PERPEROK,perperok

PERPEROK

A+ A-

(Ji bo dayika min)

Ax dilê min…

Ew çendî dem 

Ew çendî sal 

Ew çendî payîz 

Gelo çend dilopên baranê barîn bi ser kêlika te de 

Ji ewrên kesera min 

Ew çendî zivistan 

Gelo çend kuliyên berfê 

Ji bêrîkirinên min


Çendî sar bûn hemi demsal 

Çendî bêyî te


Çendî bihar derbas bûn 

Gelo çend kulîlk 

Ji germahiya dilê min 

Ji tovên valahiya giyana min vedan li ser axa te 

Çendî havîn derbas bûn 

Çend çivîkî li ser guliyên dara ber sere te danî 

Çendan xwe li ber siya kêlika te hênik kir 

Nizanim… 

Bi tenê dizanim 

Bêriya te dikim 

Sal ji salê kûrtir 

Û mirina min e dirêjiya her salê 


Çil û heft caran çil û heft salî 

Dikime bi gorî 

Ji bo yek hemêzî Ji bo yek kêlî


Mahabad Felat Arda 2015-09-24


Gotinên miftehî :