Paytextê Çandî yê Ewropayê û 2 milyon kurd
* * *
Bajarê ku herî zêde kurd lê dijîn Stenbol e. Di rojnameya Radikalê de roja 21/12/2008’an li ser serjimara kurdan ya Stenbolê nivîsek îstatistîkî derket. Di rojnameyê de tê gotin ku şîrketa bi navê KONDAyê “lêkolînek avaniya civakî ya ku bi sernavê EM KÎ NE?” hatiye kirin û di encamên lêkolîna wê şîrketê de derketiye holê ku di ser 2 milyonî de kurd li Stenbolê dijîn.
Ev lêkolîn ji hin aliyan ve kêm maye ji ber ku her kesên ku kurd bin rasterast negotine em kurd in. Ji ber wê jî dibe ku ev hejmar ji 2 milyonan zêdetir be. Ev rastî dide xuyakirin ku Stenbol bajarek mega-city (yan jî bi kurdî şare-gewre) ye. Ev ji bo kurdan jî wisan e. Şarê ku herî zêde kurd lê dijîn Stenbol e.
Stenbol di sê merhaleyan de bi sê awayan bûye bajarê kurdan yê herî mezin. Ev rewşên ku bûne sedem kurd li Stenbolê bi ci bibin taybet û awarte ne.
Ya yekemîn; di dema Osmaniyan de mîrekên kurdan yên ku li hember otorîteya navendî derketine, serî hildane ji aliyê îdareya navendî ve wan anîne li Stenbolê bi cî kirine û ew bûne “kurdên stenbolî”. Ev reng kurd bi xwe re çanda kurdî jî anîne û dem bi dem bûne pêşkêşên ronakbîriya kurdîtiyê. Ji serhildanên sedsala 18’mîn heta serê sedsala 20’mîn kurdên ku li Stenbolê bi cî bûne di vê rewşê de ne.
Ya duyemîn; di serê sedsala 20’mîn de bi pêşketina milletperweriyê li Stenbolê gelek nivîskar û rewşenbîr û pêşevanên tekoşina azadiya kurdan li Stenbolê digihîjin hev û cemiyet û rêxistinan ava dikin û rojname û kovarên ku bingeha ronakbîriya kurdî datînin derdixin û çap dikin.
Ev her du komên kurd yên ku li Stenbolê ne heta avakirina komarê jî di nav tevgerên milletperweriya kurdî de cî digirin û dixwazin bi koma milletên cîhanê re kab bavêjin û pêş de herin.
Ya sêyemîn jî ji avakirina komarê heta niha geh bi surgûnkirina malbatî, geh bi şewitandina gundan û koçberkirina gelemperî, kurdên ku li gund û bajar û warên xwe ji ber şer û pefçûnê û ji ber zor û zextên dewlete direvin diçin li Stenbolê bi cî dibin in. Hin ji van kurdan xwenda ne, lê ji ber ku dem dema înkar û tirs û pişavtinê ye hemû kurdên ku di vê demê de diçin Stenbolê bi giştî bi metirsiya hebûn û tunebûnê dijîn.
Êdî kurd bêdeng in, ji aliyê çand û huner û ronakbîriyê ve bêhêz û bêpergal in.
Bi tekoşîna rizgariyê re liv û tevger bi kurdên Stenbolê jî dikeve û êdî xebatên çandî û hunerî û komaleyetî hêdî hêdî dest pê dikin. Rojname û kovar dest bi weşanê dikin, navendên kulturî, enstîtu û komele vedibin. Îcar bi rengek nûjen, bi xebatên komalayetî yên nû qada ronakbîriyê dîsa li Stenbolê geş dibe.
Bi pêşketina tekoşîna rizgariyê ve êdî hêdî hêdî navenda alternatîf derdikeve pêş. Amed her diçe dibe qada vejîna çandî û hunerî û ronakbîriyê û Stenbol jî pê re ji bo kurdan dibe ciyê pişavtina çandî, zimanî û giyanî. Amed geş dibe Stenbol reş dibe û ditefe.
Lê dîsa jî şarê ku herî zêde kurd lê dijîn Stenbol e. Ev rastiyek e. Her çi qas ji aliyê serjimariyê ve wisa be jî berevajê vê ji aliyê ronakbîrî û çandî û hunerî ve her diçe ev kêm bibe.
* * *
Sala 2010’an Stenbol bû paytextê çandî yê Ewropayê. Ev rewş ji bo kurdên ku li Stenbolê dijîn tê çi wateyê? Ew ê çi bi xwe re bîne? Pirên kurdên ku li Stenbolê dijîn ji ber ku di mercên zor û zehmet de dijîn biliyê jiyana xwe ne; Stenbol bûye “Paytextê Çandî yê Ewropayê” ne di umûra wan de ye. Kurdên qada rewşenbîrî, hunerî û ‘ronakbîrî’yê jî di nava deryaya reng û dengên cîhanî yên “mega-city”(şare-gewre)yê de şaşwaz û bêhêz mane.
Sala 2010’an Stenbol bû paytextê çandî yê Ewropayê. Çima kurd bi reng û dengê xwe tê de tune ne? Çima kurd bi reng û dengê xwe tê de nebin? Ji lew re hindiktirîn 2 milyon kurd li Stenbolê dijîn.
Sala 2010’an Stenbol bû paytextê çandî yê Ewropayê. Çima kes qala çand û huner û komalayetiya 2 milyonî kurd nake?
Tirkiye berê ku bikeve nav Yekîtiya Ewropa Stenbol bû paytextê çandî yê Ewropayê. Gelo kî dikare 2 milyonî kurd bi nasnameya xwe, bi heyîna xwe û bi çand û zimanê xwe ji nedîtî ve bê?
Azad ZAL