1. Tekst

  2. Gotar

  3. M. Çiya Mazî
  4. Oxir be Arjen Arî
Oxir be Arjen Arî,oxir,be,arjen,arî

Oxir be Arjen Arî

A+ A-

Li dû ARJEN ARΠ roja yekê wisa destên xwe li ba kirin û gotin nivîskaran:

M.Zahir Kayan
Di kêzîna çavê min de qaqlibaz qeydanên xwe şikandin
Girîneke bêbav xwe êrîşî rûçikê min dike, lê girîn şerm dike
Min xwast ez pênûsa te noqî nemirinê bikim
Dizanim Kurd bêkes in, lê baskê "şairan" li ser bêkesan sîmenkî asîmanî ye, lo mirina te çi kilameke zelûlî ye
"Gotin Arjen Arî mirî ye, min got qey hemû rengên welêt jê heşifînye...
"/"Gotin Arjen Arî mirî ye, min got wê demê sêwî man rêzikên helbastan..."


Mem Jan
‎... çar melayketên mezin dixwînin aniha çarînên Arjen Arî...

Şener Ozmen
-Arjen Arî dev ji me berda... Qeda bi dinyayê keve
-Me emro Arjen Arîyê helbestpola birêkir... Ez li ber her tiştî ketim, tişt hatin û li nava dilê min ketin, em serserkî çûn li bin guhê dîwaran ketin, em ketin birako, em ketin...

Hasan Slêvanî
Kulîlken Amedê îro melol bun Arjeno
-Silav li te bin çiyayê rospî Arjen , silav li te bin xudanê qeleme berxwedan û mirovani yê Arjen.
Silav li te bin binyatdanere pirên rewshenbirî yê di nav bera niviskarên kurdistanê da. Dile te ye sipî mîna befra ciyayên Kurdistanê u bishkurinên te yên mina rengên pelatinkan , de her li bira me bin. îro em serexweshiyen niviskarên kurd ji Duhok, Hewler, silemani, Kerkuk, di nav gele me de, li Amedê direshînin..
Arjenoo, tu di nav dilem me de saxî û namirî, Peyvên te ,,helbestên te ,,pertbohermanê didin tem lewa dareka shina ter belg û de her girnijî.
Silav li te binhevaloo, helbestvanoo,,evindarê dar û ber û befr u xwisara Kurdistane..
Silav li te binxudanê ciyayên rosipî u Çil Çarinan û Bakure Helbestê û Ramosan Min Veshartin Li Geliyekî û Kulilkên bahivan û Payiza u sedan helbesten di..
Silav li te bin Arjeno.

Şivan Zeren
Îro helbestvanek dilwelat cara dawîn çiyayên xwe silav kir... Ez pir xemgînim...
Mamoste te em nîvco hiştin

Şengul Ogur
Navek ma li vê dara dinê: ''Arjen Arî''

Ferzan Şêr
Tu çiqas qeşeng î yek ji helbesten te a din ji wan simbelan dihesidim

Ehmed Huseynî
( ji bo rêwresma goristanê): Spas Arjen ku te soza xwe pêkanî û tu li hêviya min mayî!,
Spas Arjen ku te ew kul di dilê min de nehişt.

Berken Bereh
Arjen Arî, di tevahiya jiyana xwe de ji bo parastin û pêşvebirina zimanê kurdî têkoşa, ew,ar ê berxwedêriya helbesta kurdî û dengê şêrgeleyên kurdistanê bû,ew kurdistan bi xwe bû!

M Çiya Mazî
Dibêjin 'jiyanê Arjen Arî winda kiriye', êdî çi bibêjim jî nabihîze, de perçeyek dilê min bi xwe re bibe ji kerema xwe re Arjen...

Eskere Boyik
Çi bikin, dijî qewl û qanûnê xwezayê evd bêtaqet in.
Arjen Arîyê bi berhemên xwe dilê gelê xwe da, bijî…
Bira sere gelê Kurd sax be.
Bira serê heval û hoger û malbeta wî saxbe.

Newaf Mîro
Bila îşev hemû stêrk ji bo te biçirisin
Bila hemû çira û find ji bo te gur bin
Bila hemû stran ji bo te binihurin
Û pelên darên dawiya payîzê ji bo te biweşin
Bila hemû pênûs li tîpên navê te binivîsin
Û bila tu helbest bixwe bî ARJEN ARÎ..

Hemdila Arda
pishtî te Mehemed çi bistrê jî ezê nebime heyran.

Mîran Janbar
Nivîskar û şairê gewre Arjen Arî rahişt giyanê xwe û berê xwe da bihuşta hêmayan. Serê miletê Kurd sax be!

Yekin Ölmez
‎-"her mirin hinekî zû ye" dibêje Cemal Sureya; lê helbestkar zûtir dimirin.. çima?
û çima ey xweda?
û helbestkar arjen arî dil da axê..wefat kir..sed heyf..:
-Arjen Arî "bêhenek" çû..
û "qevda porr"ê xwe jî bi xwe re bir!..
oxir be..ey şêrgeleyê por-roava..oxir be!..

Namiq Hewrami
Min bonî tenyaîî tom lêdê
bo mergî şaîrî gewrey bakûrî kurdstan û hawrê û dostî leyad neçum ( erjen arî) gewre

M. Masum Suer
Helbestvan, Kurdperwer û dostê mezin Arjen Arî, mixabin duh li Amedê çû ser dilovanîya xwe! Xweda bi rehma xwe şa bike.. 31/10/2012

Cemil Oguz
Oxir be kek Arjen..

Huseyin Arjen
Helbestvanê Kurd Arjen Arî,ji nav me bar kir û çû ser dilovanîya xwe..
Ey hozanê mezin;
Ey karkerên dil !
Te wisa digo;
Kê negot,ax! û neçû?
Kî nebu ax..û neçu?
Felek qjikê bicû;
Arjen jî dil bi dax neçû?
Bîranînên te her dem di nav dilê me de bijî..
Seré hemû gellî Kurd sax be..

 
Mehmet Salih Gündüz
Di vê roja serhildêr de, wendahiyek mezin,
Serê helbesta kûrd saxbe...!!!

Yaqob Tilermenî
Ezbenî!
Bêjeya herî xweş ku min cara pêşîn ji devê te yê şîrîn û têr biçêj bihîstibû, ezbenî!
Di bi dehan wêneyên te yên ku rûyê te bi ken de dibînim ku xemgîniya pêncî salan kon vegirtiye. Hîna nû pê dihisim ku ew xemgînî nîşaneya şaneyên pençeşêra zalim bûye, ezbenî! baş dizanim ku mirin qey ne li ser bala te bû û herî dawî te ji min re gotibû, "ne xema ...ê min e". Tê her di dilê min de be. Serê hemû dildarên te sax be!


Îrfan Amîda
Îro dê Kurdan jiyan bisekinanda... Lê ne bi nola te ezbenî ne bi nola te....!!!

Helîm Yusiv
Arjen Arî te em xemgîn kirin

Jan DOST
Lo law, me mirin diye! Arjen Arî

Ronî War
Ev e dinyaya derewîn ku saet hat û qewimî ne çare ne jî veger heye...

Muhsîn Osman
Ma çi leza te hebû / kî li dû te bû /
bayê sipî careke din li hespa sipî siwar bû / pêl dilê me kir û bi çargavî derbaz bû (K:O)

Kovara Wenda
Oxir be Arjen Arî... îro rojeke nexweş bû...

Mîr Malalayko
(ewê ku wî Arjen ji xwe re kiriye bav):
Kafir-bim eger carek din birjînim hest'a
Kafir-bim eger carek din bixwînim helbest'a
Wexta dimirin, mirov l' pê xwe dikûjin
Kafir-bim eger carek din hez bikim j' helbestvan...!

Deniz ŞAN
Îro cîhana edebiyat û helbestên Kurdî ŞÊREKÎ mezin winda kir. Xwedê rehma xwe lê bike. Bila cihê wî cenet be...

Azad Zal
Mamosteyê hêja, pîrê helbestê Arjen Arî wefat kir... Bila serê helbesta Kurdî û helbestkarên Kurd sax be...


Destar-Tiyatro Topluluğu
Arjen Arî, ... çûyînek bé dem...
... demsal... payîz... kîşweran... derew...
li her deré payîz, seré me sax be...

Kenanê Nado

Xwedê te bi rehma xwe şad bike Arjenê Hêja. Bila Kurdiya te li bihuştê olan bide. Tu Azad î êdî...

Zinarê Xamo
Bi mirina Arjen Arî, stêrkek gelkî bi şewq ji asîmanê helbest û edebiyata kurdî xuricî.
Li asîmanên edebiyata miletan stêrkên wiha bi şewq zû bi zû peyda nabin, ji bo peydabûna stêrkên nuh, yên wek Arjen Arî sal û zeman dixwazin…
Li vê cîhanê mirin jî bêedalet e, ew jî zulimkar û ne adil e…

Necib Balayî
Xebrê malavayî û Koça dawiyê ya helbestvan û hevalê hêja (Arjen Arî) em xemgîn kirîn, dîwana Helbesta Kurdî resh girêdaye, sersaxiyê. Ji zaro û malbata wî dixwazîn û dibêjin serê we sax be...Arjen wê bi deng û reng û helbestên xwe herûher zindî bimîne û di nava meda bijî...cihê wî behesht be...


Ronayî Onen
Ji dilê te nayêm ku bawer kim. Hê mora li ser pirtûka ku te da min ziha nebûye...

Kawa Nemir
Ez li Holande, li ser riya bajarê Niejmegenê bûm, nûcheya mirina mamoste Arjen Arî hat. Ez kor bûm.

Cîhan ROJ
Zû çû, serê me gişan sax be.

Û ARJEN ARΠ çi got

li dû min ma Pira Elaman
û Ava Bûnisra
û mayîn
û dirîtêlkên sînor…
min pal neda kîjan darê?
bi mişmişkên zer, bi sêvên tirş
dirîreşk, tû û spîndar
baxçeyê zarokatiya min bû Dehla Hemo!
kelogirî mebe, şêlû dibî bi dû re
bi xatirê te çemo!

Ev nivîs cara yekem di diyarname.com de hatiye weşandin.


Gotinên miftehî :