1. Tekst

  2. Pêkenî

  3. Jan Çiya
  4. Papaxanên keşe û duayê wan
Papaxanên keşe û duayê wan,papaxanên,keşe,û,duayê,wan

Papaxanên keşe û duayê wan

A+ A-

Li bajarokekî ku bi xweşikayî rê pê nakeve keşeyek û du papaxanên wî hene. Papaxanên wî jî wekî xwediyê xwe bi bîr û bawerî ne, bi şev û roj di qefesa xwe de rûdinin, Încilê dixwînin û dua dikin.

Di cemaata papaz de jinek ku du heb papaxanên wê yên mê hene û papaxanên keşe çi qas bi ehlaq bin, ên jinikê jî ew qasî bê ehlaq in. Jinik ji ber papaxanê xwe nema kare ban mêvanan bike, kesekî biezibîne, li ber mêvanan bi rûyekî şuştî û bê fedî bi dengê bilind dibêjin "em papaxê nêr dixwazin".

Ji ber ku mêvanên tên dibe ku jinkê şaş fam bikin, tirsek mezin dikeve dilê jinikê û debar nake, diçe cem keşe û dibêje "bi van papaxanan re serê min di belayê de ye, ez ê wan çawa hîn bikim, nizanim, ez ketime bextê te, alîkariya min bike, keşe.

Keşe dibêje "tu wan bîne ji min re, ez ê wan têxim qefesa papaxanên xwe, bila ehlaq hîn bibin, papaxanên min her tim dua dikin."

Jinik radihêle papaxanê xwe, dibe mala keşe. Dema wan dixin qefesê papaxana mê dibêje:

"Şiiişşt, lihevhatiyo! Du heb qehpikên erzan hene, hûn wan di qefesa xwe de dixwazin an na?"

Papaxanê nêr li hevalê xwe dizîvire, dibêje "tiştê ku ez dibînim tu jî dibînî, an na?"

Yê din dibêje: "Lawê min, taliya talî Xwedê duayê me giştik qebûl kir."


Gotinên miftehî :