1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mem Mîrxan
  4. Nivîsa Kurt û Dirêj
Nivîsa Kurt û Dirêj,Nivîsa,Kurt,û,Dirêj

Nivîsa Kurt û Dirêj

A+ A-

Nivîsên kurt  weke tasek dewê sar in.
Dema bi singa mirov de diçe xweş e.
Dilê mirov hênik dike.
Lê piştî deqeyekê mirov ji bir dike.
Tenê ekla wî ya xweş di bîra mirov de dimîne.

Nivîsên dirêj ne wisa ne.
Weke warinek bi rûnî nivişkiye.
Gewda her kesî ranake.
Li ser dilê mirov dimîne.
Ava tirş  bi ser dilê mirov dixîne.
Tu neçar dimînî ku ava madenê bi ser de vebixwî.
Lê çendîn giran be jî bi sedan kes mubtelayê xwarina bi don in.
Ji bo xwarinekê xweş dikarin li deh bajaran bigerin.
Ji ber wê ye ku her bajarek bi xwarina xwe ya xweş, nivîskar jî bi nivîsên xwe yên xurt  têne naskirin.

Tê gotin dem mamosteyê herî mezin e.
Ez jî dibêjim xwendevan mamosteyên  herî mezin in.
Piraniya wan xwarina bi rûnê nivîşkî dixwen û bi ser de jî tasek dewê sar vedixwen.
Derek wan jî naêşe.
Ne bi min û ne bi we.

Mem Mîrxan


Gotinên miftehî :