1. Tekst

  2. Gotar

  3. Samî Tan
  4. Perwerdehiya pirzimanî û pirzaravayî
Perwerdehiya pirzimanî û pirzaravayî,perwerdehiya,pirzimanî,û,pirzaravayî

Perwerdehiya pirzimanî û pirzaravayî

A+ A-

Perwerdehiya pirzimanî û pirzaravayî

Roja 10’ê avrêlê koxebata Zanîngeha Mezopatamyayê hebû. Di vê komxebatê de gotûbêj û danûstandina me li ser polîtîka û bernameya zimanî ya vê zanîngeha ku dê were avakirin bû. Perwerdehiya li vê zanîngehê dê pirzimanî û pirzaravayî be. Perwerdehiya pirzimanî li gelek welatan heye, di vî warî tecrûbeyên cuda jî hene. Lê belê di warê perwerdehiya pirzaravayî de li holê tu tecrûbe nîn e. Ji ber vê yekê di komxebatê de jî nîqaş herî zêde li ser vê mijarê pêk hatin.

Li gorî pêşniyara hinek hevalan divê her zarava bi qasî rêjeya axêverên xwe di bin banê zanîngehê de ji xwe re cih bibîne. Heke ev yek were pejirandin hingî dê perwerdehî bi giranî bi kurmancî be. Lê hinek beşdaran jî xwest ku li dibistana amadehiyê her du zarava bi hev re werin fêrkirin û di perwerdehiyê de jî bi hev re werin bikaranîn. 

Her du pêşniyar jî ji hinek aliyan ve maqûl û di cih de ne, ji hinek aliyan ve kêşe û aloziyan durist dikin. Heke her du zarava cuda werin fêrkirin û perwerdehiya bi wan zaravayan jî bi qasî rêjeya axêverên wî be, hingî dê zaravayê kirmanckî were îhmalkirin. Her wiha dê her du zarava ji hev bi dûr bikevin.

Li aliyê din fêrkirina her du zaravayan pevre ji aliyê pedagojîk û hînkirina zimên ve karekî sext û dijwar e. Di vî warî de tecrûbe pir kêm e, mamosteyên ku her du zaravayan bi awayekî baş dizanin kêm in. Materyalên ku bi kêrî vî karî werin jî nîn in. Her wiha şagirtên ku bi zaravayekî dizanin belkî di hînbûna zaravayê din de zêde zehmetiyê nekişînin, lê belê ewên ku qet bi kurdî nizanin dê bi karekî sext û dijwar re rû bi rû bimînin.  Bi ser de jî divê ew kes pê re îngilîzî jî hîn bibin, ew ê kar dijwartir bike. Lê heke zanîngeh dev ji perwerdehiya bi îngilîzî berde, hingî dê di warê prestîj û qelîteya perwerdehiyê arîşe derkevin. Ji ber ku dê îngilîzî yek ji zimanên perwerdehiyê be û ji bo qelîteya perwerdehiyê û xwegihandina çavkaniyên sereke zanîna îngilîzî pir girîng e.

Berî ku komxebat dest pê bike, amadekarên komxebatê xwestibû ku em ji tecrûbeya gelên din jî sûdê wergirin, ji ber vê yekê ji rêxistineke sivîl a sîwane ku li welatê Baskê xebatên parastin û pêşvebirina zimanê baskî dimeşîne, mêvanek hatibû vexwendin. Mêvanê me Paul Billbao der barê rewş û xebatên xwe de em agahdar kirin.  Li gorî gotina Billbao wan hê di salên 1960’î de di dema Franco de gotiye, “Çawa be dê rojekê Franco rojekê bimire” û bi awayekî nehênî dest bi xebatên perwerdehiyê kiriye. Wan wê hingê sûd ji parçebûna welatê xwe wergirtiye û ew xebat li parçeyê di bin desthilatiya Fransayê de meşandine.

Li gel vê yekê jî rewşa wan zêde hêvîbexş xuya nedikir. Li pey agahiyên ku Billbao dan, pergala xweseriya li welatê Baskê têrê nekiriye ku pergaleke perwerdehiyê ya bi zimanê baskî ava bibe û li welatê wan hemû qadên jiyanê bibin bi zimanê baskî. Her wiha wan hê nekariye zanîngeheke ku hemû perwerdehî bi zimanê baskî ava bikin. Bi gotina Billbao li ser kaxizê wekheviya zimanan heye, lê belê makeqanûna Îspanyayê dibêje, “Hemû welatiyên Îspanyayê mecbûr in ku bi îspanî bizanin”, li hemberî vê yekê li welatê Baskê zanîna baskî ne mecbûrî ye. Ji ber vê yekê jî gelek hîndekarên zanîngehan û karmendên dewletê yên yekzimanî naxwazin zimanê baskî hîn bibin.  Li vî welatî kesên yekzimanî bi tenê zimanê îspanî dizanin, ev maf heye, lê mafê kesî nîn e ku bi tenê zimanê baskî bizanin. Li Zanîngeha Baskê ji sedî 36’ê mamosteyan bi tenê baskî dizanin, ji sedî 29’ê wan duzimanî ne. Di xwendina bilind de bi ten ji sedî 2 zimanê baskî heye.  Ji 328 tezên lîsansa bilind bi tenê 29 heb bi baskî ne, 80 bi îngilîzî ne, yên mayî hemû îspanî ne. Li welatê wan sê cure dibistan hene; di yekê de perwerdehî bi îspanî de waneya fêrkirina baskî heye, di yekê de her du ziman bi hev re di perwerdehiyê de tên bikaranîn û di yekê de jî perwerdehî bi zimanê baskî ye, lê belê îspanî jî tê fêrkirin.

Li aliyê din Billbao diyar kir ku berê baskiyan bi hestên neteweyî zarokên xwe dişandin dibistanên bi zimanê baskî, lê niha ev hest qels û lawaz bûne, ji wê zêdetir bala xwe didin qelîteya perwerdehiyê, derfetên kar û karîyerê.

Belê, ev tecrûbe tiştekî nîşanî me dide, îro gelê kurd bi hestên neteweyî çavên xwe ji gelek qels û kêmasiyan re digire, lê belê kes ne kor e, her kes her tiştî dibîne. Lewma jî divê em karê xwe baş bikin, ne tenê perwerdehiya bi kurdî, divê em perwerdehiyeke demokratîk a li ser bingeha wekhevî azadiyê bi hişmendiya civakeke demokratîk ekolojîk û azadiya zayendî pêşkêşî gelê xwe bikin. Divê encamên hilbijartinên herêmî jî di vî warî ji ber bibin rênîşandêr.

Samî Tan 4/15/2014

Ev gotar ji http://www.enstituyakurdi-stenbol.com/2014/04/perwerdehiya-pirzimani-u-pirzaravayi.html hatiye girtin.