1. Tekst

  2. Nirxandin

  3. Rêzan Tovjîn
  4. Nimêjên înê heta kengî?
Nimêjên înê heta kengî?,nimêjên,înê,heta,kengî

Nimêjên înê heta kengî?

A+ A-

Di wan medreseyan de tiştekî mirov bi kurdî bixwîne pir tunebû. Çi hebû? Ji bilî çend namilkeyên ku Mele Ehmedê Xanî nivîsî bûn û Mewlûda Kurdî, tiştek tunebû. Feqiyan her tişt bi erebî dixwendin.

Mele Ehmedê Xanî, ku hîn jî berhemên wî ne tên xwendin, ne tên zanîn, hewl da ku zimanê medreseyan bike kurdî. Armanca wî ew bû ku feqî erebî hîn bibin, lê dersên xwe bi kurdî bikin. Melayên din, pirtûk bi erebî dixwendin û ji feqiyan re wateya wê bi kurdî digotin. Yanî, berhem her bi erebî dima, feqî jî bi erebî hîn dibûn, ji bo zimanê kurdî tiştek nedima. Mele ji bîra netewî û gelperwerî dûr bûn, hêza Mele Ehmedê Xanî jî têr nekir ku bîr û hişekî bi wî rengî bide mîran û meleyan.

Bi avakirina Komara Tirkiyeyê re medrese hatin girtin. M. K. Ataturkî şerek li dijî erebî û çanda ereban da destpêkirin. Helbet wî dixwest bandora olan jî ji holê rake. Li Tirkiyeyê pergal ji tu olan re vekirî nehişt.

Bi girtina medreseyan re kurd yekcar ji xwendin û nivîsandina bi kurdî dûr ketin. Ew çend kesên ku Mewlûda Kurdî, Eqîdeya Îslamê, Eqîdeya Îmanê, Nûbihara Biçûkan û Mem û Zîn bi tîpên erebî dixwendin jî, kêm bûn. Medreseyên ku li gundan bi dizî û ne fermî hatibûn vekirin jî sal bi sal kêmtir bûn, ji rewacê ketin.

Medrese ji rewacê dikevin, lê ol ji rewacê nakevin. Ol her dimînin. Dema perwerdeya olî tunebe, ol dimîne lê oldar ji kalîteyê dikevin, rewş xerabtir dibe. Gelê kurd ê ku ev rewş dizanî, melayên ku ji dibistanên dewleta tirk dihatin qebûl nedikirin. Heta van salan jî, hîn li gundan hem melayên fermî, hem melayên medreseyan bi hev re hebûn, lê melayên medreseyan li pêşiyê nimêj dikirin, mirî dişuştin, bersivên pirsên gundiyan didan. Heta hinekan ji wan bi dizî wehzên roja înê bi kurdî didan, hinekan ji wan qet bi tirkî nizanibû jî. Ev jî roj bi roj radibe.

Tevgera Azadiyê ji ber ku çavên xwe kutabû serkeftineke demildest, ji bo sal û demên dirêj hesabên xwe nekir. Ew çi qasî vê rexneyê qebûl neke jî, rewş vê nîşan dide ji xwe. Tevgera Azadiyê got qey hema di 10-15 salan de dê azadî were bidestxistin û dê pirsgirêkên gel ên berfireh wê demê bên çareserkirin. Lê her ku têkoşînê sal dan ber xwe û dem dirêj bû, valahî mezintir bû, pirsgirêkên heyî bûn girêk. Îro pirsgirêka gelê kurd a zanîna xwendin û nivîsandina kurdî jî heye, ya perwerdeya olî jî heye û gelekên din jî bûne girêkên dêwîn.

Bandora şoreşgerên ku baweriya wan bi olekê tune jî li ser vê yekê heye. Helbet Tevgera Azadiyê ji şoreşgerên ateîst pêk nayê, lê çawa ku tijî tirk, ereb, faris, alman, rûs û hin wekî din e, kesên misliman, êzdî, îsewî û hin wekî din jî hene. Asayî ye, ku Marksîzmê, çepgirî û ateîzm pir nêzîkî hev kiribe. Ev bû sedema ku li gelek welatan şoreşger çort nêzî olan bibin, dêran bigirin, heta bişewitînin, hilweşînin û hin wekî din. Belkî 30 sal berê Kurdistaneke Sosyalîst bihata avakirin, hinekan hewl bida ku mizgeftan jî bişewitînin. Lê îro Tevgera Azadiyê di warê nihêrîna xwe de gelekî firehtir û mezintir e.

Tevgera Azadiyê her çi qasî ku xwest xwe ji nexweşiyên Sosyalîzma Real (ya pêkhatî) bistrîne, bi dûr bixe jî, nêzîkahiyên materyalîzma çort her derketin holê. Îro em du encaman dibînin.

Îro li gundan jî êdî hema bêjin melayên medreseyan nemane. Melayên medreseyan jî bi piranî bûn melayên fermî. Kêmbûna melayên medreseyan kêmbûna tiştekî din jî derxist holê: Nihêrîna oldarên welatparêz.

Oldariya Welatparêz û Kurdperwer girîng e. Dema ev tune bibe, oldarî û dijberiya neteweperweriyê jî dibin yek.

Nimêjên roja înê, ku li qadan dest pê kirin, bi saya wan melayên medreseyan, ên neteweperwer û kurdperwer in. Heta ne tenê kurdperwer in, ew mirovparêz û mafparêzên bi rastî ne jî.

Ew hewl didin ku dijberên gelê kurd, dijberên bindestan olê bi kar nînin û nekin amûrekî serdestiyê. Ji ber vê yekê, nimêj ji wan qadên fermî derxistin û li qadan serî hildan. Nimêja wan wekî serhildana li qadan girîng bû û watedar bû.

Lê heta kengî? Her çalakî divê ji derekê dest pê bike û li derekê biqede. Divê guherbar be. Dema ne wisa be, wekî "girtina dikanan" ji wateya xwe dûr dikeve û êdî tu helwestê nîşan nade.

Melayên rastparêz, divê êdî deriyên mizgeftan ji vê helwestê re vekin û mizgeftan bikin qad. Her rojên înê, divê gel bizane ku melayê kîjan mizgeftê welatparêz e û kîjan ê dewletê ye. Nimêja qadan divê berê xwe bide mizgeftan. Melayên ku mafên kurdan qebûl nekin û newêribin li ser navê gelê kurd biaxivin, wehzan bidin, divê tevî mizgefta xwe bi tenê bimînin û kes li pey wan nimêj neke.

Melayên welatparêz jî divê mizgeft bi mizgeft têkoşîna xwe belav bikin, qadên perwerdeya olî vekin û ji bo Kurdistanê melayên xwe perwerde bikin, yanî medreseyan vekin, feqiyan bigihînin.

Dema ew wisa nekin, dê hinek ji nava filan derê û bêvan derê bên, di bin navê medrese û perwerdeya olî de kadroyan çêkin û li dijî vî gelî û vê axê bi kar bînin û kes jî nikare pêşiya "şerê wan ê sibê" bigire.

Melayên vî welatî berpirsê vî karî ne jî. Li pey rêça Mele Ehmedê Xanî, medreseyên ku hemû pirtûkên olî wergerandibin kurdî û perwerdeya xwe bi kurdî didin, digel perwerdeya olî ziman jî hînî feqiyan dikin divê bên vekirin. Ji bo karekî wiha pîroz ne mecbûr e ku serî li derekê bidin an jî li hêviya derekê rawestin. Gelê kurd û rêveberên vî welatî dê wan di vî karî de pîroz bike û destê xwe dayne ser pişta wan. Heke na, rojên xerabtir li pêşiya vî gelî ne.


Gotinên miftehî :