng û xwedî berhem derdikeve, Ingmar Bergman jî yek ji wan kesan e, nemir e.   
Can Şeker3 tebax 2007


Gotinên miftehî :