1. Tekst

  2. Pêkenî

  3. Amîda Kurd
  4. Osmanî Kurekî Te Dixwaze !
Osmanî Kurekî Te Dixwaze !,Osmanî,Kurekî,Te,Dixwaze,!

Osmanî Kurekî Te Dixwaze !

A+ A-

Di dema dewleta Osmaniyan de rojekê leşker tên û li deriyê gundiyekî kurd didin. Gundî derî vedike, dinêre va ye du leşkerên Osmanî li ber derî rawestiyane.

Leşker silavê lê dikin û dibêjin:
- Sultanê Osmanî silav ji te re rêkirine û dibêje; min li hember dewletan şer vekiriye, divê kurekî xwe rêke alîkariya min.

Gundiyê kurd dibêje:
- Ser seran û ser çavan. Derbasî hundir dibe û kurekî xwe amade dike û ji Sultan re rêdike.

Demek derbas dibe, rojekê ber êvarê teq teq li deriyê gundî didin. Gundî derdikeve ber derî, dibîne ku va ye du leşkerên din ên dewleta Osmanî li ber derî rawestiyane. Leşker silavê lê dikin û dibêjin:
- Rehma xwedê li kurê te be, di şer de jiyana xwe ji dest da, lê şer berdewam e. Sultan dibêje silavan lê bikin bila kurekî xwe rêke alîkariya min.

Gundiyê kurd dîsa dibêje:
- Ser seran û ser çavan. Derbasî hundir dibe, kurekî xwe amade dike û tîne dide leşkeran. Leşker kurê wî digrin û diçin.
Dîsa meh û sal derbas dibin. Rojekê nîvê şevê teq teq li deriyê wî didin. Gundî radibe, çira xwe pêdixe û diçe ber derî, dinêre ku va ye du leşkerên din ên Osmanî li ber derî ne. Leşker silavê lê dikin û dibêjin:
- Bila serê te sax be kurê te di şer de jiyana xwe ji dest da. Sultan niha jî li hemberî kafiran şer vekiriye. Silav ji te re rêkirine û dibêje bila kurekî xwe rêke alîkariya min.


Gundî dîsa dibêje:
- Ser seran û ser çavan. Derbasi hundir dibe û kurê xwe amade dike, tîne dide leşkeran. Berya leşker veqetin wana xewle dike û ji wan re dibêje:
- Ji Sultan re bêjin bila careke din pişta xwe bi min germ neke û şer li tu dewletan veneke. Ev kurê mîn ê dawî ye û tir jî di min de nemaye ku jê re zarokan çêbikim.

Şandkar: Hesen Huseyîn Denîz


Gotinên miftehî :